pêkenînî geda

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 9 minutes  2701 views

le berbeřoçkêk hełtirûşkabû, çîlkeyekî be destewe bû û le xołekey berdemî dewejand. beyanîy řojêkî dwahemîn mangî payîz bû. xołeke be zuqmî şew teř bibû, cêgay çîlkekey be řûnî lê dyar bû. be dirêjayî dû bist, xetî řastî le pał yektirda kêşa bû, lew laşewe ceẍzêkî xałî û betałî kêşa.

emane nimûney ewe bûn ke be diłîda dehat, bîrî be lay şitêkî dîkewe bû. hîç amadey ewe nebû, ke serinc bidate tebeqî zêřînî řoj, lew berewe, ke le kam kej û çyawe serî le kel derhênawe û be piřşingî xoy gundî «tepeřeş» zêřewşan dekat. ewey ke lew kateda mebestî ew bû, tînî xoreke bû, ke tezûy sermay şew le leşî derka û nextê germî katewe.

eger lew wexteda serî berz bikirdayetewe, le beranber xoy bîřwanyayete tebeqî řoj, řeng bû le kulêreyekî genmeşamîy daẍ bew lawe hîçî tirî be xeyałda nehataye. «bê kiras, gezecaw be xew debînê», kabray nexoş û birsîş ke çawî tirawîlke deka, dûr nîye řojî lê bibête kulêrey zerd û zołî germe tenûrî genmeşamî.

leşî ke ta pêş tawhełat siř bibû, wirde wirde be tînî xoreke debûjawe û xaw debowe. tomes deste řeq û teqekanî mandû bibûn û îtir wazî le çîlke ajnînî xołeke hêna. leser zewîye teřeke danîşt û be herdû destî ejnokanî girte baweş û serî berdawe, ta tewêłî nîşte ser keşke’ejnokanî. lew ḧałeda eger pan û poř û mil estûr û řîş şanekiraw bwaye, detgut sofî byareye, «muraqîb» buwe.

nêzîkey se’atêk bew core mayewe. lewe deçû be germay xoreke xaw bûbêtewe û xewî lêkewtibê. bełam le bizûtnewey pencekan û serî, ke nawbenaw deycułandin, wa dyar bû maşerî xeyałekey hełdekat.

serî maşerekey le çîlke wejandinekewe destpêkirdbû. be xetekanî ke le pał yekda kêşabûy, bîrî le şêf û werdî zewîyekey dekirdewe. be ceẍzekeş cê xermanekey nîşan deda ke êstaş şene û kew û bêjîngî be xoyewe nedî; çunke ew sałe şarezûr nehatî bû, sin û kulle hîçyan bo nehêştibowe ta bîrî lê bikatewe, bełam derd û meynetî ewende zor bû, neyandehêşt mêşkî wiçan bidat û tawêk biḧesêtewe. le hemû layekewe gemaroyan dabû, yek le dway yek tarmayî xoyan nîşan deda. dehatewe ber çawî çon xoy û jinekey tûşî sêbeřo bûn û sê mangî řebeq kewtin. çon ḧacî řeşîd le silêmanîyewe hat cûtegakey le cyatî selem bird û řoyşit. çon mindałekey hawłey girt û mird. çon jinekey le xefetî mindałekeyan û le birsana bedem sêbeřowe gyanî derçû, yasînî firyanekewt. be asanî hest bewe dekira ke bîr lem negbet û nehatîyane dekatewe, bełam dijwar bû bizanrê daxwa hewda û twêjekey depsê, yan hełî deka ta deygeyenête cêgayekî wa biřyarêk bidat.

kutupiř be şêneyî serî hełêna, detgut milî weku fenerêkî řewawe waye û twanay ewey têda nemawe serekey bo berizkatewe. wirde wirde serî hełêna ta leser estoy řast wêsta. emcar pencekanî leber yek tirazand û destî na ser zewîyeke û bew nexte hêzey ke le destîda mabowe yarmetî qaçekanî da, hemû cimgekanî kewtine qirçeqirç ta řastewe bû. be larelarewe çuwe małewe. le şitumekî nawmał taqe lêfeyekî mabowe, dû berkojey be ben lênabû, řojanî baran û serma deyda be şanîda û be berkojekan girêy deda.

lêfekey da be şanîda, gałokekey be destewe girt û kewte řê. kes neydezanî ta kwê biř dekat û deyewê biçête kwê, bełam wa dyar bû wirey bernedawe, hêşta diłî ledest û qaçî behêztire. řoyşit û řoyşit ta dway maweyek le çaw win bû.

paş çend řoj «ḧemeřeş» le hełebce serî hełda. bem ḧałewe deçuwe nawbazař daway karî dekird, bełam karî çî? xełk kirêkarî dewîst ke herî hełda. bem ḧałewe deçuwe nawbazař daway karî dekird seryan řadeweşand û deřoyştin, leber xoyanewe deyangut: kirêkarî çakî! norey eweye le karekemda bimrî, kifin û difnî toşim be řîşewe bê!

berêkewt hîy waşyan bû anayekî dedaye û deygut: bawkim to natwanî kar bikey, ewe bide be kułêreyek û wazbêne.

ḧemeřeş be dirêjayî jyanî kuřî naw mezraw şînawerdibû, beşan û bahûy xoy jyabû, ew gewzey ew le direwda deyweşand kem pałe hebû bîweşênê. êsta ke tûşî řojêkî awa řeş hatbû way wełam bidenewe, daway kar dekem. bełam agirî, naçar çend anayekî wergirt û dû sê. kułêrey kiřî.

le bin dîwarêk danîşt. birsyayetî ewende bo hênabû ta biłêy yek û dû kolêrekanî maştewe. pişûyekî daw leber xoyewe gutî: wa başe cêgayek bidozmewe şew têyda biḧewêmewe, egîna bem sermay demew zistane le kołanan û le bin dîwaran řeq debmewe. hesta, bê ewey bizanê bo kwê deçê, lew kołanewe řoyşit bo kołanêkî dîke, hêndêk bewêda geřa û rûy kirde kołanî sêhem, lewê temaşay kird û dûkełêkî estûr be hewada deçê. gutî: herçîyek bê ewe agirêkî gewreye, wa çake biçim şew le penayda biḧawêmewe. weku şwên geřêkî çak şwênî dûkełî hełgirt ta dozîyewe. dûkełeke le kunêkî řeşî gewrey weku eşkewt dehate derê, xwî kird be kunekeda. lenaw çiře dûkełda tarmayî kabrayekî dî peytapeyta agirekey xoş dekird, siław û mandûnebûnî lê kird û pirsî:

lalo em agire çîye wa bêwçan her xoşî dekey?

agir xoşker gutî: birakem eme tûnî ḧemame. karî min eweye em tûne tawdem.

ḧemeřeş: lalo were pyawetî bike le řêy xudada cêm bikerewe şew łêreda biḧawêmewe, ba le sermana řeq nebmewe.

tûncî: birale tûnî ḧemam pařanewey bo چێە?? were ho lew qijbine pał kewe.

ḧemeřeş biḧesêtewe. be řoyşit lenaw bazař bwaye, le kołanan bwaye, çend nanêkî gedayî dekird û dehatewe. mebestî ewe bû herçonêk bê bigate behar, îtir biçêtewe dêhat şwanî û gawanî bê, řenicberî û sepanî bê, her çîyek bê, milî karêk bigrê û le tengane derçê.

řojêk zor tof bû, be bawe kiřêwey dekird, kes neydetwanî małewmał bika, ḧemeřeş ta çêştanê sebrî kird beşkem nextê hewa xoş bê, bełam givegvî ba ta dehat tunditir debû. kulwe be firî gêj û xul deda û deykird be kunî tûnekeda, detgut le ’asman herewezyan kirduwe û befir helacî deken.

ḧemeřeş gutî: emro nageme naw bazar, małewmałîşim pi’nakirê. wa çake řûbkeme małe dewłemendêk daway dû nan bikem. her çonêk bê emrokey pê berme ser, ta beyanî xwa kerîme.

lêfe şiřekey be şanîda da, destî da gałokekey û leqeleq kewteřê. ewende bayeke řaydeweşand befreke boyey be sipî têhełdesû. faydey nebû, sertapa detgut le qîrit hełkêşawe, řeşawî lê deçořawe û bedwayda xetêkî řeşî leser laperey befrî ser zewîyeke dekêşa, bełam lew wexteda kê hebû ewende wird bê xem xete bixiwênêtewe û beserhatî ew tê biga?

lew lawey hêndê xanûy quřîn û kişumat koşkêkî terz û berzî berçaw kewt lenaw ḧewşeyekî gewreda le çend lawe le banekanî dûkeł hełdesta û legeł kiřîwe û řeşeba şeřî dekird. wa dyarbû hodekan sobeyan tê dade’aysa û germ û goř bûn. pencerekanî perdey sippyan pêwe bû, bełam debîndira bem çiley zistane gułîşyan lêye. ḧemeřeş bîrêkî kirdewe û gutî:

-yêjin lew dinya beheşt hes, keçî emane her îse wan le beheşta.

řoyşit ta geyşte ber qapîy ḧewşeke. dergake ewende sewz û cwan bû neywêra bedest lêy da çûnke destî řeş û dûkeławî bû, detirsa qapîyekey pîs kat û be gijîda biçin. řwanye dewruberî xoy, darêk, berdêk bidozêtewe pêy le qapîyeke bida. befir hemû şitêkî dapoşîbû, hîçî des ekewt. axrîyekey çend mistî le qapîyekeda. destî ke her êsqanî řût bû teqey le qapî hestand, weku bedar lêy dey dengî dayewe le naw ḧewşeke.

kabrayekî ser zile, be serî řût û baweşê qijewe, kulêret le lamlî sawîyaye çewrî dekird, serî le pencereyek derhêna û neřandî: se’e ewe kêye bem beyanîye le qapî deda?

ḧemeřeş gwêy le dengî kabra bû, le diłî xwîda gutî: begim, bêjim çî! dawełê řeşe, wadyare gedaye.

ḧemeřeş gutî: xêrumend! xwa neybiřê, fire birsîme, dunanim bidenê.

se’e qîjandî beserîda: biřo beřêy xotewe, kabra! xanim le mał nîye, çote ḧemam.

ḧemeřeş serincî bejin û bałay se’ey da, lêwe çirçekanî ta lay binagwêy lêk tirazan. eger însanêkî saẍ û têr û teseł waye zû dezanra xerîke pêbkenê, be dengêkî kutupřewe gutî:

-kuře, cwan xaseke, xasyan wituwe «her kes gwêz le hemaney xoy ejmêrê». to gwêt pêwe nebû, min daway nanim kird. xanmî çî? min birsîme, şitêkim gereke bîxom, şitêkim gerek nîye gemey le teka bikem!