zyaretî xalîd bekdaş

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  985 views

cigerxiwên û «harakêl» nawêkî ermenî hatne şam, ke biçîne zyaretî xalîd bekdaş. «duktur nûreddîn zaza» û minîş řegełyan kewtîn. çûyne mał le geřekî kurdan. xalîd bekdaş - ke pyawêkî kełegetî çwar şaney zor be ser û sîma bû - hate laman. be xêratnî germî kirdîn û be kurdî deydiwandîn. qaweyan hêna. ber lewe hîç giftigoyek bikeyn, sirteyekyan degeł kird, gutî: kareke girînge! tikatan lê dekem serim bidenewe; êsta debê biřom.

her ew řoje tûşî her şyû’îyek debûm - ’ereb yan kurd - destî tund dekuşîm: tebrîkit ’erz dekem! hewałî xalîd toy zor pesind kirduwe û dełê zor zîreke; xoşim dewê! serim sûř ma: xudaye! «be xêr hatî, selamet bî, çonî? xirap nîym», zîrekî çî û tarîfî çî?! řojî sêhem çûynewe. qise zor kira, pirsyar dekira, weram dedrayewe. gutim:

- hewałî xalîd! îcaze bidey çend pirsêkim heye.

- fermû!

- hermenîyekanî sûrya çend debin?

-dehezar kes.

- yanî dûhezar xanewade. hemûyan komonîstin?

- nexêr, nexêr setî heşta daşnagin, setî bîst hewałî ême, yan lagîrmanin.

- hewałî kurdî sûrya çendin?

- cige le danîştuwanî î’zaz û ’îfrîn, řenge çwarsed hezar nifûs bibin.

- setî çendyan lagîrî ḧîzbî şyû’în?

- setî newed û dû, řinge pitrîş.

- neşrey ḧîzbî be çend ziman biław dekirêtewe?

- be ’erebî û xetî ermenî, arakêl dezanê!

edî çone bo ew hemû kurde ke hewałn û ’erebî nazanin, neşreyek be kurdî û be xetî latînî ke zorbeyan deyzanin biław nakenewe?!

hewał xalîdî wa giran û sengîn, wek diřûy bin kilk dey, le ser çok çeqî, sûr û řeş hełgeřa, heta hêzî têdabû neřandî:

- dîsan kurd! dîsan kurd! ay çon lêm bote beła! bo naçin le êran ke nîw milyon kurdî heye daway ḧeqî kurd naken?! neqłî ewe peyamnêrî řojnamey taymiz wituwêjim degeł deka, basî wiłatî ’erebî bo dekem, dełê: to ke kurdî derbarey kurdistan fikirit çone?!

min ře’îsî ḧîzbî komonîstî sûrye û lubnanim, qibûł nakem cige le basî ’erebim lê pirsin; têgeyştî?!

- hewałî xalîd! min gwêm giran nîye; laşt wa nebê qisey beqew kirdin karim çaktir lê deka.

zorim dengî berz bîstuwe. bo leserxo cwabit nedamewe? ew car pirsyarêkî dîkem heye; tikaye lêm geřê ’erizit bikem.

- biłê! (wek le eşkewtida bineřênê!)

- to pyawêkî, be şayetî hemû xełkî wiłatî ’ereb, le hemû kes zanatrî be eḧwałî dinya û gelanî dûr û nizîk. êranî dagîrkerî kurdistanî padşayetî koneperist îqrar deka ke kurdî êran xo le çwar milyon deden; to ke lêm řûne dezanî le şîlî û berazîl çend mirîşk heye, çone defermûy kurdî êran nîw milyone?!

- wam xwêndotewe!

min wa bîr debem to le «da’îretulme’arîf»da bo nawî kurd geřawî. le řûpeřî hewwełda dełê kurdî mukiryan nîw milyon debin. neşpeřîwyewe bo řûpeřî beranberî ke dełê eger kurdî lay sełmas û xoye û wirmê be mukiryanî ḧîsab keyn, kurdî azerbaycan nizîkey hiştised hezarin.

nazanim deyewîst çîm cwab bidatewe, duktur «nureddîn zaza» be feřansî qiseyêkî kird; hewał xalîd girj bû, îtir niqey lê nehat. dyar bû bew qise zor řiqî hestabû. hestayn xwaḧafîzîman kird. îsta û êstaş herçend leber duktur zaza pařamewe, pêy negutim çî pê gutuwe. îtir lew řojewe tebrîk ’erizkirdin nema. tûşî her şyû’îyek debûm lûtî hełdekird. dyangut: hejar ’elametî îstifhamî le sere! ke nemdezanî manay çîye?!

duktu zaza gutî: şewêk çûme serdanî «fwad qedrî» ke wekîlî parleman bû. xalîd bekdaş hat; zor zû řoyşit. fwad - ke bo beřêkirdinî çûbuwe der - hatewe, pêdekenî:

- xalîd bekdaş dełê: nûreddîn me’mûryetî heye û gumanî lê dekirê, xotî lê biparêze!

le bîrim çû emeş biłêm: le seretay danîştinmanda kuřêk hate jûr û be sirte dwandî. xalîd bekdaş zor geşawe:

- be xwa xeberêkî xoşe! ewe le kwêda nûsrawe?

- le řojnamey taymzî lendenda.

- wa mizanî tas nûsîwyetî! hîç nîye!