zîrekîy cû le kesb û karda

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  976 views

berecêjnan bû, çûyne bazařî (şorîce). tawêk be dałanêkî tarîkda řoyştîn. be gałte gutim: «yermya dełên cûleke bo cêjne fetîre miḧemmed nawêk de telîs denên û şûjin ajnî deken; kuře min bawkim nawî miḧemmed buwe, bo kwêm debey?!». pêkenî. serman le ’enbarêk derhêna. mencełêkî yekcar zelamî têda dekułî. degeł çend kesêk be cûlekane kirdyane qilî û bilî.

- biçîn mark hełbijêrîn.

deskarî ałman, birîtanya, îtalya û... wek temrî poste, şûşe le koma hełgirîn.

çikołe, nawencî, be girinc, saf, butłî asayî. nirxî şûşe û mark biřa û řon be xořayî.

řonî serman bo hat, yermya nirxî bo danan. butłî piř şêst fils, şûşey here çikołe çwarsed, nawincî û be derece le setewe ta sêsed û dyarîşe ełmanî lewanî tir benirxtire!

le cêjneda hemû şûşe řonekanî ser firoşran cige le butłe sadekan, ke hemûşyan yek řon, le yek menceł têkirabûn!

kuřêkî çikołey ḧewt sałey hebû. řojêk hate ber dûkan. gutim:

gurcî! ew dû deste gorewye bo babit bere bîgořêtewe, nafroşrên.

- mame ewe nirxyan çende?

- to çit bew qisane dawe?

- ca bo pêm nałêy?

- cûtî be ḧefta fils kiřawe.

dway dû se’at yermya hat. řengî peřîbû:

- gurcî kuřim gum buwe, kes nazanê çî beser hatuwe.

- «min dîtûme» û bom gêřawe. be řakirdin řoyşit. gwêy gurcî girtibû be giryan hênay:

- em hetîwe leser pird gořewyekanî defroşt! taqe dû cûtî mawe û hemûy be newet û set firoştuwe!

bełê, bêçûy mişk henbane debřê...

nisḧetî dekirdim deygut: «eger to leser em xyabane qewẍaye desreyek řaxey, le set kes yekêk çwar filsî bixate ser ta êware zore. desa eger mişterî be nirxî to řazî nebû, çeney lêda, eger małeke setî yekîş xêr bika bîde; ba neçête cêgey tir. bazař nizîke û deykiřîyewe».

musłiman û cûlekeyek le dem bazařî şorîce şemçeyan defroşt. mayey qutuwe şemce çwar fils bû. cûleke deyda be çwar fils, musułmaneke debû be pênc filsî bida ta filsêk xêr bika. cuwe řojê pênc sindûqî defroşt û musłiman be ḧał nîw sindûq. řojê be cinêwdan cuwey dagirt û milî girt ke: «to bo kesadî min ewe dekey», cuwe gutî: «na bira, min hemû řoj dû dînarî sindûqe betałekan xêr dekem!».

cûlekeyek hate dûkan. têrî çak û xoşî degeł yermya kird. gutî kirasêkim deye. kiras mayey dînar û set fils bû. yermya gutî: «nosed fils». min lêm hełqurîncand ke zerermane. lêm moř bowe. mişterî neykiřî û gutî girane û řoyşit. yermya gutî: «dezanim mayey çende. em cûlekeyeş denasim çend qîrsîçmeye. řaweste tepkem bo nawetewe». sibey ew řoje êwarê hatewe. cige lew kirase yekcar zor şitî małewey kiřî û çeqey nekird. ke ḧîsabim kird ḧewt dînarî zyad lê sandibû!

deygut: «eger jin mişterî bû, swênd be çawyan, be serî mindałyan bixo, dena be xuda û qur’an behre nada. eger mişterî şûşe ’etir yan şitêkyan kiřî û gutyan eger xiřap bê deyhênînewe, hemîşe qibûł bike. musułman zor tenbełn; le setî yekî ḧewsełey nîye bot bênêtewe. hemîşe şitêk kemtir le nirxî bazař bifřoşe. lewaney lêt nizîkin û zoryan debînî qet zyad mestêne. nawî firoşyarî řast sermayeyekî gewreye».

xulase le sayey ew mamostayewe zor şarezay aługořî dûkandarî bûm. karekem be gwêrey desmaye kemekem, yan biłêm desmaye qerzekem baş beřêwe deçû. cê xewîşim her lay mam ḧusên û dîwexanî neqîb bû.