yarmetîy yermyay cûleke û wirdewałefroşî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  950 views

paş dûkan firoştin bêkar mamewe. yermyay cûleke dîsan wek firîşte de hawarmewe hat, dûkanêkî çikołey betałî bê berqî peyda kird leser xeyabanî řeşîd; le lay ḧeyderxane. hêndê qefese û camekî bo kiřî û şitumtî wirdewpirdey tê xist. gutî: «set û penca dînarim pê qerizdarî, eger bût bimdewe; dena gerdinit azad bê. meştirse, min hemû řoj paş nwêjan dême lat û fêre kasbît dekem». berq be nore bû; dûkan û małî wa hebû be sê sał norey nedehat. yermya cûlekeyekî karmendî berqî saz dabû ke be sî û pênc dînar bertîl berqî bo bidzê. nwêjî şêwanêk dû kirêkar be nardîwanewe û kabray karmend hatin û bûyne xawen berq. řûy kirde yermya:

- de bide sî û pênc dînar.

- hey cûlekey seg dîn! to dizî le dewłet dekey? debê le zîndanda bitřizênin.

kabra toqî; xwaxway bû hełê. be tikay min ke xwa hełnagrê, pênc dînarî daye.

le dûkan zor nezan bûm. ew hemû wirde şite çon binasmewe? leserî hemû qutuwekanim nûsîbû. maweyekî zorî wîst ta şarezayî tewawim peyda kird. yermya řazî nebû kitêb bifroşim bełam beqsem nekird. be ber kitêb firoştinewe, mecelle û řojnameşim dadena. debwaye se’at çwarî beyanî ke hêştan tarîkan bû biçme defterî řojname dabeş kirdin, pitir le sêsed mindał û cwan û pîrî lê bû; hera bû, le her řojnameyek - ke ewsa nizîkey dwazde řojname derdeçû - çend jimareyek wergirim. le de fils dû fils boxom. řojî dwayî nefroşraw bermewe û tazem denê. nawî dûkanekem nabû «mexzen şuheda» be yadî ewaney ke le xopîşandanekanî beẍda kujrawin. biławkirawekanî ḧîzbî şe’bim defroşt ke «’ezîz şerîf» û «řeḧîm şerîf» deryan dekirdin û desteçepî bûn.

«ḧîzbî îstiqlal» dirust bibû; dijî desteçepyan bû, hemû endamekanî, wek hemû ’erebî tir, lat û çeqokêş bûn û her tirsandinyan dezanî. şewêk hatne serim, milyan le şikandinî camxane û diřandinî kitêban na, ke «boçî nawî dûkanit şuhedaye?». «řeḧîm şerîf» beyanî nardî ke qerebûy zyanim bikatewe û şikayetim bo bika, gutim lêm xiraptir meken û hîçim nawê. řojêkî tir polîs hat û dûsed kitêbokey çepî lê zewt kirdim. îtir yermya neyhêşt çîtir kitêb û řojname bifroşim. dûkan be pitewî kira be xerazî; nawîşman kirde «muxtar». yermya degeł xoy birdimîye bazař. be cûlekanewe geřayn ke ’umdefroş bûn û hemûyan deyannasî û le karî firoştina zoryan îḧtyac be dełałî bazař bû. deygut: «em kuře amozame û babî musłiman buwe; herçî deyewê bîdenê û min zamin». be qewlî şêx řeza: «min ke yek parey ciłqim le ezel şik nedebird», hemîşe bayî sêsed ta çwarsed dînarim amanetî cûlekan le dûkanda hebû. hemû pênc şemwan daxłem ḧîsab dekird; bo her ’umdefroşe şitêkim debird û şitî tazem werdegirt. êwaran yermyan dehate lam û dersî kasbî fêr dekirdim. le hewałetî û řê şandanî ewřa zor baş řûn bûmewe ke cûleke çend le musłiman û ’ereb û memanan zîrektirin. demdî ke hemû abûrî ’êraq û bazařî beẍda serî be cûlekewe bende û hemû hawirdeyek le destî ewanewe be ’ereb û bazirganî ’êraq dega. lewaney ke xom lêm dîwin çend nimûneyek degêřmewe:

řojêk yermya degełim hat ’etir bikřîn. zor core ’etrî be markî feřanse û ełman û ispanya û kwê û kwê hebû. yermya gutî: «ẍezebtan lê barê hemûy lêre dirust kirawe! tuxwa eger hetane ’etrêkî ḧewset û hefta û ḧewtim bidenê boxom, ke ’esłe». şûşeyekyan bo hêna; bonî kird gutî: «bełê ewem degut ke xarîcîye». kabra cirtêkî bo kêşa: «mirdût mirê bo keryetît! sî sałîşe hîç ’etrêkî xarcî nehatote beẍda, hemûy deskirdî xomane!».