bełay gyanim: ’ebduřřeḧmanî sofî mîne (zebîḧî)
řojêk wek bełay nagehanî mindałêkyan hêna ḧucre ke be temen le min bawxoştir û be bała le min kurtebałatir bû. yekêkî sûrî çawzît, lêm bû be ’îzrayîl. debwaye ewîş gułistan bixiwênê. hetîw ewende zîrek bû ke nebêtewe. min be hezar gêre û nêre dû xetim řewan dekird, ew peř û dû peřî tê depeřand. wek agirî qudretî wabû. ca were zille û çepok bixo, ke bo ew hênde û hêndey řewan kirduwe û to her mince-minicit dê?! her leber xomewe le xuda depařamewe ew bedfeře bimrê û le koł dinya bêtewe. nawî ewîş «’ebduřeḧman» kuřî «sofî mîne»bû; ke le dwařojda be nawî «zebîḧî» nasra. zebîḧî wek min feqêy daymî û řesmî nebû; dersî dexwênd û degeřawe małe xoy. wirde-wirde pêkewe bûyne aşna û le dersî gułistan yarîdey dedam û ew aşnayetîye pitir le penca sal dewamî kird û êstaş her dostime.