’adetî bazař

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 9 minutes  1229 views

le beẍda ke le ḧeyder xanewe be cadey řeşîdda, berew «babşişercî» deřoyştî, hewełîn meydan nawî «saḧetuł’emîn» bû. lew meydanewe cadeyekî kurt be ber xanî ḧacî qedûrîda depeřîyewe bo ewberî decle, bewîşyan degut «şarî’ul’emîn».

pêş ewe bigeyte xanî ḧacî qedûrî, kołanêk lew cadewe deçû bazařî misgerekan, ew kołane ewende teng bû eger ḧemał be kołe tûtnewe pêyda deřoyşit û řêge debra. her ewende bû hořn lênededra û polîsî hatuçû newêsta bû, dena debû bwêstî ta qetarî ḧemał têdepeřê. ew ḧemałane ferde tûtnekanyan debird xanî ’ebdulqadir xefaf, ya seřaf. be her cor, to ne ḧemałî ne tûtin kiř. kabra seřaf bê ya xefaf, bo to ferqî nîye. ba êmeş wekû pêy biłêyn ’ebdulqadir efendî, ta lem çeqî řêyeda bedest nawekeyewe gîr ne xoyn.

beẍda wekû pîwazî تۆێ تۆێ waye, ewey be berçaweweye toyî sereweye û şarezabûnî asane, cadeyew em beru ewberî meẍazeye, leser meẍazekanewe yaney ḧekîm û didansaz û parêzer û şitî lem babeten. tabloyan leser dergakanyan, wekû tebke bo mişterî nawetewe. her kamêk lewaneş giłołeyek řaz û nihênî xoy heye. eme řwałetî beẍda ya تۆێکڵی serewey ew pîwazeye. eger bitwanê be nêwan ew تۆێکڵانەدا xo bigeyenîte naweřokekey, şitî zor seyr debînî. dûr nîye axrekey řêt bikewête ḧezênekey «’elî baba» nawerokî ew pîwazeş ڕۆاڵەتێکی heye ke nawî bazare. bazař hemûy sîpe û ḧeşare be tenîşt yekewe. leher ḧeşarêkda řawkerêk destî dawete çekî nîwgez, ya tełey terazûy nawetewe û xwî mat dawe. neçîr wek lafaw lem serewe be saxî dên û leserewe ke derdeçin, hîy wayan heye nîw gez gîrfanî diřîwe wihîy waşyan heye kîsekey be tełewe buwe.

emeş hêşta şitêkî zor semere nîye. nawbenaw le nêwan ew sîpe û ḧeşaraneda, dirzêk, qełeştêk heye, eger xot barîk bikeytewe û be dirzêk lew dirzaneda biřoy, degeyye şitî zor seyr û semere ke pêyan dełên: xan. mişkî ser xezêne benawbange, dełên mişk kunêkî pêçełpûçî, dirêjî, tarîk hełdekenê, ałtûn dedzê û le quj binêkî kunekeyda koy dekatewe. şewane gałteyan, dirêjî, tarîk hełdekenê, ałtûn dedzî û le qujbinêkî kunekeyda koy dekatewe. şewane gałteyan pêdeka û keyfî pi’ dê. ew xananeş kunemişkî ser xezênen.

xanî ’ebdulqadir efendî yekê bû lew kunemişkane. qapîyekey biçûk bû, ḧemałekeyan ferde tûtin, ketîre, mazû, xurî û şitî wayan le berdergake dadena û deyanhêna jûrewe, le qapîyekewe ta jûrê, dałanêkî dûsê mîtrî bû. dełêyn jûr çûnke nawêkî dîke nîye pêy biłêyn. lewe deçû esłen ḧewş bû bêt. key û, çi wextêk serî gîrawe? nazanîn! êsta ewa le qatî dûhem banêkî qaymî be sereweye û em ḧewşey hoł. le ḧewaşewe ’ebdulqadir efendî sinûrî mułkî xoy dyarî kirduwe, tenanet hetawîş be xořayî rêy bikewête ewê.

le sûçêkî em hołe qepanêkî gewre wekû tełe nirawetewe. lelay qapyekewe cêgayek heye. pêş ewe ke ḧewşeke banî bixrête ser, heywan bwe. îdarey ’ebdulqadir efendî lewêye. dû qenefey lê danrawe û mêzêkyan le nêwandaye. wa dyare ewaneş hawtemenî xaneken. bełam şerberî aw û perdaxeke, bêguman lew qenefane genictirin. le tenîşt ew kone heywanewe, qapîyekî qurs û qaym heye hemîşe daxrawe û kilîlekey le gîrfanî ’ebdulqadir efendîdaye. ew qapîye, wekû «zakîr»y xançî deygut, deçête «serab» yanê jêr xanêkî gewre ke sê sindûqî polay łêye.

řojî heweł ke mangî be çwar dînar lay efendî damezrawim, erkî řojaney minî dyarî kird: mexarîcî řojaney małewe lew deftere binûse. çend ferde tûtin dê û çendeş deřwa lew deftere bînûse. le jûrekanî qatî dûhem legeł zakîr gûnîyekan bijmêrin, taze be cya û, koney saẍ be cya û, diřaw be cya danên û lew deftere byannûse. îşekanî tirîş xom be řojda lêrem pêt dełêm.

mexarîcî małewe řojî heweł: tirê 50 fils, goşt 150 fils, nan 60 fils, temate û sewzî 30 fils, cerîde 10 fils.

řojî dûhem: şûtî 50 fils, ewanî dîke wek xoyan.

řojî sêhem: le cyatî şûtî, kałek.

axrî mang efendî gutî: kwa defterî małewe?

eweta.

ḧîsabî hemû řojêkit denûsim nûsîwe?

nexêr, çî binûsim? hemû řojê 300 filse. ewa êsta denûsim mexarîcî em mange 9 dînar.

kake, eme دەڵێێ çî? gotre nîye. eme tîcarete.«be çewe» kiçekeşim le małewe deynûsê. serî mang beramberyan deka, bełku zakîr fiřufêłî kirdibê.

efendî ’eybe. le 300 fils fiřofêłî çî kirdibê.

kake to nîqaş meke. eme tîcarete.

başe, efendî, başe.

řojêk legeł zakîr çend se’at gûnîman cyadekirdewe, gerûman piřbûbû le teputoz, letînwana dehajayn, gutim, zakîr biço dûpîsî kola bikře ba lew tînwana nexnikêyn. zakîr zorî belawe seyr bû, le bîçmî wa derkewt ke le mêjûy ew xaneda hewełîn care şitî wa debîstê. gutim: boçî waqit wiřmawe? ewe 32 fils, řake zû werewe.

danîştibûn pîsî kolaman dexwardewe, efendî peydabû, bê ewe siław bikat, be řûyekî girjewe hat danîşt. zakîr pîsî kolakey be cêhêşt û çuwe gyan gunîyekan. xom bewewe şeket nekird efendî boçî řûgirje. pîsî kolay xom xwardewe. bangim kird zakîr were pîpsî kolaket germ debê, efendî, demî wek meşkey kon teqî û neřandî: kake, eme xane, gazîno nîye. to xot kar nakey, xerîkî zakîrîşim lê bed’emel key? min xom pîsî kola naxomewe. êwe paretan le kwê bû pîsî kola dexonewe? kasbî çon wa debê?

efendî xo gûnîyekanman neguşîwe pîsî kolay lê çořabêtewe. min be parey xom kiřîwme. cige leweş xo min ḧemał nîm, katbim, řastit pê biłêm, leber to nîye yarmetî zakîr dedem, bezeyîm bewda dêtewe.

bezeyî çî? zakîr xançîye, debê karî xoy bikat. to wadyare be karî bazař nayey. wabzanim bonî «ye’îş û yesqut» le mêşkit dê!

newełła, efendî, min kabrayekî kasbim, lew kurdistanewe hatûm, serim lem bezmane dernaçê, eger řazî nî, deřom. ewendey bîrkewtewe ke şeş dînar le katbekey pêşû kemtir be min deda.

xawbowe û gutî: bawkim, biram, to ẍerîbî, demewê fêrî kasbî bibî. ’eqłî xwêndewarî le serit derke. řojî 32 fils pîsî kola mangê dekate nêzîkey dînarêk, koy kerewe, paş çend sałî tir bîkere desmaye û kasbî pêwe bike, bo xot debye pyaw, her waman kirduwe.

ta ew kate tewaw bewrdî serincî ser û گۆێلاکی efendîm nedabû. be řastî mişkî serxezênim bîrkewtewe. serêkî girmołe, dû çawî biçkole û zît, lûtêkî barîk, demêkî diřêj, pêstêkî wek kone meşke. leser qenefeke qut bibowe û xêra xêra gûnîy dejmard. gutim kuře ewe boçî detirsî, xo dinya serî be pûş negîrawe? be dengî berz ta efendî gwêy lê bê, gutî:

efendî řast deka. ême kasbîn nabê hełexercî bikeyn. le paşan be çye gutî: em kabraye derim ka le hîç xanêk řam nagirin, dełên ya dest pîse, ya serserîye. karêkî dîkeş nazanim, mindałekanim le birsana demirin.

tozêkî pêçû efendî bangî kird werin. hatîne xwarewe. mam se’dûn û çend kesî tir le dihokewe ketîreyan hênabû.

kake to biço danîşe, bîyannûse. zakîr were bîyankêşe.. zakîr ferdey ketîrey

dexsite ser qepaneke û efendî xoy temaşay dekird. binûse: 84kîlo - 40kîlo- 32 kîlo- 46kîlo. dway qiře wiherayekî zor nirxyan biřî: kîloy be 200 fils.

hemûy bû be çend kîlo?

166 kîlo

çwar cêgaye, 8 kîlwî lê fiřîde.

mam se’dûn: ’ebdulqadir efendî çon?

em kîsane yekî kîloyekîş nabin.

kake eme ’adetî bazaře. êre beẍdaye, beẍda.

6 kîloy teputoz û xakuxoł lê fiřêde.

mam se’dûn: kuře pyawî çak be, ketîre dełêy cewahîrate, tepo tozî çî?

kake eme dełêy çî? çend carit pê biłêm ’adetî bazaře?

bełê, demênêtewe 152 kîlo.

bîke be batman.

de batman û dû kîlo.

na, na, wanye kemtir dekat.

bo çî wanîye? 152 kîlo, her batmanî 15 kîlo, dekate 10 batman û dû kîlo, îtir çî? xo şitêkî ewende zor nîye.

kake ẍełetî, ’adetî bazař 16 be 15ye.

tênagem, 16 be 15 yanî çîy?

dezanim tênagey. tawanî xome tom řagirtuwe.

şanizde kîlu dejmêrin û dełên eme pazde,

daydenên be batmanêk.

hêndem pê seyr bû dam le qaqay pêkenîn û gutim: dey ca ba emeş ’adetî bazař bê her 16 dînarî bo dejmêrîn û dełêyn ewe 15 dînar.

mam se’dûn gutî: ew kêşeyey nawê. ew mîzane çonî ḧîsab dekat bew pêye parem dedeyê başe, dena deybeme xanêkî dîke.

kuře eme ’adetî bazaře. le hemû xanêk her waye.

min ’adet û madet nazanim. her eweye pêm gutî.

efendî le tûřeyyan çawî derpeřîbû: başe dekate çend?

30 dînar û çwar sed fils.

dînarêkîşî erzîye û qepanî lê derke.

62 dînar û çwar sed fils.

400 filsekeş ḧemałîy zakîr.

mam se’dûn û ewan řoyştin. efendî gutî: çendî mange?

15 y mange.

bigre, ewe dû dînar û, biřo beřêy xotewe. to be karî bazař nayey.