çon fêre qumar bûm?

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  1526 views

qise qise dênê: ew demaney ke le tereẍe dejyayn, be dest emnîye û me’mûrî dewłetewe jyanman ceḧendem bû. řoj nebû desteyekman lê peyda nebin û teşqełeyekman pê neken û bertîlman lê nestênin. cilkî kurdî, tûtin û peřî naw qutû, kem xizmetî xoyan û espyan be gunahî gewre dejmêran. hîç neba fîşekyan dexsite małan û deyangut çekit heye. ême ke hemû feqîr bûyn û bertîlman bo hełnedesûřa, tewaw le peřupo bibûynewe. leber çawî min ewendeyan be qamçî le feqîrêk da ke wezkî da û dway dû řoj mird. gunahî her ewe bû ke zor zû ciłewî espî emnîyey negirtuwe...

serbarî behaney tûtin le mała bûn û tometî qaçaẍçîyetî û biřubyanûy bêpsanewe sałêk kewtine gyanman ke genim be dewłet bifroşîn û «nîme» qibûł nîye. hemû çarman leweda dî ke êmey wirdemalîk le şarî sabłaẍ xo bişarînewe û le ladê berdestî me’mûr nekewîn. çend kesêk le (tereẍe) û (qerełî) řêk kewtîn, çûyne şar û le xanêkî keran damezrayn. wetaẍêkman bekirê girt. řojane le tirsî me’mûr ta êware derkeman leser xo dadexist, şewaneş ta lay řoj qumarî peřman dekird. bełam çon qumarêk? şew ta beyanî kes le qiřanêk û dwan pitrî nededořand û neydebirdewe.

jinî kabray xançîman fêr kirdibû, eger me’mûrî dedî, heray dekird: «kiş kiş heło hat», dergeman gałe deda û hestiman le xoman debřî ta heło nedema.

xançîyeke dû jinî bûn, yekyan pîs û pîr, ewî tiryan lûs û cwan û mindałkar. şewane ke qumarman dekird, ḧeqî pê çiray qumar -ke de yekî birawe bû- be cwaneke degeyşit. ca çunke minî be lebar û cwan dezanî û keyfî be min dehat, axrî şew paçrakey be dizîyewe dexsitewe gîrfanî min, wata hemîşe nedořaw bûm. heqî ker û êstir û bargîn şewane qiřanêk bû, heqî pyawan dû qiřan bû, yanî her pyawêk be dû ker dadenra!

şewêkî zor sard, yekêk le ême leser dirawî ka, degeł pîrêjneke bibuwe şeřyan, hemûmanyan derkird. sîpał debin hengiłda, beser sehołda xirmexirim be kołanî şarda berhełda, le cê xewî şew degeřayn û sê kes bûyn. jûrêkman peyda kird, bê’agir, bêderga, petûyekî le cêgay derga pê dakirabû. xanexwêşman kabrayekî çardaweřû bû. hêndêk řejîman le miqełyekda geşandewe û leber çiray newt milman le qumar na. xanexwêkeman xoy kirde pay qumar. heqî ew şewe û şeş ḧew qiřanî xoymanî lê birdewe. be dizî jinekewe qend û ça û îstîkan û çekuç û tenanet miqełî û maşekeman qebłand û lêman birdewe. beyanî jin begjî dahat û zîqandî, lay ême girya, ta şitekanman dawe û řoyştîn û hatînewe gund.

ew fêre qumar bûne, herçend le hîçewe û bo gałte destî pêkird, lêm bû be nexoşîyekî giran û le ladê her degeł ew lat û lûte wirdemalîkane demkird û zor caran zorim dedořand. şewêk le bokan tûşî qumar bûm, çil timenêkim pê bû kelupelî małî pê bikiřim hemûm dořand. bo ewe ḧeqî cê xewm pê nemabû, nîweşew çûme ḧemam. le ḧemam kabrayekî aşnam dît, daway qerzim lê kird, be hemû hêzî xoy pênc qiřanî damê! be destî betał û henasey sard hatmewe tereẍe. qumarbazîyekem lê bibû be xû, destim lê bernededa. şewêk ew řefîqe sałḧanem tenanet maynekeşmyan lê birdimewe. dwayî bezeyan pêmda hatewe û lêyan nestandim. nazanim çon bû ke diłim be carêk le qumar hełengut û be bê swênd xwardin terkim kird û lebîr xom birdewe.

dway çend sałêk ke «hêmin» jinî dêna û min birazawa bûm, şew lêfe bo mîwanan -ke yekcar zor bûn û ḧîsabî ew hemuwane nekirabû- zor kem bû, babî hêmin gutî: «bew şewe çarey nwên çon bikeyn?» gutim: «êcaze bide min deykem, to biçorewe mał». peřî qumarim hênaw xełkim be qumarewe sergerm kird. ta beyanî kes lêfey newîst û nenust. xom şitêkim dořandibû bełam ne zor. cige lew care taze hergîz destim bo peřî qumar nebirdewe û lew beła gewreye xom řizgar kird.