merqedî ẍews û mam ḧusênî keřenaçî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 22 minutes  1512 views

carêkî tir ḧeme se’îd gutî: eger (’enbarî) deken karim bo dîtûnewe. dyare «’enbarî» yanî «’enbardarî» û zor karêkî çake. bełê zor memnûnîn. birdinîye lay tacrêk, tacir telefonî kird û adrêsêkî daynê ke biçin lay «řeşîd cewdet» ’embarî biken. çend utûbûsman gořê û nizîkey çwar kîlo mîtir be cadey xakîda be pyade řoyştîn. geyştîne karxaneyekî sehoł û xoman nasand ke êmeyn telefonman bo kirawe. řeşîdî xawenî karge kurdêk bû; qederêk řwanîye ser û suktiman û serêkî řaweşand û gutî: «bira ’enbałî sehoł bar kirdin karî êwe nîye; werin...». birdînye seyrî ḧembałekan, lenaw quř û teřîda tilîsabûnewe, hemû zerdî řeng tułxî be koxekox.

gutî:

- her se’atey debê kamyonêk bar ken, şew û řoj hîçyan le bîst deqîqe pitir îstiraḧet naken, hîç kargerêk dû mang berge nagrê û demrê û îdîke peyda dekem. min diłim biřwa nada êwe bikujim.

min ḧîrs girtimî, gutim:

- herçend ’enbarîm be ’enbardarî dezanî bełam ew ḧemałîyeş dekem.

kabra qibûłî nekird û bew řêge dûreda henasesard geřaynewe.

gutyan culekeyekî sabłaẍî dełałî bazaře û le xanêke. çûme lay û derdî bêkarîm le la hełřişit.

- sabłaẍît?

- bełê.

de biço lay «mineşê» biłê «yermya lawî» nardûmî.

- çûme lay mineşê, cwabî kirdim.

- ewcarîş biço...

«mineşê» ke zanî «yermya» řayspardûm gutî: «emřo bîst û sêye; serî mang were karit bo peyda dekem». xeberekem bo yermya hênayewe.

- başe řaweste.

- kuře çon ḧewt řoj řawestim? her êsta ewe le birsan quřey zigme, çwar fils şik nabem bîdem be nanêk.

- min xwardinit dedemê.

- xwa bithêłê; bełam biřyarim dawe le řencî şanî xom nebê nanî kes nexom.

herçî kirdî û kirandî faydey nebu. pûłî derêna bimdatê nemwîst, gutî:

- desa biço merqedî ẍews, ḧusênî keřenaçî bibîne û biłê yermya nardûmî; karim bideye. kabrayekî řîş sipî, lîbasî ’arebî, le ḧesarî dîwexanî neqîbî ẍews leser kursîyek beranber be qawecax qilyan awî dekêşa û lîngî leser lîngî danabû. espardey yermyam pêgut. gutî danîşe.

- çay bo bênin!

- dey mame karit heye bîkem?

- bełê min çîm kird û çîm xward toş wek min. heste ba ḧesar awpiřjên keyn.

nîweřo goşt û piław be pêy fîlan bû; zorman leber mayewe. be şermêkewe gutim:

- hewałêkim heye, detwanim tozêkî bo berim?

- çon natwanî? hemû řoj boy bere.

be piławî małe neqîbewe mijdey karim bo qizłicî hêna û geřamewe ser kar. her diłetepeşim bû ke neweka nahumêdem ken û derbikirêm.

nanî nîweřo û şewm dabîn bû; bełam berçayî basî nebû; pûłîş nebû; neşmidekira ta nîweřo hîç nexom. fikirêkim kirdewe: beyanîyan çwar filsim deda be xurma, hem nan û hem ça; ta nîweřo her dimbem dehat. ça bû şukur ew deme cigerem terk kirdibû; dena mexserey segim beser dehat.

mam ḧusên kone sabłaẍî bû, zor lemêj sał bû le zemanî ’usmanîda bibuwe cendirme; bibuwe qaweçî. paş hełgêř wergêř kirdinêkî zor core kasbî, kewtibuwe małî neqîban û bibuwe sifreçî. ca çunke zor kardarêkî lemêjîneyan bû, ḧurmetêkî zorî degîra. be neqîbî ẍewsî gutbû - ke ewdem seyd ’asim bû - ew kuře xizmime û zamnî dekem, emîne ba degeł min kar bika. jinekeşî bêwejnî eḧmedaẍa nawêk û kiçî fatme sûrî defezenî sabłaẍî bû, kuřêkî eḧmed aẍaşî pê bû; minî wek kuřî xoy timaşa dekird. řojane degeł ka ḧusên wetaẍman demałî û kaşîman be gunîyey teř destiřîyewe û ḧesarman gesk deda û awpiřjênman dekird. bo danan û hełgirtinî nan û xwanî neqîb û mîwanan mam ḧusên hemekare bû, minîş yarîdem deda. şewane çêşt û nanî zor bermaw demayewe; mam ḧusên le nêwan qaweçî û xoyda beşî dekird. kabray qaweçî ewî le xoy û małî zyad bwaye deyfiroşt, mam ḧusên beşî zyadî xoy deda be feqîran. lew çêşte zor û ḧełał û zełałey ke berhemî erkidanim bû, beşî qizłicîşim debird ke her le xaneke mabû. şewane her le dîwexanî neqîb leser nîmket denûstim. zor mandû debûm; bełam tewaw diłim řeḧet bû; karim dest kewtibû.

neqîbî ẍews

amozayekî qizłicî şîreşwaney hênawbowe, dûkanokêkî peyda kirdibû ke qizłicî şerbetî têda bifroşê. bextî qizłicî, le tenîşt ew utêlêk dirust dekira ke pêşî dûkanekey ew gîrabû; kesî pêda řanedebird. şerbet germ dadehat û sehołî tê dexrayewe û be nefroşrawî demayewe. ewîş çî lê peyda nebû.

řojêk le çêştengawda çûme lay qizłicî, bo heweł car dîtim giryabû.

- xeber çîye?

- kake ewe jyan nîye; were ba biçînewe silêmanî. hîç nebê kurdistane û aşna û řoşnayekman heye.

- to xot zanî, bełam her ga bîstitewe kelakêkî le birsan mirdûyan le kołanî beẍda dîtotewe, ewe bizane minim. yan kar peyda dekem yan be nahumêdî ser denêmewe.

- êsta pûłî qetarim heba deçûme kurdistan.

dest becê çûme heřacebazař, texte têlekanî nûstinman be çwar dînar le kabrayek kiřîbû, pêm gut: be çendî lêm dekřîyewe?

- sê dînar, ḧembałîş leser xom.

pûłim lê sand û şûtîyekim kiřî û degeł ḧemał hatmewe û textekanî bird. qizłicî bilîtî kiřî û êware lêm dûr kewtewe. wirde kelupelim hêna małî mam ḧusên û be tenya mamewe.

řojêk gutyan were neqîb bangit deka. seyre fîr’ewnêk bangî marmêlkeyek bika. çûme xizmetî. řawestabû. dwazde ser ḧacî kurd nîw dayre dewreyan dabû. neqîb pirsî: emeye?

ḧacî yek yek timaşayan kirdim; gutyan: nexêr hew nîye!

mam ḧusên ke le pişt neqîbewe bû, demdî zerd hełgeřawe û zor perêşane, řengî hatewe ber û neřandî:

- małe neqîb le paş seyd ’ebduřeḧman pyawyan lê peyda nebuwe. hîç şerim neygirtî kuřêkî ke min bûme zamin û gutûme xizmî xome be diz bizanî? beřastî neqîbêkî namerdî! neqîb zorî danewand û ’uzirxiwayî lê kird û diłî dayewe ta xawî kirdewe.

- mam ḧusên mesele çîye?

- kuře her xwa parastimî. em dwazde gwêrekeye deçne ḧec. le ḧesarî ẍews le jûrêkda bûn, yekêk çuwe xizmetî kirdûn, şitî le bazař bo kiřîwin, gutûşye min nawim ’ezîze û xizmetkarî dîwexanî neqîbim. pêy gutûn: «ḧacî, xawlî îḧram lêre be pênc dînare û le meke be bîstî naden. ser û pênc dînar biden ta botan bikiřim». êstaş ewe deykiřê! şikayetyan le neqîb kirduwe, toş ke nawit ’ezîze kewtûye ber tomet. demgut ke min nemnasîwe çon gutûme xizmime û zamnî debim, bełam ke to bêtawan derçûy, kuł û koy xom be neqîbî maker řijand!

dwayî řûnman kirdewe: ew ’ezîzey minî le batyan bang kirdibû; ’ezîz nawêkî qedbiłîndî şinoyye be nawî kelanter; gîrfanbiřêk bû le beẍdada nawî derkirdibû.

ba bizanîn neqîb çîye? be ’arebî «neqîb» yanî serdeste; «şerîf» yanê seyd û ’uladî pêẍember. binemałeyek le beẍda be seyd û serdestey seydan nasrawin û be gewreyan dełên «neqîb alaşraf» wata serdestey seydan. emane dełên ême le ewladî ẍewsîn. egerçî le řastîda ẍews seyd nebuwe; bełam tarîxî dway xoy be seydî ḧesenî danawe. mewqûfecatî baregay ẍews le mezra û dûkan û xanû le řade bedere. herçend zorîşyan weçe lê kewtotewe, hemûyan zor dewłemendî qursin. cige le darayî xoşyan, pûłî nezir û naw şibakî merqed û xêrî hîndî û kurd û ’erebyan be lêşawe. lew neqîbaney em çerxe «seyd ’ebduřeḧman» û «seyd meḧmûd» û «seyd eḧmed»yan benawbang bûn.

ewsa ke min nokerî dîwexanyan bûm, neqîb «seyd ’asim» bû. pyawêkî zor cwan û be serusîma û teřpoş bû. deyangut nwêj naka bełam hemû řojî cum’an deçuwe nwêjî cum’e û hej - no melay zigzilî fişufołî degeł xoy dehênawe bo nehar xwardin, deşyangut hemû şew areq dexwatewe û deyangut û deyangut... bełam min emanem pêwe nedîyû. hênde dezanim kiç û kuřyan le hemû kes bêşerimtir bûn, kiç nîweřût û kuř kakoł le fiř diraw, herçî pakî û xoparêzî bû řûy tê nekirdibûn. tenanet carîkyan ke lebin mêzî nan xwardin nustibûm, dîtim dû le kuře ciḧêłekanyan xerîkin pêkewe binûsên; bełam yekyan gutî: «ba lêre biřoyn newek ew kuře bexeber bê...».

seyd ’elî nawêkyan hebû; çil sałêk ’umrî debû, bergî şibakî ẍews - ke mahûtî be zêř çindirawî bû - sałe û sał hêndustanî deyangořî; konekeşî beşî seyd ’elî bû ke paçey barêkî be ḧacî û zyaretkeran bû mitferk defroşra. jinekey diłpîsî le seyd ’elî dekird. ew sałe şibak gûm bibû. řojêk jinetîw jinêkî bang kirdibuwe małe xoy karî pê sipardibû, boxoy çûbuwe małekey, piř û pêskey geřabû. şibak kirabuwe kirasî jineke; ke nawî «nûrye» û başyan nedegut. bû be çeqqe û şîře şîřêk detgut kasey qereçî aw birdûye.

seyd ’elî sîlî hebû; mird. le wetaẍêkî baregada naştyan û şibakêkyan leser qut kirdewe û her zyaretkerêk dehate zyaretî baregay ẍews, zyaretî seyd ’elîşyan pê dekird û zyaretaneyekyan lê werdegirt. xom seyd ’asmî milyonêrim dît ke serbazanî hêndî le leşkirî îngilîs dewryan lêdabû, pûłyan dedaye. îwa hebû çwar filsî dedaye, teşekurêkî lê dekird û derîdegirt.

le mukiryan bîstibûm ke eger goşt be bin sêberî ẍewsda biřwa agir karî lê naka; boye mirduwan ber le naştin debene ber sêberî barega ta agirî cehendem netwanê byansûtênê. tenanet carêk degeł «turcanîzade» çûme bexêrhênanewey «ḧacî ’ebdułłay tokmeçî» le sabłaẍ ke le ḧec dehatewe. gutî: «le beẍda min û ḧacî fiłan û fiłan çûyn le dûkanêk borekî zêřtwandneweman kiřî. hatînewe sabłaẍ, borekî min karî nekird, lam wabû destiman biřawe. çûme lay hewałekanim. gutyan borekî ême zor başe. xo hî toş her le qutuwekey ême têkira. ay diłî xafił! webîrim hatewe ke le zyaretî ẍews dermaneke deber piştêndim dabuwe!». leser ew baweřane řojêk le çawşî şêx, wata karbedestî baregam pirsî: «aya řaste goşt bikewête ber sêberî merqed agir karî lê naka?».

ziřtêkî zor zelamî bo kêşam:

- kere! řojê sî kîlo goşt dekřîn û leber sêberî baregawe dête jûr û dekirête şorbaw û dekułêndirê! îtir nemwêra basî borekî ḧacî ’ewła bipirsim!

webîrim dehatewe ke beçke xelîfeyekî bab mirdû, seferêkî de řojey kird û gutî çûme lay neqîbî beẍda kirdimîye xelîfe.

mangî řemezan têpeřî û cêjin hat. mam ḧusên zor be tûřeyî hate lam gutî:

- kuře ew dewłemende zelame, gutume em kuřeman dû mange le laye. to bo ḧiqûqêkî nadeyey? çarege dînarêkî damê ke be cêjnane bitdemê û gutuye ḧiqûq nîye, nan dexwa bese!

çarege dînarim tûř hełdawe û gutume le lat nabê.

- mam ḧusên min be nanezg řazîm kar bikem.

- na, metirse, karit her bo peyda dekem, karî ew xwêřîye meke.

lew beyneda ke nokerî dîwexan bûm, yekêk hat gutî: «ḧuznî mukiryanî bîstûye hejar lêreye». ḧuznî be casûsî îngilîs nawî ziřabû; ne’ûzubîlla; mam ḧusên gutî şitî wa lêre nîye. řojêkî dî, ser le êware seydêkî řîş sipî tenk, destebałay, lawaz, hate ḧewşey dîwexan û qisey degeł mam ḧusên kird. mam ḧusên hat gutî: «ewe seyd ḧusên ḧuznîye; deyewê bitbînê». çar nemabû. telefonêkim le duktur «ce’fer miḧemmed kerîm» kird ke demnasî û nawê zor çakî hebû, gutî seyd ḧuznî pyawî çake û dîtnî zyanêkî nîye. degeł ḧuznî bûme aşna. êstaş lebîrim naçê ke dîtmî firmêsk be řîşe sipîye cwanekeyda hatne xwar... adrêsî řojnamey «dengî gîtî taze»y damê ke xoy sermudîr û hawkarêkî be nawî «ḧeme ’elî beg» xełkî silêmanî, serhengî baznişeste hebû. carcare êcazem le mam ḧusên werdegirt deçûme lay. ew kabra pîre muḧtereme yekpê leberim řast debowe; deygut: to yadgarî cimhurî kurdistanî.

ḧuznî le gundî (nîçke)y nizîk (buẍdekendî) ser be bokan hatote dinyawe ke êsta nîçke nemawe û zemanî min şwênewarî dêyeke mabû. bawkî lew seydekanî buẍdekendî û nawî «seyd letîf» buwe û zû mirduwe û daykî «xat selma» mêrdî kirdotewe be kabrayekî wirmizyar ke «gîwî mukiryanî» debête dayk biray ḧuznî. her le mindałîyewe ḧuznî perewazey wiłatan buwe: le estembûł fêrî mor hełkenî kirawe û bew pîşewe geřawe. bote seyaḧ le kurdistanda, serî le kurdekanî turkya û ermenistan û ’êraq dawe û le zemanî fermandarî «seyd teha» le řewandiz damezrawe. be selîqey xoy kete çapxaneyekî lêk dawe, kiłîşey le dar hełkenduwe û bo yekemcar le kurdistanî ’êraqda nûsrawî be kurdî biław kirdotewe. le zemanî ře’îs sitadî «qayq kakemîn»da - ke kurdêk buwe - le ’êraq derkirawe. çote şarî ḧełeb; lewêş çapxaneyekî çikoley dest û pa kirduwe û milî le karî kurdayetî nawe. le ḧełebîş awyan debin kirduwe û bêderetan mawetewe. le seretay şeřî ałman ke feřanse le sûrye le řêgey govarî řûnahîyewe diłî kurdyan xoş dekird, îngilîs le beẍda bo kurdî zimanî xwêndewar geřawin û dawayan le ḧuznî kirduwe bêtewe beẍda û govarî «dengî gîtî taze»yan bo beřêwe berê. ḧuznî le «řewabîtî ferhengî êran û ’êraq» be nawî «’elaqatî ’amme» dest bekar buwe. le řûpeřêk û dwanda xeberî şeř û le pitir le pitir le ḧefta řûpeřda folkilorî konî kurdî zîndû kirdotewe; şî’rî şa’îre başekanî le çap dawe. êstaş herkes hemû jimarekanî labê zor bextyare û zor me’lûmatî başî lê dest dekewê.

ḧuznî le kurdayetîda sûtabû, dîn û îmanî kurdistan û azadî kurd bû. cisnî ’arebî zor naxoş dewsît. laşî wabû her bełayek le dinyada heye tawanî îngilîse, tenanet deygut: «be dûrî nazanim sitalîn karbedestî îngilîs bê!».

carê gutim: to seydî; debê řesen ’ereb bê.

pêkenî, gutî: bîstim ke ałman le xwênewe řesenî gelan denasin, xwênî xom nard û cwabim bo hatewe ke to aryayît. şukur em sey seyem le koł bowe!

carê gutî: «kuře seyrî keryetî min ke. le geşt û guzarekem lenaw kurdistanî tirkyeda, şewêk le gundêkî ḧenefî mezeb leser êmamî şafî’î ke gutim başe, ewendeyan darkarî kirdim dû řoj wehoş nehatmewe. kes neygut to kurdêkî çit le şafî’î dawe?!»

ewende gifit û lifit xoş û agadar bû, pyaw ḧezî dekird her gwêy bo řadêrê. řojêk gutî: «bedaxewe kurd çunke hemîşe jêrçepoke bûn, şa’îr û nûserî gałteçîman lê hełnekewtûn; ke gep û gałteş beşêkî girînge le edebyatda». min basî «mela ḧesenî dizłî»m bo kird ke zor gałteçî buwe û bedaxewe le birsan mirduwe. nimûney kirdey ew pyawey lê xwastim, şî’rêkim bo xwêndewe ke le merîwanewe bo feqêyekî biraderî xoy be nawî «ḧemedemîn hemewendî» bo şarî sabłaẍî nûsîwe. min wek ’adetme, le xwêndinewey şî’rî leberda çaw leser yek dadenêm. lew naweda çawim hełêna: ew pîre řîş sipîye be dest û pê semay dekird. gutî: «pyawêk denêrim ke bedû nûsrawî ew pyaweda bigeřê û le řojnamey dengî gîtî tazeda biławî dekemewe»; ke bedaxewe merg řêgey neda. emeş biłêm ke le paş nemanî şeř, govareke hełgîra û îmtyazekeyan dabû be ḧuznî; be řojnameyekî çwar lapeřî derî dekird û edebyatî kurdî têda denûsî.

şî’rekan ewendî lebîrim mawin emanen:

ay ’azim sawciblaẍ! ’irz silam ayn ḧizînPersian
bixiwan kisî ra nam aw andir dihanim angibînPersian
çabik himundî ke aw, dir wiqit ẍarit barhaPersian
birkinde bizha pust ra, dirwîşha ra pustînPersian
az nam aw pirsî agir, miḧimd amîn asimş budPersian
awil miḧimd amde, axir niqîz لاامینPersian
barî agir مرسûلەای ninuşt swî ayn tirfPersian
min’iş nibaşd zan mikan, gir ẍafil ast az ma çinînPersian
şihir sîh çişman wî himçun ẍizalan xitinPersian
ti’tîr naf dilbirş çun nafey ahwî çînPersian
pîkan mijgan sîh, bir sîney hir kis zinindPersian
فûارەاش bala rud, ta asman hiftimînPersian
berxolةٌ, dû şiḧimةٌ, taqanةٌ fî bildةArabic
qitaleٌ balẍimzeٌArabic, ba an du çişim nirgisînPersian
atiş be canha afginnid, wiqtî ke çun kibik dirîPersian
aynid bîrun az ḧimam ba an xidud atşînPersian
pişmîne puş atlisî, zingaryan tawsîPersian
cinbîdin dismalşan ge bir yisar û ge yimînPersian
lu ’anq alansan balbinit altî min qirbikimArabic
sadir şud bî axtyar, az wî ryaḧ fa û sîn (fis)Persian
dirwîşhay kułkinîn, řîş nêrî û zuřna kepo
serçolekey, gun kûleke, manind camûs bitînPersian
bînind çun an li’bitan, çun dîwşan dirbir kişindPersian
ba bołeboł û fişefîş, ba lirfe lirf û axnîn

řenge çend beytêkim le bîr nemabê.

le xoşewîstî mukiryan û taybetî sabłaẍda le řadey tîpeřandibû. řojêk ke minî dedwand û zor basî sabłaẍî kird, miḧemmed ’elîyekey yarîderî pirsî:

- mamosta wa dyare to xełkî sabłaẍit zor xoş dewê?

gutî: bełê segêkî sabłaẍim le kakeḧmedî şêx xoştir dewê.

gutim: «kake ḧuznî çunke karî îngilîsanit kirduwe, hemû kes be casûs û xeterit naw deba û minîş lam wabû tûşim bî demxoy!»

- xuda deyzanê, bełam le ’êraq derkiram penam be ’elî kemał bird ke zor destî deřoyşit. le germay nîweřoy çil û heşt dereceda le dergam da, hate der:

- mamosta xêre?

- le ’êraq derim deken.

- řaweste êsta dêm.

tawêk leber dirga wêstam. dirga kirayewe, her nûsrawêkî be dyarîm bo nardibû de baweşîda bû, leber dirga hełîřişt û dergay le řû pêwedam. zor kesî tirî wek ew, wek ewyan legeł kirdim, ke be nawî karmendî îngilîsyan hatûmewe. êsta ne şerim û ne ḧeya, hemû ew pyawe zile kurdane fexir deken ke qiseyan legeł bikem. bednawîm le naw lawe kurdekanîş her ewendeye dełêm zig êşey betenêtan nebê, êwe ’aşiqî řûs û sitalînin û me’şûqe tifîştan pêda nada. ba bo berjewendî kurdistan xebat bikeyn û le řêgey azadîda degeł şeytanîş bibîne dost. ba cige le azadî kurd kes neperistîn...

le akarî şêx meḧmûd zor nařeḧet bû, ke îngilîs kirdyane fermanřeway kurdistan; keçî be heway dîn û dinedanî turkan degeł îngilîs beşeř dehat; dena her wek yarîdey fîsełyan da û dewłetî ’êraqyan bo damezrand, ewîşyan ke cêgey mitmane bwaye dekirde dewłetokêk û le mesłeḧetyan bû. deygut: «katê xeberî têkçûnî kurdistanî mukirîm bîst, zor be tałî gilem le sefîrî îngilîs kird, gutî: ḧuznî, řefîqanî êran řastyan kird û řefîqanî kurd dirozin derçûn...».

meḧmûd eḧmed gutî: xirîkin bimgirin û ḧiqûqim bibiřn, degełim were lay ḧuznî dełên toy xoş dewê. meḧmûd wek hemû kurdêkî dîke, cûtêk simêłî sitalînî û kirawatêkî sûrî nîşaney komonîstî pêwe bû. ḧuznî zorî bexêratin kird û ke basekem pê gut gutî:

- başe herçî le destim bê qusûr nakem. bełam kam meḧmûd to dezanî ’ereb ’eqłyan le çaw daye û le mêşkida nîye, eger dekirê tozêk simêłekanit sûk bike ta bitbeme lay karbedestan.

meḧmûd xoy lê tûře kird:

- cenab to cahîlî, nazanî komonîst çîye! min fexir dekem ke be komonîstim bizanin!

ḧuznî zor be nermî gutî:

- řaste cahîlim, to detwanî be zimanêkî sade pêm biłêy komonîstî çî zor başe?

- to nazanî le řûsye hemû kes nan û karî dedrêtê?

- kake meḧmûd gyan, xo zîndanî beẍdayeş nan û karî tewawyan heye!

karî meḧmûdî hasan cêbecê kird û zorî memnûnî xoy kird. carêk basî bedfeřî hêndêk necîmzadan bû; ḧuznî gutî: «min ke le îdarey govar bûm qet neçûbûme sefaretî birîtanya, telefon kira ke sefîr deyewê bitbînê. birdimîye penayek û be sirte gutî: kurdêkî zor girîngî řûsyeman le laye; to bîdwêne û diłxoşî bidewe. le jûrêkî taybetî kurdekem dît. xwaye min wek ew kabraye binasim waye.

- kake nawit bexêr?

- mamosta ḧuznî namnasî? min ’emeraẍam, nokerî ḧacî seyd ’ewła; çendim çayî bo danawî?

-to û êre çî?

- bedbextî. seyd poşoy seyd teha hełîfrîwandim: were detkeme kurdî řûsye û detbem bo sefîrî birîtanya û pûłêkî başt dest dekewê. wa lîre wek ḧepsî wam û ewa le tirsanîş zirawim çuwe. dexîle řizgarim ke.

sefîr le derê dehat û deçû; çawenořî xeberî xoş bû. nûk û bedim bo gêřayewe. wek bîst kes qidîlkey biden milî le pêkenîn na:

- ew poşoye pitir le bîst caran destî biřîwim; bełam dîsan faydey lê debînim!

pûłêkim bo ’emeraẍa sand û nardimewe sinûrî êran».

her ḧuznî gêřayewe ke le hewlêr bûm, deçûme dîdenî ḧakmî îngilîs, melayekî lebarî kełegetim dît le dergay ḧakim kiz wêstabûm. gutî:

- seyd tuxwa wa bike ḧakim bibînim; çend řoje řêm nada.

ḧakim le cwabma gutî:

- ewe mela xelîlî gořomere; ewî pêman sipardibû, başî pêk nehêna; êsta daway pûł deka. pêy biłê eger xoy neşarêtewe polîsî ’êraq deygirin.

ewsa têgeyştim ke ew pyawe mimbarekey ew hemû menguřey be kuj da û małwêran kird, kê nardûye û řesûł nacî ke ême le sabłaẍ girtiman û derkewt casûsêkî gewrey birîtanyaye û damane dest řûsan, le xezay mela xelîlda řawêjkerî here nizîkî buwe.

«tufîq wehbî» wezîrî kar û řê û ban bû; le edîbe benawbangekanîşe, řojêk şî’rî «lêfe şiře»y min bo ḧuznî dexwênêtewe û dełê:

-kemtir şî’rî wa başim dîwe; xozge ew şa’îrem bidîba.

ḧuznî dełê:

- ewe le beẍdaye û pêxwas û řût û birsîye; bîke be kargerêkî sade.

- ey deẍîle xuznî, pêy biłê xoy bişarêtewe newek bîgirin!

ḧuznî îmtyazî mecelley «zarî kirmancî» ke le řwandiz deynûsî û lêy hełwaşênrabû wergirtewe. biřyarî da ke bîdate dest min.

beyanîyek biraderêk hat, gutî: «ḧuznî kutupiř mirduwe; ba biçîne ser qebran». çend dîmenêkî diłtezên bû: cenazekey leser xak dirêj kirabû ta qebrî tewaw debê, cige le min û biradereke hîç kesî le la nebû. bîrim le qedirnezanî kurdan dekirdewe, giryanêkî zor be kuł girtimî û pêm waye tenya kesêk ke bo mergî giryabê min bûm.

ḧuznî ke be casûs û hemekarey îngilîsyan dezanî, zor be feqîrî mird. cige le kitêbxanekey, hemû nawmałî, yek-dû beře û çwar nîmketî dar bû. minałî nebû. jinekey kurdî turkye bû. «gîw» kitêbekanî bird; nawmał bo jin ma û karekerî małanî dekird.

le katî şeřda îngilîsyan řadyoyekyan le şarî (ḧêfa) xistibuwe kar ke «mamosta goran», «řefîq çalak» û «şêx ḧese» nawêk, řojane dû se’at bernamey kurdîyan lewêwe beřêwe debird. lebîrme bo yekemcar le (gerdîlan) gwêm lê girt. řefîq çalak witarêkî leser çareřeşî kurd xwêndewe; kuł hełîgirtim û têr giryam. ewîş dway şeř hełgîra.

tûşî her kurdêkî sernas bam daway karim lê dekird. duktur ce’fer ḧewlî da bibme feřaşî medresey feylî; nekiram. mamosta qadir qezazêk hebû zorî kar be dest bû; deşînasîm kêm, lebatî kar penca filsîyekî bo řadaştim, bêdeng be cêm hêşt...