wekû řoj û şewe ferqî gudazî şem’ û sûtanim

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  996 views
wekû řoj û şewe ferqî gudazî şem’ û sûtanim
ke ew her şew desûtê, min hemû dem; gerçî însanim
be texmîn wesfî fîrdews û cehennem boç deka wa’îz
le sayey wesił û hîcranit be xom dîtûme deyzanim
le sîřřî ḧîkmetî çawit geyştim ba’îsî řûḧe
tebessum mawe tê nagem le fehmî řemzî ḧeyranim
kizey cergim dexîlit bim fîraqim kird ewa mirdim
desa dey bêre lam satê nemawe tabî hîcranim
ebûzeydî deka řoḧim legeł maçî demit emma
detirsêm wek nîşanim da biłê: hîçe û peşîmanim
ke dwênê hatî fermût bê û nehatim mesłeḧet wa bû
emêste çawekey min çî defermûy bendefermanim
eger beẍda şika seddî, nema darî le ser berdî
le decley nagirin ḧacîPen name, dyare coşî giryanim