bîhêne, emma nawî mebe

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 9 minutes  1355 views

koşkî aẍayî wekû kundebe bûy geřoł be berbeřoçkî dêy «serkel»ewe hełnîşbû. le hêndê cê pasarey banekan kewtibûne xwarewe, le hêndê cêşda çořabûn, detgut demî gizîrî pîre leber kiřûsandinewey êsqanî paşxiwan û çeqey zorî çend sałe legeł bêgarçîyekan didanî taq û waz kewtuwe û, ewey mawîşetewe xwar û xêç buwe. le mêj bû pilûsekekan ber bibûnewe û çayyan pê lênrabû. şolawgey baran kendeřî xistibuwe dîwarekan û demyan le gundî serkel dapçiřîbû, detgut qestyane ew çend małe ře’yeteş ke le dêda mawin be gaw gwêr û şînawerdewe qût biden.

berdekan seryan le swaẍekan derhênabû, didanyan le řîçewe birdibû, lewe deçû nyazyan wa bê xoyan le bendî dîwarekan řizgar biken.

beşî derewey qeła, dîwaxan û pêşxane, tewîle û kadên, hêşta be pêwe bûn.

dîwaryan be derewe û banyan be serewe mabû. bełam ne le tewîle ḧîley esp û mayn dehat, ne kadên sipyayî kay têda dyar bû. le bin mîç sîsre deyanxiwênd û le xwarîşewe qałonçe řimbazîyan dekird.

sałêk bû feřşî dîwaxaneke firoşrabû, beřekanî pêşxaney lê řaxrabûn. hemû şitêk le małî mecîd xan berew sûk û çirûkî deřoyşit. em beřane nebê řêz û ḧurmetyan peyda kirdibû le pêşxanewe hatbûne dîwaxan û cêgay qałîyan girtibowe. taqe ḧesîrêkîş le mizgewt peřewaze bibû hatbuwe qujbinêkî pêşxaneke.

dezgay derewey mecîdbeg be sê şitewe degeřa: ferecî feřaş, hełoy tancî, êstire boz. şewane êstire boz fermanřeway şeşdangî tewîle bû, serbexo deyzeřand. heło leser kute ḧesîrekey pêşxane û ferecîş le mizgewt dexewtin.

taze taw le naw awayî kewtibû. ferec le mizgewt hatederewe. norey małî sofî řeḧîm bû, çû seweteyek kaw camê mastî lê estandin. kayekey kirde ber êstire boz û, mastekey birde jûrewe bo ber çayî aẍa. hatewe le gwêswaney kadêneke pênc şeş liqî dar hêna û kûrey deywexanekey daxist, hełoy le ser ḧesîreke derkird û le cêgay danîşt. tawêkî pêçû mecîd beg peyda bû, be kawexo hengawî hełdehêna. legeł hemû hengawêk kewşekanî qaçyan diqostewe. her dû destî nabuwe kelekey, řesmî aẍayetîy becê dehêna û le şinebay sardîş şardibûnyewe. mecîd beg hate jûrewe le pena kûreke danîşt. ferec wek dest bo jîjk berê, serînêkî tûkî gewrey çiłkin ke bergekey le dû sê cê diřabû, lay pençerekewe le cêgay dwênê êwarey aẍa danrabû, be espayî hełîgirt û hênay le pişt aẍayewe dayna. mecîd beg pałî dawe û gutî: biço nan bêne. ferec tawêkî pêçû sînîyekî gewrey hêna dû nan û pyałeyek mast û sê êstêkan çay leser bû, leberdem aẍa daynaw çuwewe pêşxane.

mecîd beg be dem wituwêjewe, çend parûy nan û mast xward û dû êstîkanî ça xwardewe. çawî biřîbû sînîyeke û kewtibuwe deryay xeyałatewe. destî şarezay berpiştênekey bû. le xoyewe qutuwe sîẍarekey derhêna, sîẍarêkî pêçawe û be agirî kûreke daygîrsand. pizîskêk agir peřîye piştî destî. wirya bowe û bangî kird: were lay be.

ferec hat sînîykey labird. mecîd beg nawbenaw mijêkî le sîẍarekey deda û be wirdî deyřiwanîye mîçî dîwaxaneke. toř û řayełey całcało key nededî,; fîkirî dûrtir řoyştibû, leber xoyewe deybijard:

yek... dû... sê... ta geyşte sî.

ferec way dezanî małe řoyştuwekan dejmêrê. le pêşxanewe hełîdaye: nexêr aẍa, bîst û pênc.

mecîd beg ewende nuqmî xeyałat bû gwêy le ferec nebû, mijêkî dîkey le sîẍarekey da, dûkeł nehate demî. quniçke sîẍarekey fit kird. daricgerekey çeqand ber piştênî û hatederew.

bořew qořey gaw gwêr wiryay kirdewe. temaşay kird ewa małêkî dîkeş xerîkî koç kirdine. tawê lûtî dajend û, le paşan leber xoyewe gutî: be gořî babyewe, ba biřwa. darî xanuweke beşî mangêkî kûreke dekat. mecîd beg řoyşte małewe. sînîyeke be sê îstîkan û pyałeyekî xałîyewe lewê danrabû, xeyałatekey dîwaxan serî lêdawe. gutî: erê xanim! to pêm nałêy em sînîye bo çî waye?

zara xanim gutî: sînî çîyetî? çone?

kiçê! ewe dełêy çî? biřwane ewende gewreye gêrey leser bigêře. le dîwaxan temaşam dekird nanekanîş be ḧał le qûjbinêkda dyar bûn. dîwaxanekeş dełêy wiştirxane ewende berz û gewreye sê ałûdarî têdaye.

ca bo nałêy ewîş lebeřyek řewîwetewe.

bełê, bełê, esłen hemû şitêk leberyek řewîwetewe. kewşekanîşim ewa be ḧał be pêmewe gîr debin. biřwane kewakey berim, dełêy ’ebaye, dwanî wek minî têda cê debêtewe.

kuře! qisey ça bike, abřûman deçê.

çon biřwanakey? toş her way. dełêy kîjołey kirasî daykit leber kirduwe.

zara xanim henaseyekî hełkêşa û gutî: ew ře’yete bêwefa û napyawane be cêyan hêştîn. le dêyekî çoł û hułda her çake şêtîş nabîn. seydî zenbîl awir le ’emir û małyan berdat.

mîmke pîroz, jinî lalo řeḧman, ke bo xwaḧafîzî hatbuwe lay xanim, gutî eyřo xanim gyan, tu xwa bo du’ay şeř le hawmałekan dekey! ewanîş wek to řołey şîrînyan heye.

mîmke pîroz ey tu xwa ewe pyawtîye le geł êmey deken. ewe wefa û emeke! dêyeketan çoł kird wi’êmetan be taqî tenya becê hêşt?

xanim gyan biłêyn çî? ewey lay xwawe bê xoşe. axir çî bikeyn. bexwa erkitan zor qurse. ta pêman kira xizmetman kirdin. êstaş le peřupo kewtûn. naşkurî nebê dêyeke negbet girtûyetî.

dełêyn beşkem xwa le cêyekî dîke derûyekî be xêrman lê bikatewe û negbet berman bida.

xanim le qisekanî mîmke pîroz «xwa», «negbet», «derûy xêr»... fêkirêkî bełda hat û gutî: mîmke pîroz be diłîyewe megre, legeł tom nebû. êwe ře’yetêkî baş bûn, ta twanîtan le gełman manewe, be xêrçin, xêrtan bêteřê.

xanim gyan! dem xoş. qet du’ay şeř le xełk meken. êwe necîmzaden. widmî baş nîye. be xêrçî, mîmke pîroz, be xêrçî... kartan řast bê!.

mîmke pîroz řoyşit. zara xanim qîjandî beser mecîd begda. ’emirit. nemênê. ser sepoley bê dem û pil û destewstane. to key pyawî. minîş negbet girtimî, çarem le çarey to nûsra.

dîwaxan wek wiştirxane waye wisînî bo gewreye? aqił le mêşkitda nemawe. be dyar ew pîrejne ře’yetewe em qisane dekey. ewane be xwênî serman tînûn. her deřwa û deyłê. axrîyekey boman dekate beyt û bawêk û abřûman deçê.

carî carane, sînî nanî genme serdarî şanewşan daypoşê, şeş ḧewt qap û dewrîy leser bê? dû nanî wek bałe mêşûle sînî le kwê piřdekatewe? aqiłit bewe naşkê le birsana û leber xem û xefet wek çîlke wişk hełatûyn, kiras û kewaman lê buwete ’eba, dîwaxan çoł û hoł û řût û qût? wiştirxane, ey çîye?

taze bom debêtewe aẍa û le dîwaxane nan dexwa. çake dêyeke çołe û kesî têda nîye, dena debûyne pend û mexsere.

mecîd beg wekû qelemûne lûtî beser liçîda şoř bibowe, çawî biřîbuwe ’erzeke. be kizîyekewe gutî: biłêm çî? minîş dezanim dîwaxan û mîwaxan wextî beser çuwe. gutim bere cêjnane. carê ba wa bê, bełkû ře’yetekan řojî cêjnaneman bo bênin, ca le paşan beřew meřekan kodekeynewe.

cêjnî çî? taze be temay cêjnaney? ewa emřoş małêkî dîkeyan řoyşit. mawetewe çwar mał, nagate cêjin ewanîş bar deken. be temay cêjnane xot lesermana dekujî? heste biřo bo zenbîl, bełku seyîd hîmetêkman bo bika, ferec kewte pêşî û çûne zenbîl. ne wek caran barge û biney pêbû û nedyarî û sewqat. kes xoy tênegeyand. şew lêfeyekyan bo hêna le xaneqa, çuwe naw dûtoyî lêfekewe. le xewîda lay wabû carî carane, serdemî desřoyştinîyetî. xeberî buwewe, be dem xewewe bangî kird: kê lewêye?

ferec gutî: bełê aẍa.

şitêkim pêda de, sarde.

hîç nîye, cilî êstireke nebê.

bêdeng be, segbab.

tawêkî dîkey pêçû, serma zorî bo hêna. bangî kird: ferec şitêkim pêdade, zorim sermaye.

ferec gutî: her cile êstireke heye, hîçî dîke nîye.

mecîd beg witî: wist be, kere.

çawî çowe xew, le xewîda zara xanim lêy be demda hatuwe, gezare dekêşê û ewî beser zarîda dê, pêy dełê: daçłeka. leser mana delerzî. gutî:

ferec, zorim sermaye, ’îlacim bike.

ferec gutî: aẍa, bem şewe kê çawî lêye, qey çî eka?

ba ciłî êstireket pêda dem. mecîd beg gutî: başe, bîhêne, emma nawî mebe,