çend şitî serinciřakêş le mawey dûkandarîda

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  1056 views

yermya kes û karim bû; bełam daykî le xoy beřuḧmitir bû. ewende tasfî sabłaẍî gerîyetî hebû bas nakirî. her çêştêkî sabłaẍîyaney lênaba, eger min lêm nexwardaye, dimî lê nededa. qet pîrêjnî hênde nûranî û diłsoz be kurdim nedîwe. le mawey dûkandarîmda zor şitî serinc řakêşim dedît û belamewe seyr bûn, bełam kemim lebîr mawin:

le dûkaneke řûbendî řeşî jinane zor defroşra; bełam her le êwaranî nîzîk nwêjî şewanda muşterîm bo dehat û ewîş hemû car pyawî tazelaw bûn. belamewe zor pêçewane bû. bo pyaw dekiřn û jin nakiřn? bo her le tarîkî tengî nwêjî şewanda deykiřn? têgeyştim kiç yan jinî bê řûpoş ke deyanewîst be dizî kes û karyan degeł ’aşiqyan derkewn û biçne sînema û cêgey nadyarî, çarşêwyan bexoda deda, bo ewe dûkandar neyanbînê kuřekeyan denard peçeşyan bo bikřê û le řêge nenasrênewe û keyfî xoyan biken. şî’rekanî îrec mîrzam hatewe bîr ke derbarey ḧîcabewe gutbûy...

carêk şêx ’arebêkî zor be keş û fiş û simêł babiř le maşênî kadîlak dabezî û hat. gutî: subiẍit heye? (subiẍ wata řeng bo kewş û dîwar û herçî).

- bełê heme. we gurcê dû qutûy řengî kewşim bo hêna.

- be mořêkewe timaşay kirdim:

- to kurdî?

- bełê.

- lemêje dûkandarî?

- nexêr tazem.

- wadyare zor naşarezay, eger wa neba darkarîyekî başim dekirdî! řengî kewşanim bo dênî ke simêłî pê řeş kemewe?!

baweř ke taze zanîm ke simêł û tûke serîş řeş dekirênewe û dermanî taybetî xoyan heye!

řojêk pêş cêjnî kirîsmîs, jinêkî zor be ser û sîma çend parçe cilêkî cêjnî lê kiřîm. dîtim lêwî xoy gezit. çwar cût gorewî mindałaney damewe, gutî pûłekem derî nahênê. cêjin û mindał bê gorewî? zor naxoşe.

- xuşkim gorewîyekan her debê berî, wa dezanim lew sewdayet qazancim nekirduwe.

herçî gutî nabê, be zor řazîm kird bîba. dway dû řoj pyawêk hat:

- boçî gorewît da be jinêk û pûłit nestand?

- pêm xoş nebû mindał le cêjneda bê gorewî bin.

- biram to debû şa’îr bî; bo dûkandar nabî, carêkî tir karî wa meke.

pûłekeşî damê.

jinêkî zor be dîmen muḧterem, kaẍez û paketêkî kiřî. gutî: qełemit pêye?

- bełê.

- îcaze heye leser camxaneket nameyek binûsim?

- fermû.

namey bo mêrdî nûsî ke efsere û le cebhey felestîne. supasî kird û řoyşit. xanmî muḧterem de řoyştinda şûşeyekî gewrey piř le şukułatî dabuwe bin çarşêwekey û lêy dizîbûm!

melayekî pîrî, pişt kuřî, lerzokî, řîş duflîqane û tenk, lêy pirsîm: «hel ’îndeke cewrebûn» (gorewît heye?). pêm feqîr bû; wîstim qazancî lê nekem. gutim: nirxî set û bîst filse.

- wełłahî çunke kurdî le to nakiřim; destim debřî! paş nîw se’atêk hatewe, cinêwî deda:

- ew beẍdayye segbabe ’erebî nazanin; keçî gałte be min deken!

- mamosta gyan toy ke çarde qerin becê mawî, ew ’erebîyey to zor lemêje be řeḧmet çuwe!

- desa gorewîyekem deye.

emcar set û sî filsim lê sand!

dête bîrim ke taze degeł qizłicî le xanekey beẍda bûyn, çûm birînc bikiřim, beqał gutî: «şiget?». beẍar hatmewe le qizłicîm pirsî, neyzanî. xom geyande mam ḧusên, gutî: «yanî: çend?». be qizłicîm gut: «ewe ’erebî nîye; gû xwardine!», gutî: «biram ême îḧtyacîman bew gû xwardine heye!».

degeł zor le danişcûyanî şerî’et bibûme dost. şewane ke biçûnayete sînema, fîney sûr û cibekanyan le lay min dadena ta dehatnewe. şewêk feqêyekî mizgewtêk ke nawî ’ezîz şêxanî bû heman karî kird. nazanim çon bû ber lewe bêtewe, dûkanim hełgirt û degeł biraderêk çûme geřan. se’at dwazdey şew bîrim hatewe. gutyan yekêk çend car hat le toy depirsî. feqê ’ezîz ke bê cibe û kiławe, nawêrê le dirgay mizgewt bida û micêwir bîbînê. wek diz be dîwar hełdegeřê û le axrîn xiştî dîwarewe berdebêtewe. be xirmekey, micêwir derke dekatewe. cige le xecałetî, de řoj leser cêge kewt!