’ezîzî nanewa û îmamî şûxuşkî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  918 views

řojêk «’ezîzî nanewa» (mindałekey basim kird) hate ber dûkan, zor kiz bû. gutim: «wabzanim bê pûłî. min çendêkit be qerz dedemê, dwaye bimdewe». lepiř girya; derdî diłî kird ke le małe îmamî û xuşkî nařazîye û nayewê degełyan bijî. kurde; sabłaẍîye; mindałe; beẍda piře le seg û gurg; çon bêłim hełweda bê? řazîm kird ke pêkewe bijîn. wazim le małe mam ḧusên hêna. jûrêkim le małêkî nîzîk dûkan le jinêkî kone ermenî taze musułman bekirê girt. nawmałêkî qişpîlem kiřî û degeł ’ezîz tya jyayin. ḧewlî karim bo da. ḧeme ’elîyekey hawkarî ḧuznî, karî le çapxaneyek bo peyda kird řojî be çarege dînarêk ta fêre kar debê. qerar dira ḧiqûqekey ko katewe bo řojî xoy û dahatî min beşî herdûkmanî dekird. řojêk ke hatmewe mał, boy gêřamewe ke îmamî gutûye: «lay hejar bî û neyewe lam, wa dekem, wabçê», wabzanim pûłî lêm dewê. řastî kird; be şeş dînar serane hera dakuja û parekem da. řojane min le dûkan û ’ezîz dway karî çapxane pêwîstî małî dekřî.

îmamî le hewałanî «jê-k» bû; hełatbû, maweyek le silêmanî degeł qizłicî û semedî ke ewîş her hewałêkî sabłaẍî û aware bu, le małî şêx letîf jyabû. nardibûy jinî bo hatbû. lay muhendisêk le beẍda be ser’emele damezrabû. tenya ’eybêk ke lew awareyyeda lêy peyda bibû, xohełkêşanêkî bêtam û diroy zil bû. lay min deygut: «ser’emele nîm, hawkarî muhendîsim! se’at heştî beyanî, şufêrêk be maşênî axir modîlewe dê ledwam û dembate serkar û êwareş demhênêtewe!». be hełkewt dû dînarim kewtibuwe ser kirêkarêk, gutyan le medîney mensûre. beyanîyekî zor sard, se’at çwar, swarî xet bûm ke biçme qerz sandinewe. kabrayek le sûçêkewe le serman hełdelerzî, ke dinya řûnak bû debînim îmamîye! naçare bew berebeyane sarde, be utûbûsî şeq û şiřî taybetî derewey beẍda biçête ser kar!

řojêk be bołeboł hate lam: «biřwane ew qizłicî û semedye segbabane çîyan bo nûsîwim; şerit bê byanbînim ber şeqyan dem!». le namekeda nûsrabû: «kake nameketman xwêndewe. zor şadîn ke sazî. nûsîbût min le beẍda řojê dû paket dexom. netnûsîbû dû paket çi dexoy, tewaw nîgeranîn!».

leser şat û şûtî ke le sabłaẍ wabuwe û waçuwe, polîs girtî û řewaney êran kirayewe.

řojêk lepiř zebîḧim dîtewe ke le nasrîyewe řaykirdibû. pêk şad û şukur bûynewe. řojî dwayî berew silêmanî řoyşit. dwaye boy gêřamewe ke le silêmanî xoy kirduwe be dûkanî ’elî medhoşî xeyatî şa’îr, dûr û dirêj çîrokî hełatnî bo gêřawetewe û têrî basî kesasî xoy bo kirduwe. gutî le cwabma her hêndey gut: «gwaye êsta damawî!!».