cemał ḧeyderî û kitêbekey

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  966 views

êwareyek ebû eyyûb gutî: mîwanêkî ’êraqî zor řûtim heye; dełê lîreyek ḧeqî xew pê nadrê. bo naçî bîbînî? xoy pê nasandim: «cemał ḧeyderî» sikirtêrî ḧîzbî şyû’îy ’êraqî:

- emsał le payîzî penca û şeşda, le kongirey ḧîzbida, biřyar dira kurdistan małî kurdane û kurd ḧeqî heye kurdistanî gewre dirûs ka û êmeş yarîdey dedeyn. berhemî kongireman kirdote kitêb. dû nusxeman zîrakis kirduwe; yekyanim bo xalîd bekdaş hênawe.

- seyre! êwey netandehêşt endamî kurd be zimanî xoy qise bika, çone êsta basî kurdistanî gewre deken?!

- axir bira êsta ke fişarî dewłet zor buwe û bira kurdekanîşman hêzêkî başin, syasetman debê bigořîn!

- bełê: «boz be leřî»... natwanim bîxwênmewe?

- her emşew detdemê. beyanî tawhełat debê bîbem bo hewałî xalîd.

her le nwêjî şêwanewe, ber lewe hîç bixiwênmewe, be pelepel be mîdad ta bereberî tawhełat ser leberî kitêbe borim nûsyewe. jimarey sefḧekanîşim nîşan kird ke basî kurdî tyaye. kitêbêk pitir le çwarsed řûpeř bû. tawhełat kitêbim dawe; gutim: çawêkim pêda xişanduwe; zor başe! emcar be kawexo herçî derbarey kurd û kurdistan bû cyam kirdewe; ke le fiłan řûpeřda wa dełê û le fiłan cêda, wa.

- apo ’usman firya kewe!

- her zor zû kirdye namîlkeyekî serbexo. pêşekîyekî be ’arebî leser nûsî ke: ba bimirin ewaney dełên şyû’î bo kurdistan ḧewl naden û baweřyan be qewmyet nîye!

- çonî çap keyn?

pîlî kêşam bo çapxaney tereqqî le geřekî şî’enşînî şam. gutî: ’ezîz eme çap ke; nawî xotî lê mede!

dyare qaçaẍe?

- bełê?

- formeyek çil lîrey ḧeqe ke hezar nusxe bê.

her be çwar řoj amade kira. apo û min, ca be baweş hełgire û be çapxaney ’êraqî û komonîstanî sûryewe bigeřê. her yekey ser û nusxe be xořayî wergirin. hewałî xalîd cemalî hênabuwe darî semawatî:

- be min dełên kes neydîwe û kes naybînê û qiseke lenaw xomanda demênê; keçî deçî paş mile ew gûkarîye dekey; ke nirx û î’tubarî markisîsmî řasteqîneş le berd dey?!

- hey be tełaq! hey be qebrê lînînî çotê! ’îlim û xeberim lê nîye; dyare pyawî amrîka em kareyan kirduwe!

bełam bêbehre bû; cemal tiřo kira. wek dermanî çawêşe le nusxekan degeřan koy kenewe û bîsûtênin!