çend qisey xoş

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  1578 views

pîremêrdêkî mil çirçî be nîxenîxyan nîşan dam, le qawexane wenewzî deda. ewraqim le pêş dana. kabra lepişt ’eynekêkî kilk barîkî melayanewe tozêkî lê moř bowe. çû nazanim le kwê defterêkî berg řeşî perpûtî zor zelamî hêna; tawêk peřpeřî kird.

- bełê, be biray xom biłêm, ’erefatî babî ’îsa her le zemanî ’usmanîda çil û pênc lîrey małyatî be řêgeda řoyştin le sere.

- mamosta gyan! bîstibûm małyatî hewa hełmijîn hebuwe, ewem nebîstuwe!

- to mindałî! çit bîstuwe?!

- ew ’îsaye zor feqîre, min pûłî bo dedem. tikaye seng û sûkî degeł bike.

oyan boyan pêk hatîn; hejde lîrem daye û nûsî qerizdar nîye. namem bo zebîḧî nûsî: ew ’erefatey babit - wek segî pê sûtaw - hênde geřawe, bayî çil û pênc lîre małyatî toz le wiłatî împeratorî be ba kirduwe!

«’ereb şemo» le kitêbî berbangida dełê: «eger me’mûrêkî turkan le her małe gundî yek nanî xwardiba, debû pûłêkî biden be nawî mîwanane!».

ewsa ke hejde lîrekem da, sê lîrem le gîrfanda mabû. le dêrîk heta tirbespî sê lîrey kirê řêga bû. řast řûm kirde garaj. kabrayekî delak pêmewe nûsa:

- seyday beřêz! fermû lade, be xwa çayîyekem le la dexoyewe.

herçî qune cořem kird, kêşamye dûkan û le ser yek deygut: «to mayey şanazîy kurdanî»!

- de qurban ba řîşt bitaşim, ew fexrem be nisêb bibê!

- bîtaşe!

çeqoyekî be řîşmida hêna, gutî: pîroz bê. kuřêkî de dwazde sałey gutî: babe çeqoy bo pêda bênewe, zorî tûk pêwe mawe!

- biřo ḧeramzade, seyday wa beřêz çon hênde ’ezyet dem?!

hestam, gutî: seyda ḧeqim çwar lîreye! le şamîş dû lîre bû!

sê lîrekem derêna:

- lewe zyatirim nîye.

- başe xatrî çawî to! to fexrî kurdistanî!...

naçar be pê milî řêm girt. debwaye heşt se’at řê bipêwim ta degemewe. birsîşim bû. nîw se’atêk řoyştim; xwawřastan tûşî ḧemeşerîf ḧaco hatim û hênamyewe tirbespî.

řojê ḧesenaẍa gutî: da bizane em nameye çîye? ewî boy nûsrawe, nenasrawe. leser paket nûsrabû: «biray beřêz mûsa ’erefat». dîwî jûrî name bo min bû. ẍefûr kerîmekey le seferî řomanya serokman bû eḧwałî pirsîbûm. ew kere ke zanîbûy zebîḧî nawî ’îsa ’erefate, lay wa min - ke řefîqî ewm - debê nawim mûsa ’erefat bê! le tirbespî aẍakan kitêbxaneyekî qişpîlaneyan hebû; xełkî dîkeş hebûn kitêbim lê werdegirtin. sem’an nawêkî kildanî - midîrî postaxaney gund - carê gutî: were kitêbit bidemê bo mangêk beste; xo to dinyat weřez kird. her kitêbê deybey her şewêke, deyxiwênyewe û dełêy î dîkem denê! degełî çûmewe mał. baweř ke kitêbêkî şan dam be hîç ḧembałêk nedebzût.

- eme şerḧî tewrate; bo to başe!

nemwîst.

beqał bezazêkî ermenî - ke nawî se’îd û kurdî tewaw ’eyar bû - gutî: małman le gundêkî ber çyay tořs bû. fermanî qiřanî sułtan derçû; řamankird. le řê şwanêk tifengêkî řadaştimê:

- se’îd to fiłehî! xot megoře detnasim; debê bitkujim!

- bira dezanim demnasî û şwanî gundî xoman bûy. nakirê çareyek bidozyewe û nemkujî?

- bełê şadew’îman bêne! musłiman be! natkujim!

- dey to pêşim kewe! min nazanim şadew’îman çone.

- ha! ha, be xwa minîş nazanim!

- desa were bimkuje!

- na! na! biřo!!

her ew gutî: çend ermenîyek - lew teq û řeweda - çend kurdêk hatne ser řêyan. yekyan bewanî tirî gut: min dezanim xom be musłiman nîşan dem, herçî pirsîyan min cwab dedemewe. êwe wist bin. eger hat û le yekêkî êweyan pirsî erkanî îslam çende! biłê pênce. ew dem xom le batyanî cwab dedemewe. geyne řêgrekan:

- êwe felen!

- qurban be serit musłimanîn û hemû dab û destûrî şer’î dezanîn.

- le yekêkî cige lewe depirsin:

- erkanî îslam çendin?

- qurban ḧewt!

lêy řadesên.

- kake! ewe tirsawe; dena dezanê pênce!

řizgaryan debê. ke dûr dekewnewe, pêy dełê: segî segbab! nemgut biłê pênce?

- heho! heho! ewe be ḧewtîş řazî nebû! bimgutaye pênc her serîşî debřîm!

yek le dostanî qamîşlîm «mela eḧmedî namî» bû. kurdî çak û şa’îrêkî tebi’ řewan û ferhengêkî kurdî - ’arebî nûsîbû ke bedaxewe çap nekira û degeł şî’rekanî wa bizanim fewtawe. çawî le małî kes nebû. swałî le aẍayan nedekird. xanûyêkî şiřî hebû; baẍçeyekî têda bû; binemêwêkî têda. mayey jyanî gełamêw û teřepîwazê ke deyçand û hêlkey çend mirîşkan bû ke řaygirtibûn. carêk wek zor carî tir çûme małî. her le derkêwe bangî kird:

- hejar were, cêjne. daykî samî be hêlke û şorbaw minîş û toşî kuşt! emřo dû mirîşkit bo serdebřê.

- xêre?

- mirîşk qiřyan pêwer buwe; demirin.

- dukturî mirîşkan lew şare nîye?

- bełê heye; bełam çon biçim? pêm ’eybe.

pelamarî kełeşêrêkim da û degeł namî çûyne duktur. gutî ta’ûnyane; areqî zeḧlawî ’îlacyan deka.

- pekku! ca çon be ser û mêzerêkewe biçim areq bikiřim?!

- toy nawê... çûm nîw butił areqim kiřî. yek be yek mirîşkekanim degirt, serudû kewçkî ça, areqman de gerû dekirdin. mirîş serêk detasan û mat dekewtin. lepiř bezme emma bezim! mest bibûn! seyrêk bû nebêtewe! her çî ḧałî zor şiř nebbû, ça bûnewe.

carêk seretay řemezan, le şam degeł namî le utêl bûyn. wetaẍeke sê text bû; textêk bê mîwan ma. beyanî ke hestayn, kabrayekî zig zilî řeng tułxî tiryakîyane û çawtengî le ser nustibû; fote ḧemamêkî sûrî wek berhełbêne be qedewe bû. gutim: namî! ewe xełkî beḧreyne. ew nustuwe, min basî bo dekem: dełên xełkî beḧreyn û hêndêk lew emîrinşînaney xelîc, kuř mare deken! namî gutî: to bo bew diroyet baweř kird? musłiman çon karî wa deka? kabra we xeber hat.

- bira xełkî kwêy?

- beḧreyn. min bêsewadim; dekirê nameyekim bo binûsin?

- bełê.

kaẍez û qełemim hêna: fermû!

name bo yekê bêrûtî bû ke: mirwarî zorim hênawe, bo mangêkîş mîwantim...

- bo çî mangêk demênyewe?

- le tirsî řojû girtin. her kes řojû bixiwa, şeş mangî degirin.

- ḧey ḧey! leser řojû şeş mang ḧebis, keçî hetîw mare deken û xeber nîye!

be pêkenînêkî giřewe: xo na, le patextî beḧreyn mare naken. le «twêse» - ke le nizîk «mename»ye - şêxî hetîw marekirdinî lêye. pêşî dełên «şêx xens»!

namî demî gezêk dapçiřandibû, zeq lêy deřwanî: «pekû lewê ’ecîbê!».