weha meşẍûłî toye cîsim û canim
From the Book:
            Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
        By:
                Haji Qadir Koyi (1816-1897)
        
             1 minutes
             2370 views
        
        
    weha meşẍûłî toye cîsim û canim
be řûḧkêşanî xom zeḧmet bizanim
řeqîb û seg çi lazim ta emin hem
be řojê dergewan, şew pasewanim
mîsalî řonî zeyt û mêwî şane
weha me’lûme sûtanî nîhanim
perêşanî dił û cem’î řeqîbe
le sewday zulfî to, sûd û zyanim
biłên: qadir! dełêm: nawim ḧebîbe
be zîkirî êwe wa fêre zubanim
ewî şa’îr nebê kwêre wecaxî
le sayey şî’rekan babî kuřanim
mełên: bêkare bû ḧacîPen name le řûma
emin pyawim le nêw şarî jinanim