bedûy karêkda

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  1051 views

penaman be mam û amozay qizłicî bird. amozakey cemenanêkî daynê; mamîşî nisḧetî kirdîn bibîne waksî le beẍda û îtir nemandîtnewe. ba boxoman ḧewlî kar bideyn. utêl derî nedehêna becêman hêşt. kone xanêk hebû be nawî (minzil alsirur)çend wetaẍêkî şiř û şewêfî têdabû; wetaẍêkman mangî be dînarêk girt. dû textî herzanî nûstin, mencełêkî ełmunyom, dû qap û kewçkêk, ketrî û çadan û îstîkan, taweyekî quřkêşî bo cil şutniman kiřî; damezrayn. wetaẍeknî tenîştiman her yekey yekî le ême bedbextitrî têdabû. min keristem le bazař dekřî û qizłicî aşpez û çapez bû. ser û ḧesîr û petûşman hebû. be qewlî qizłicî «sîrman dexward û zuřnaman lê deda». çêştî here xoman yarełmasî û pîwazaw bû.

her le beyanîyewe ta nîweřo, le paş nîweřo ta êwarê, ser le berî cade û bazařim depêwa; be ber hemû dûkananewe řawedestam; be milkeçîyewe dempirsî: «şuẍił maku?»(karit nîye?), bo kabrayekî kes nenasî ziman nezan kar kwa? be nahumêdî degeřamewe û têrim gileyî le zemane dekird û le xemxaneda kizûle kizûle denûstîn.

wetaẍekeman dîwarekanî zoryan qełş têdabû ke piř bûn le marmêlkey małî; ke beẍdayî pêyan dełên: «bałdarî suleyman ». hatûçoy marmêlke bedîwaranda bibuwe awdengî xemřewênman. cîranêkî dîwar be dîwarman bû be nawî «sałḧ efendî» pîremêrdêkî bêkes bû; xoy be xuda dezanî. eweşman beweda bo derkewt ke hemîşe qur’anî dexwênd; car car serêkî bo badeda, lîçî lê hełdeqirçand, leber xoyewe be bołe deygut: «ba wabê!», demanpirsî: «ha sałḧ defendî?», deygut: «lebîrim nîye min wam gutbê; be ẍełetyan nûsîwe; bełam desełat çîye?!»

xaneke her ew çend wetaẍe şiře nebû. şewane pitir le sed kes pyawî bêcêge deḧesarekeyda denûstin şewî be bîst fils. awîş le boşke dekira û be destinde demandiraye. dûkanêkî kabrayekî cûlekey «mineşê» nawyan nîşan dam ke xizmetkar bo małan degrê. penam pê bird. gutî: «ne detnasim, ne ziman dezanî, eger her bitzanîba qawey tałîş dirus key şitêk bû. karî tom nîye».

beyanîyek be qirp û hořî pêkenînî qizłicî wexeber hatim:

- xêre?

- xewnim dîwe; kabrayek le xewma gutî: bo naçne merqedî ẍews bo kar bipařênewe?

qizłicîyek ke be ’umrî xoy ’aqîdey bew şitane nebû, lew naçarîyeda tewaw diłgermî xewnekey bû. çûyne zyaretî ẍews û pařaynewe; behrey neda. çend řojêkî pê çû; xewnêkî dîkey dîbû:

- kabrayek le xewma gutî: «ẍews çi kareye? bo naçîye zyaretî îmam mûsa kazim?»

naçarî hemû kar be pyaw deka. çûyne kazmên û daway karman kird; bełam le geřaneweda bîst filsî utûbûsman nebû. be pyadeyî geřaynewe beẍda. îmamîş wek ẍews gûy be kiławî nepêwayn.

gutyan: «ḧeme se’îd kanî maranî» le beẍda dexwênê. oxey biraderêkim peyda kird ke le seferî mergeweř degełî bûme aşna û mangêk le sabłaẍ mîwanim buwe. be pirsyaran dozîmewe. dîtmî girya... qewlî da karman bo peyda ka. carêk gutî: «asnigerêk denasim, tikam lê kirduwe; qewlî dawe bitkate şagird; bełam ta şeş mang hîçit nadatê».

- bira gyan wa bike řojê dû nanî wişkim bidatê qibûłme.

- nanit datê?!

boxoy kuře dewłemendêkî zor zil bû; ewendey dexo řanededî biłê min dû naneke dabîn dekem. ew kareşim be nesîb nebû.

zor lemêj bû şitêkî çewrman nexwardibû. şewêk ke be xeyabanda degeřayn, dîtman qaşe bayncanî řeş sûr dekenewe; hêndêkaman kiřî û de kaẍezmanewe pêça û hatînewe mał ke çaşî bo lênêyn û emşew cejnê bikeyn. bełam daxekem bayncan tałêk bû le quzełqurit tałtir...

qizłicî û min dû kirasman deberda bû ke herdûkyan yexeyan le piştewe zor şiř bibû. neşmandetwanî kirase konîş bikřîn. gutman ba biçîne lay xeyatêk yexekeman bo wergêřê; bełam sewday degeł dekeyn, nabê le de fils zyatir bideyn. her xeyatêk çûyn, bê sewda kirdin derî dekirdîn: «ewe karî min nîye!». kake ba xeyatêkî xwêřîley bêkarî birsî peyda keyn. be kołananda degeřayn, ’erebêkî ’egał beser lepişt maşênêkî xeyatîyewe danîştibû. be mil kizî û mînge mîng gutman:

- bira ew kirasaneman bo wergêře.

gutî: biden.

- axir çendiman lê destênî?

- êwe bênin, dwayî pêtan dełêm.

- na bexwa pûłman nîye. êsta biłê çendet dewê?

- de fils bo her yekyan.

- hey małit awa!

yexey kirasî wergêřa. diřawî lay jûreweşî pîne kird. debirman kirdewe. bîst filsiman derêna. gutî:

- hîçim nawê, bew şertey her karêkî watan hebû bênewe lam. min ’eksî cwanî xom le êweda dît.

- çon?

le necef hatme beẍda kar bikem. durmanî be destim dezanî, yek filsim degîrfanda nebû: «xudaye lekwê binûm? nan çon peyda kem?». paş nwêj bû, be bazařî eḧmedîda be xeyatanewe degeřam, be dugme û diřaw dirûnewe bîst filsim peyda kird. çûme mizgewtî eḧmedî, leser ḧesîrî ber heywan berdemorem dana nwêj bikem, micêwir hat berdemorekey fiřê da û be pałepesto derî kirdim. melay mizgewt bezey pêmda hat, xoy le micêwir tûře kird; gutî: «kuřim biřo nwêjî xot bike, eger cêgey xewîşt nîye şewane le ḧesarî mizgewt bixewe». řojane deçûme kar peyda kirdin û paş ’esir dehatmewe ḧewşî mizgewt. paş ’esir ke mizgewt çoł debû, çarege qalbêkim sehoł be bîst û pênc fils dekřî û demxiste kûpey awxiwardinewe û kes neydezanî minim. řojê sehołim xiste naw kûpe, mela xoy lê girtibûm, dîtî min ew kare dekem. le paş cema’etî nwêjê şêwan gutî: «êwe çend sałe lem mizgewte nwêj deken qet destitan bo gîrfantan neçuwe sehoł bikirin, em kabra ẍerîbe necefîye ke le ḧesar denwê sehoławî bo êwe saz kirduwe...». îtir lewsawe leber heywanî mizgewt leser ḧesîr denûstim. ca êsta řenge êwe be feqîrim bizanin, nexêr em dûkanem heye; xanûbereşim le şarokey weşşaş kiřîwe; jin û mindałîşim heye û zor sazim, bełam êwe ew řojanetan bîr xistimewe...

îtir lewsawe tewaw bibuwe dostiman û eger le hefteda carêk serman nedaba giley lê dekirdîn.