garsonî řistûranî xeyyam
şewêk biraderêk hat gutî: «ḧîzbî partî řayspardûm, karêkim le řistûranêk bo dîtûyewe; mangî be çwar dînar û nan û pêxor». ay lew xoşîye! řistûranêkî zor gewre be nawî «xeyyam», dû kurd be nawî «eḧmed xwaca» û «řuşdî beg» degeł ’erebêkda kirdibûyanewe. eḧmed xwaca le hewałanî şêx meḧmûd buwe; mêjûyekî be nawî «çîm dî?» nûsîwe. řuşdî kurdêkî ḧełebî bû. karî min ewe bû qapî betał leber xełk hełgirmewe; wiłat bimałim û kaşî bistiřmewe; yarîdey qapşor bikem. êwarane bîst û dû mêz û heşta û heşt kursî asin berme serban; se’at yekî paş nîweşew byanhênmewe xwar, se’at dûy paş nîweşew le serban xo dirêj kem û serî se’at pênç dîsan mil lê nêmewe. le se’at dwazdey nîweřo bo se’at û nîwêk wiçan û îstiraḧet bê. çend kesêkî tirî hawkarî têdabû ke yekyan kurdêkî sabłaẍî be nawî «miḧemmedî řeşadî» bû ke êsta zêřîngerêkî zor dewłemende. çend kuřêkî xełkî silêmanîş hebûn kebab û şerbetî mêwjyan dirust dekird. areqîş lewê defroşra.
řojane têkřa bîst se’at pitir mandû debûm û serî xom pê nedexura. nîweřo û şew nefroşrawyan dedaynê. beyanyan semûnêkî řeqhełatûy le kełkî xuran kewtûyan be çayekewe, ke be ḧebî sukerîn şîrin dekira, cîreman bû. ewdem sê desk kerewz be filsêk bû. řojêk destim bird nîwe deske kerewzêkim hêna ke bîxeme naw semûnekem. dujminî řay îmanit bê, xawen řistûran le destyan derhênam û fezîḧetî segyan pê kirdim. şełwarêkî zor estûrî pînekiraw, kirasêkî şiř û bêqoł, cil û bergim bû. pêxwas bûm. le germay hawînî beẍda hemû leşman hemîşe leber areqe ciłqey dehat; tenanet neyandehêşt nîweřoyan leber dûşî awdestixaneş aw bexoda keyn; neyandehêşt leber sêber xo dirêj keyn.
ser le hewełewe lew şagird garsonîye zor bexomda deşkamewe. be teqîyewe aman û defirim le pêş muşterî ladebird; bezeşim bexomda dehat. beytêkî mistefa begî kurdîm hatewe bîr:
bêçuwe ’eyyarî ew şa’îre, beçke aẍayekî lûskełe buwe, bêçuwe ’eyyarî min kurdistan û çendîn milyon kurdî lêqewmawe. boşî biçme sûçî meyxane û leweş řezîltir bim cêy şanazîme. îtir beřastî em beyte şî’re şerim û teqîyey labirdim û zor be řaşkawî karî xom dekird.
lebîrme řojêk nardyanme şwênêkî dûr ke qalbe sehołyan bo bênim. pêxwas bûm; ’erzî xeyaban laqî desûtandim, le tawan her ẍarim deda ke nemdewêra zor pêm we’erz kewê. zû hatmewe, xawen řistûran gutî: «aferîm zû hatîyewe; ewcar her to denêrim!!».
şewêk mîwanî bûk hênan bû; zor şilûẍ bû, eḧmed xwaca gutî: dezanî binûsî?
- bełê.
- were leber sindûq řaweste, her şîwêk deçête der bînûse.
kabray xawen mîwanîş deynûsî. ke hatîne ḧîsab kirdin, ḧîsabî kabra le hî min pitir bû. eḧmed xwaca deygut hî ew řaste; le min tûře bû ke sehum kirduwe. çeqqe peyda bû. katê le eşpezyan pirsî ḧîsabî min řast bû. xawen mîwanî nîw dînarî be xełat damê; eḧmed xwaca de destim nûsa lêy sandim.
řojname be de fils bû; nemdetwanî bîkiřim. carcare le xełk becê dema, dembird û timaşam dekird. řojêk dû polîs be baweşe kitêbewe hatin, be kabray xawen řistûranyan gut yekyan bikře. herçend zîqandî ke nakiřim, çarege dînarêkyan lê sand û kitêbêkyan bo dana û řoyştin. kabra le kitêb newî û ta hêzî têdabû fiřêy da û çend cwênêkî ḧewałey dewłet kird. çûm kitêbim lenaw xoł hełgirtewe. dastanêk bû be ’arebî ciłfey naw beẍda nûsrabû. zorim keyf pê hat ke zor wişey beẍdayyanem fêr deka, řenge bîst carim xwêndibêtewe.
řojêk kabrayekî zor beser û sîma hate řistûran. min ke çûm qape betałekanî berdemî hełgirim, be bê ewe çaw le min ka be sirtewe gutî: to hejarî?
- bełê.
- min emîn řewandizî efserî meşhûrim, wîstim ḧewlit bo bidem le seḧra ser’emeleyt bidenê; bełam lam wa başe biçîyewe êran, dełên ’afwatî şa derçuwe.
- qurban hîç zeḧmet mekêşe, naçmewe êran; naşçime seḧrat. lêre hîç nebê sêber heye; nanîş heye, zor supast dekem.
řojname nûsîbûy: «mistefa xoşnaw», «miḧemmed meḧmûd qudsî», «xeyrułła», «’îzzet ’ebdul’ezîz» ke efser bûn û çûne yarîdey barzanî, ḧukmî î’damyan dirawe. îtir řistûran her cimey dehat. kurdî beẍda û silêmanî bo necatyan têdekoşîn û lewê ko dibûnewe. lepenawe gwêm hełdexist ke bizanim xeber çîye? axrî î’dam her kiran û laşekanyan birdewe şwênî le dayk bûnyan. minîş her ewende bû le penayekewe çend firmêskêkim hełwerand.
carî wabû xwardinim le řistûranewe debirde utêlan. carêk kebabim bird bo şêx ’erebêk nawî ’ebdułła yasîn bû; le şêxe here zilekanî nêwan kût û ’emare. kebabî silêmanî zor lê xoş hat, řojî dwayîş daway kirdibû; bom bird. hêşta leber demîm danenabû, qaçim têk hała û kewtim û qap şika û kebab perj û biław bûnewe. le tirsan û le ḧîrsan firmêskim peřye çaw. gutî: gwê medeye. telefonî kird ke min qapekem şikand. dû dînarî bo nardin; nîw dînarîşî bexşiş da be xom. gutî: eger debîye xizmetkarim û detwanî le seḧra bijî, jinit bo dênim, řeşmałit dedemê, mangê de dînarîş ḧiqûq.
- çon nayem? destîşt maç dekem; jinîşim nawê. xwa řawestawit ka.
- deca sibey se’at şeş were ber utêl.
şew le xoşyan nemzanî xew çîye... şiře û petûm pêçayewe. le cengey geskidanî beyanîda, kołepişt leser şan, leber derkî utêl (şit al’irb) wêstam û nîw se’at hełlerzîm ta şêx teşrîfî hate der. têlekeyan leser maşên dabest:
- xo dezanî kebabim bo dirust key?
- na bedaxewe, bełam hemû karêk dekem.
- şiřey bo fiřê denewe! wemzanî kebabî silêmanî dezanî.
be henase sardî hatmewe cehennemekey xom û nemdezanî cwabî pirsyarkeran çî bidemewe...
małî mam ḧusên le řistûranewe çarege se’atêk řê bû, nîweřoyan naçar deçûmewe ewê awim bexoda dekird û biřêk řadekşam. řojêk lem řêgeyem tûşî miẍazeyekî kitêbfiroşî bûm ke hemû kitêbekan basî ayînî xaçperistî bû. tabloyek be pencerekewe dirabû: «řojname xwêndinewe bexořayî». bexwa başe, ba biçim. kabrayekî pîr, heşta - newed sałe, lût kurtî sûr, gwê pan, leser kursîyek qût bibowe, cêgey nîşan dam. dû lawî ’arebîşî lê bû. piřim be řojnameda girt û be xoşîyewe lêm deřwanî. gutim îstiraḧetî nîweřom lêre deguzerênim. çend tabloyek be dîwaranewe bû, nûsrabûn: «eger micadeley dînî deken hergîz tûře mebin, be zimanî nerim û xoş yektir bidwênin». kabra ke bo bexêratin dwandimî gutî: «be lehcetda wadyare ’ereb nît».
- kurdim.
be kurdî gutî: «zor baştir, min sî sał le sabłaẍ û de sał le tewrêz jyawim, teblîẍatî dînî mesîḧîm kirduwe. êstaş ewa tercemey kitêbêkim be desteweye ke be farsî biławim kirdotewe û deykem be ’arebî. xo farsîş dezanî?»
- boçî, kem ta kurtêk.
- ba biřêkit bo bixiwênmewe.
- bexwa min hatûm řojname bixiwênmewe.
- na, debê her gwêm lê bigrê, zor be faydeye.
milêkim lar kirdewe:
- bełê bifermû!
- řojêk le řojanî behar kerbelayî zînel’abdîn û yûsfî hawakyan çûbûne seyran le şagułî. yûsif xerîkî ça lênan bû; kerbelayî nwêjê dekird. le demî nan xwardina yûsif pirsî:
- çend sałe nwêj dekey?
- çil û pênc sał.
- çend nwêjit kirduwe? çend řikatî têda buwe?
- nazanim.
- min ḧîsabim kirduwe, dekate ewende hezar řikat. ew hemû musułmane le dinyada le hemû řikatêkda leber xuda pařawnewe: bimanxe ser řêgey řast, edî xuda key du’ayan lê qibûł deka?!
gutim: «besme, tigeyştim. cenab fatîḧa qisey xudaye, fermanî dawe musułman le řikate nwêjda bîłên, wek eweye ke êwaran serbazan fêr kirawin biłên bijî melîk, fermane; du’a nîye. řenge to qur’an be qisey xuda nezanî?»
- şitî wa mełê, qur’an zor gewreye, le çend cî be aşkira basî mesîḧî têdaye ke le fûy xudaye.
- beh beh ! çend mibareke! lat waye hîç qisey pêẍemberî têda nîye?
- bełê, ewane «qul»yan têdaye, wata: «biłê» bêşk fermayştî xudaye.
- kewabê miḧemmed bê qulekanî boxoy lê zyad kirduwe ke qur’an dełê: «herkes cige le îslam dînêkî dîke hełbijêrê lêy qibûł nakirê» qisey xuda nîye?!
- min ewe nałêm...
- to biłê! şerim û teqîyey pê nawê, were herdûkman biłêyn miḧemmed be nawî xudawe ayetî xistûne naw qur’an û dizî kirduwe. kesêk diz û buxtanker bê bo pêẍember nabê. ewsa were pêm biselmêne ke miryem le fûy xuda awis buwe û ew kiçe cûleke cwane kes laqey nekirduwe!!
- kuře to dełêy çî?! qur’an aşkira dełê.
- gutman qur’an biřway pê nakirê çunke xawenekey be zimanî xwawe hełîbestuwe.
- ca dełêy çî?
- dełêm ew hemû musułmane derbarey pakî miryem û ’îsawe be hoy qur’anewe demyan bestirawe, îwe ḧewl biden qur’an zor çap biken ba musułman hemû bizanin ke mesîḧ zoł nebuwe, çartan her eweye.
- to nawit çîye?
- ’ezîz.
- ’ezîz heste biřo, carêkî dîke neyewe em dûkane!
kilk le gełozda derkewtim û pekî řojnamey bexořayîm kewt. ḧuznîm webîr hatewe ke leser şafî’î têhełdanî xwardibû...
dû mang lewpeřî çewsanewe karim kird. mangî yekem gutyan dwaye ḧiqûqit dedeynê; mangî dûhem gutyan nîmane û naydeyn. ḧemey řeşadîş wek min heşt dînarî dû mangeyan nedaye, gutî ba şikayet bikeyn; gutim min naykem; ew çû dû polîs û derecedarêkî legeł xoy hêna. gutyan: «ḧeqî ew feqîre bo naden?», xawen řistûran gutî: carê fermûn îstiraḧetêk biken», butłê areq û kebabyan bo birdin. têryan xward û ḧemeyan weber şeq û zille da:
- namerdî lat! ew pyawe necîbane çon heqî to dexon?!
min her ewendem bo kira ḧesîr û pebuwekem leser şan danêm û bêmewe lay mam ḧusên.
le řistûranekeda namem bo kiřêkarekan denûsî ewanîş tîẍî řîş taşîn û sabûnyan bo dabîn dekirdim, pekim leser ew dwane nedekewt. řojêk kirêkarêk ke çend car namem bo nûsîbû gutî: «were leser ḧîsabî min biço lay qeḧbeyek»
gutim: «çendî tê deçê?»
gutî: «nîw dînar»
gutim: «kake çarege dînarêkim deye û naçim»
gutî: «sa bexwa neçî filsêkit nademê!»
pêm seyr bû: çone bo karî xirape wa diławan û bo xêrêk wa diłkiwêrin?! zorbey xełkî tirîşim wa dîwe, nazanim suř çîye?...