xetmêkî qur’an be bertîl

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1205 views

her ew serubende, kone aẍayekî kurd ke meḧmûdaẍay segenêryan pê degut be me’mûrîyetî dewłet hate serman û ewîş wek hemû me’mûrî tir le bertîl degeřa. min hîçim nebû bîdemê, ewîş sûr bû ke her lêm bistênê, dena kiławêkim bo dirust deka. le řûy naçarîyewe gutim:

-aẍa, merḧûmî babit le xaneqa nêjrawe. pûłim nîye, bełam lebatî ew bertîle xetmêkî qur’an bo řûḧî babit dexwênim!

zorî lê xoş hat û pêk hatîn, bełam êstaş ew bertîle qerizdarim! her em çîrokem bo qizłicî gêřawe, ewîş be têkdanewe kirdûyete kurte çîrokêk le «pêkenînî geda»da.

jyanî tereẍem cige le mitała û tirsî me’mûr bexořayî deguzera. payîz ke kasbî deşt nema, êwaran le serbanan degeł pîrepyawan û leber derkan degeł kone pîrêjnan û şewane be gorewî bazî û gwêgirtin le bend û baw û ḧîkayetî qedîm û le befirbarînda be tepke nanewe û řawe kerwêşkiman řadebward.

ḧîzbî xałe mela ke hîç nawîşî lê nebrabû serbexo pûçabowe û le peywendî dostaney asayî tênepeřî. her ke be hatnî řûsan, şîrazey dewłet le mukiryan hełweşa, «’ezîz zendî» nawêk ke be «’ezîz ełmanî» denasra û pyawêkî zor zana û demparaw bû, çend kesêkî bang kirdiwe małe xoy ke min û zebîḧîş degełda bûyn, gutî be serokî xom «ḧîzbî azadîxway kurd» dirust dekem. bê lam û cûm qibûłman kird. zor kesî tirîş hatne naw ḧîzbekey. ’ezîz zendî bo teblîẍatî ḧîzb geştêkî kird. şêx miḧemmedî xaneqa, xelîfe mela ’elî zenbîlî û zor aẍay tirî kirdibuwe dostî xoy û bełênî hawkarî lê sandibûn. heta seqiz hat û geřayewe. çûbuwe tewrêz, zor ermenî tewrêzîşî kirdibuwe peyřewî xoy. be tentene û senteneyekewe degeřa, çendîn kêşkiçî ermenî le dwayewe deřoyştin. paşan řast yan diro gutyan le heman katda pyawî dewletî êran buwe û pûłî lê sandûn ke nehêłê bîrî azadîxwazî pere bistênê. be naşkurî nałêm ewîşman lê pûçeł bû.