hawînan le ladê

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1281 views

çunke daykim be nexoşî sîl mirdibû, tirsî ewe hebû ke minîş girtibêtmewe. debwaye ta dest deřwa û delwê, le heway safda bijîm. le layekîş babim way dewîst kuřekey xilîsk û xawî şaristanî nebê û be jyanî zibrewe xû bigrê. hemû beharan û hawînan deynardime ladê, yan deçûme «maswê daymaw» le hewarî «małe mame seyd» ke «seyd miḧemmedî lacanî» naw bû; min pêm degut mame seyd. yan le gundî «sarewanan» le małî xałanim dejyam. le řastîda jyanî mindałî le ladê hîç jyanêkî şaristanî nagatê. padşay bê cuqqe, mindałî ladêye. her le tawhełatewe be deşt û kêwda bereła debûyn; hêlane mel bidozewe, dawî bo danê, hêlkey lê bidze, biço bêstanan, be dar hełgeřê. xo êware her basî nakirê; se’atêk pêş gařan hatin, berew gařan ẍar de û le řê tûşî be û pêçî ser yan tîtołe piştênd, demlî kerêkî řûtî bê cil hałêne û xoy bawê serê. ker berew mał řadeka, cûte dawê, hełdetîzênê, aza be û xo bigre nekewî. řenge pitir le bîst car lew gałte xoşeda serim şikabê; bełam serişkan le řêgey kerẍardanda xełate!

le xałozakanim dû haw’umirim hebûn: «ḧemedemîn» û «mame řeḧman» ke degeł ewan zor keyfim saz bû. ḧezim dekird her kwê zor biłînde biçme serî û bizanim lewdîw çi heye. zor car be tenya milî řêm degirt û be çya hełdegeřam. carêk lew carane ke demwîst biçme ser dundî qûçî kêwî «humam» le «maswê», zorim pê çûbû; małe mame seyd weyanzanîbû mar le deşt pêwey dawim. bibuwe hera û hawar û çend kesyan xistibuwe şwênim ke bimdoznewe. ewan lêm nahumêd bibûn û min bo xom hatmewe.

degeł şwanî małe mame seyd deçûme ber meřî, nawî gij û gyam lê depirsîn; çîrokî xoşim lê debîstin. bo nasînî ḧeywanan bibume pispořîk, şwan aferîmyan lê dekirdim. nan û şîrim degeł dexwardin û le ser ’erzî řût denustim û tewaw nazdarî şarim lebîr deçû.