kitêbfiroşî
tûşî biraderêk bûm gutî: were min heşta dînarim heye, dûkan be şerîkî dekeynewe; maye le min û karîş le herdûkman. dûkan nebû, debê biłêm taqeyekî pel bû le dîwarda. hêndêk wirdewałe û kitêbman lê dana. le beyanî zuwewe ta nîweşew be nore le dûkan dewbûyn. xwardinman semûn û şerbet bû. zor mandû debûyn û kemman dest dekewt. kitêbfiroşêkî şîrazî le bazařî kitêbfiroşan xoy kirde aşnaman; be demîş zor komonîstî ẍelîz bû, çend kitêbî daynê, gutî memnû’e bełam zor xêr deken. nazanim çon bû kitêbman nehênabuwe dûkan, lepiř polîs hatin dûkanyan pişkinî û selamet derçûyn.
dyar bû kakî şîrazî wek qiřjał be dû ser deřwa.
dû mangî nekêşa şerîkekem wazî le dûkandarî hêna. ḧîsabêkî kird gutî: dwazde dînarman zerer kirduwe, bide şeş dînar.
- kake xot dezanî şeş espê şik nabem.
her çonêk bû bexşîmî û yek filsim dest nekewt.
lew dûkane řojêk mindałêkî de-dwazde sałe hat pirsî: «małî îmamî lekwêye? min xełkî sabłaẍim, nawim ’ezîze û le małî nanewam. îmamî mêrdî xuşkim le beẍdaye û soraẍî nakem». degełya çûme małî biragewrey îmamî ke nawî miḧemmed bû.