naw feqê

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1137 views

wa dyare beşî qutabxane çûnim be ser çûbû. birdyanme ḧucrey mizgewtî hebasaẍa ke bibme feqê. mamostakey minyan pê sipard, yekê berzebałay řîşpanî mûřeş û çawzeq û lûtberanî bû ke be «mela se’îde şête» menşûr bû. yekî tirîş lay ewî dexwênd: yekî topełey girdebney çawzerdî gwê teşkebere bû be nawî «feqê bayz». ber le hemû karîk fêryan kirdim ke çon êwarane be małanewe bigeřêm û hawar kem: «nanî feqê řeḧmetî xwatan lê bê»! nanî geřek biçnimewe û bîhênmewe ḧucre. be çend řojêk şerim kirdin û mîngemîng, lew sinḧate cwane řahatim! biřyar dira dersî «gułistanî se’dî» be saye bixiwênim; ca paşan bigeřêmewe û be manawe pêm biłên. qur’an xwêndinekeşim ewe le cêy xoy; debê her xetmî kem û zorîşim řewan bê. mela se’îd her ’erebî kitêbî dezanî. tenanet neydetwanî nawî xoy beřewanî binûsê. meşq û xet û farsî le milî feqê bayz bû.