ḧembałî ber utêlan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  956 views

destim kird be ḧembałî kirdin; bełam ḧembałîyekî lokis. deçûm leber utêlî gewre řadewestam, garson bangyan dekirdim, çemedanî mîwanan ke deřoyştin berme der û boyan bar kem. xoyan û xudayan şitêkyan dexsite miştimewe. şewaneş leber heywanî dîwexanî neqîb lêy werdekewtim.

seyd ’asim mird. amozayekî pîrî ewyan ke nawî seyd biraym bû kerde neqîbî ẍews. mam ḧusên lay neqîbî taze be nokerî daymezrandim ke mangî çwar dînar û nan û pêxorim bidatê. gesk lêdan û kaşî małînim nema. ḧacî ḧesenêkî efẍanî, ḧacî keramet nawêkî pakistanî, eḧmed nawêkî hîndî kare giranekanyan dekird. karî min ewe bû nehar û şam sînî bo seyd biraym berim û le mastaw dirust kirdinî min zor keyfî dehat.