birayîm nadrî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  936 views

«biraym nadrî» ke deygut kirmaşanîm û xaneqînî bû, le mehabad berpirsyarî ferheng bû. ḧikûmet girtî; dway çwar sał bereła kira. hate dûkanekem le beẍda; gutî deçim debme serbazî lujyonî feransî le efrîqa. le sûrye gîrsawe û pênasêkî be nawî eḧmed ḧemdî peyda kird û hate şam. ’erebî û îngilîzî baş dezanî; le îdarey lûle neftî ’êraq-sûrye be mutercîm damezra. sûrya efserî bêganeşî dewîstin ke meşq be leşkir biken. dewrey efserî le taran dîbû, senedî nîşan da û be wadey sałêk be řutbey serwan wergîra. sałewdiwa boy taze nekirayewe. ’erebistanî si’ûdî efserî sûrî dewîstin ke le (tayf) ders biłên. «şîşeklî» biraymîşî wêřay efseran nard. le tayfewe kira be ḧakmî nîzamî le (demmam). pûłêkî zor başî pêkewena û hatewe şam û jinêkî dewłemendî hêna ke xanûy hebû. ’îmaretêkîşî kiřî. qerar bû bibête midîrî bankî ’erebî fer’î qamîşlî; le řêgeda, de teyyareda sûta.