kurdayetî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 9 minutes  2216 views

wek me’lûme le seretay îslamewe hemîşe gelî kurd jêr destey bêgane buwe û hergîz řojêk wek lazme azadî kurd û kurdistan xoy nenwanduwe. ca eger le çing emewî û ’ebbasyanîş derhênrawe, çote jêr barî turk û êranewe. wiłatêkî sext û şaxawî û gelêkî zor le şeř aza, zewî û zarî be ber û bûm, kirawete meydanî şeřî turk û êran û her kameyan wîstûyane kurd be kuj biden û bîkene bełagerdanî xoyan. nexwazeła le dewranî sefewyekanda, le paş ewey kurdêkî jengawî xoy kirdote şêxî serbemał û le êranda perey sanduwe û mirîdî zorî pêkewe nawe û be nawî «şêx sefî erdewêłî» nasrawe û zimanî turkî kirdote zimanî ehlî terîqetekey xoy, kuřanî ew wîstûyane behrey syasî lew terîqete wergirin, bûnete şî’ey zor diłgerm ta bitwanin be çalakî berberekanî zorbey sunnî mezebekan biken û êran bo xoyan saẍ kenewe. sułtananî ’usmanîş xoyan kirdote parêzerî sunnî mezeban û hemîşe ew dû hêze be gij yekda çûn û kurdî têda małwêran buwe. em base zor qûłe û zorî leser dwawin, nayewê be dirêjî lêreda basî bikirê. bełam ewende heye ke setan sałe hîç kurdêkî êran nebuwe ke řikî zorî le destełatdaranî şî’e mezeb û be giftî xoyan le ’ecem nebûbê. her beçke kurdêk le heweł çawkirdinewe û ziman girtinewe be awate le çing ’ecem řizgarî bêt. ’ecem wate êranî desełatdar. bełam çunke kurdî mukiryan her karbedest û polîsî tirk zimanyan nardûne ser û cezrebe û azaryan lewan dîwe, nawî ’ecem bo tirk zimanekanî cîranyan bekar deben.

minîş wek hemû mindałe kurdêk her zimanim pişkutuwe û hatûme řîzî mindałan, buẍzî ’ecemim degeł şîr miştuwe û be dił naxoşim wîstûn. gutim le ḧew sałanîmda gwêzim pêkda deda û ewî bişkaye demgut ’ecem şika. zorcar leber xuda depařamewe padşayekî kurdî çikole û cwanim be nisîb bika. le gemey şewaney geřekda debûyne dû destey ’ecem û kurd, debwaye şeř bikeyn û ’ecem bişkên û kurd serkewn.

babim le turkye mela se’îdî bedî’uzzemanî dîbû, zor be mimbarekî dezanî, ke bîstibûyewe le layen sułtanî řomewe kujrawe, cige le naxoşewîstî ’ecem, cinêwî be turkî ’usmanîş deda û be kafrî dejmardin. derbarey kurd azad bûn û le dest dujminî kafir řizgar bûn, lay hêndêk le mîwan û hamuşokeranî basî dekird. çend lawêkî sabłaẍî ḧezyan le qisekanî dekird û zorcar dehatne lay ke gwêy lê bigirin.

min û zebîḧî mindał bûyn û leber xomanewe be endazey ’eqłî mindałî keyfiman be kurd dehat. zeman zemanî řezaxanî pihlewî bû. kes neydewêra bîrîş le kurdî nûsîn bikatewe û nawî kurdî xwêndunewey way lêhatbû, eger kesêk basî bikirdaye, sereřay cinêw, dekewte ber tîz û beşer û şeř û debû be gałtecař. lebîrme řojêk zebîḧî lêm peyda bû. îşaretî bo baxełî kird. gutim çîye? gutî ba biřoyn dezanî. le şar derçûyn. le nizîk pirdî sûr giře berdêk hebû, binî hiłoł bû. xoman le ber çawan win kird û kitêbî derêna: «encumenî edîbanî kurd» ke hî pyawêke be nawî «emîn feyzî beg» û le sałî (1339 k - 1920 z) le estembûł çap kirawe. piř bû le şî’rî şa’îran. ca were û bitwane saẍî kewe. her çonêk bû teqe teqêkman lê dekird û beşî xoman -ewîş be ḧałî seg- lê hełdekřand. çend řojêk ew kareman kird. řojêk tûşî şî’rêkî şêx řeza bûyn û dequř gîrayn:

xizmîne meden pence legeł ’eşretî cafa
(mêrûle neçî çake be gij qulley qafa)

demanxiwênd: «mêrû, le pixê çake be kesur qulleyî qafa!», min demgut lenge, deygut axir yanî çî lenge? demgut nazanim, bełam dezanim nemanzanîwe. fikir, fikir, xwaye çî bikeyn û le kê pirsîn? gutim: her çend dezanim řenge lêdanêkîş bixom bełam le babim depirsim. şew ke babim xerîkî mitała bû, tozêk mîngem kird û serim xurand û gutim:

- babe!

serî hełêna:

- ha çîye?

bêdeng bûm; qirtem lê nehat. dîsan paş tawêk gutim:

- babe?

- bełê, dełêy çî?

dîsan peşîman bûmewe. ewcar hestam çûme lay dirga ke řêgey hełatin be dî bikem.

- babe!

- ey sindan! nawim lê denêy? debłê bizanim çit dewê?

- axir lêm nadey?

- na boçî lêt dedem?

- şî’rêk heye min û zebîḧî nayzanîn, pêman biłê.

gutî: zor başe, kwanê?

encumene borim le baxeł derêna û şî’rekem şanda. gutî? çontan xwêndotewe?

ke bom gut le qaqay pêkenînî da, gutî: «pyaw herçendî be anqestîş ḧewl bida nazanê way ẍełet bixiwênêtewe» boy saẍ kirdimewe û gutî : ca eger êwe kurdî dexwênnewe min zorim heye.

hestayn çûyne ḧesarî mał, giłî lada, sindûqe fîşekêkî řûsî dapoşîbû ke piřî bû le dîwane şî’rî çap kiraw û be xet nûsraw. îtir xuda wetḧesênê, dîwanî nalî, kurdî, şêx řeza, salim, ḧerîq û nazanim çendî tir, yeke yeke wermandegirt û ẍełetman depirsîyewe. sidîq ḧeyderî û se’îd ḧemeqale nawîş ke le ême be temenetir bûn deçûne řewandiz û le hatneweda çapkirawî kurdîyan le lay ḧuznî mukiryanîyewe dehêna û deyandaynê. ta zor baş xoman le kurdî xwêndinewe řahêna û bere bere demman le basî azadî kurdistan û awat xwazî řizgarî kurdewe werdeda.

nazanim çonawçon bû ke çend kesêkî tirîş bibûne awdengîman û şerîkî bîr kirdineweman bûn. le sabłaẍ «ḧusênî zêřingeran» ke paşan be «firûhêr» denasra, «’ezîzî kakaẍa» ke efserêkî polîs bû, «minyey şeřefî», «’ebduřeḧmanî keyanî», le ladê «kake řeḧmanî ḧacî bayzaẍa», «mela řeḧmanî ḧacî melay ’ezîzkend» û řenge hî tirîş ke le bîrim nemawin, wata ḧîzbêk bûyn û bê bername û tenzîm. karman her ewende bû ke degeyştîne yektir diłî xoman be awatekeman xoş dekird.

carêk zebîḧî degeł xoy birdimye małî pyawêk be nawî «xałe mela». pêm waye cige le ême de kesî tirîş lewê bûn. gutyan ême debîne ḧîzb û debê agaman le yektir bê û swênd bixoyn ke xyanet be yektir nekeyn. em kobûnewe zor mayey diłxoşî bû, kurdayetîman pitew bû. dû sê kurte basim le barey ew hawkaryewe le bîr mawe:

degeł ’ezîz û ḧusên çûbûyne qawexaney ḧîkayet xwan. ḧîkayetî eskendernamey degut. her deygut: «toz le byaban hesta, bay řeḧmet tozî lada, de ała nîşaney sed hezar çekdarî fiłan pałewan derkewt û dîsan toz û ała û fiłan pałewan...» û herwa dirêjey deda. ’ezîz ke tozêk serxoş bû bangî kird: «segbab edî kwa alay kurdistan?» û demançey derêna. xełkî qawexane be carêk tasan, ḧîkayet xwan sipî hełgeřa û lerzî û milî lê na ke: «toz hat û řabird û sed ałay nîşaney yek milyon leşkirî selaḧeddînî eyîwbî derkewt...» ḧusên ’ezîzî le çaxane we der na û min şwênyan kewtim. demançekeyan da be min ke min mindał û bê şikim, newek byangirin.

gutyan efserêkî dijban ser û binî qisey, cinêw be řegez û dînî kurdane û naw û nîşaneşî fiłane. ’ezîz xetî bo kêşa ke tembêy bika. şewêk zistan û befir le ’erzî bû. çûyne dewruberî dijban qedemman lêda ta kabra hate der. ’ezîz be heway serxoşî yexey girt û berbuwe lêdanî, ḧusên û minîş be nawî nawbijîker çûyne yarîdey û bigre kwênderêt dêşê, şil û kutman kird. dijban hatin, nawbijîker hełatin û ’ezîz gîra. wek xoy gutbûy be telefon xeber be fermanderî leşkirî sabłaẍ dira û fermanî da ’ezîzyan bo bird ke xoy tołey lê bikatewe. hemûy şewê pêkewe areqyan xwardewe û qumaryan kird û sibey ’ezîz hatewe û azad kirabû.

kuřêkî sabłaẍî be nawî ḧemîdî sułtanî ke me’mûrî dewłet bû, be sê emnîyewe hate tereẍe û daway mazad genmî lê kirdim. gutim hîçim nîye û hêşta dirwêne nekirawe û boxom com qerz kirduwe û nanî co dexoyn. qiseman têk peřî û gutî melabazî dermehêne. herçend kes ew řoje neydewêra be pyawî dewłet biłê piştî çawit biroye, min zorim řik hesta. kabram be sê timen le polîsekan kiřî, dû kesim bang kird û xom, berbûyte gyanî, «çit xwarduwe tirş û çewender». herçî hawarî kird polîs xoyan keř kird. way lêhat leser piştî bargîn dayanbest û berew şar bûnewe. minîş be řêyekî serbiřda xom geyande şar û hawarim bo ’ezîz û ḧusên bird ke le şikayet detirsim. herdûk le ḧemîd xeftabûn. her le mał derçûbû werîgeřabûnê û swêndyan dabû ke şikayetim lê naka. lew sawe me’mûrî tirîş ke hemû gyanyan teşqełe be xełk kirdin bû tirsabûn û le beranber min piřkêşyan kemtir dekird.