be şestî zulf û řûy mahî wekû mahî giriftarim

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1094 views
be şestî zulf û řûy mahî wekû mahî giriftarim
gehê diłgesteyî marim, gehê gyanxesteyî narim
segî dergat û mecnûn û nicûmî asman yekser
meger her xot bizanî çon gewahin min ke bêdarim
be yadî nexlî bałat aw le çawma bê qisûr herdem
decoşê, ẍayetî dûrim, dezanî min wefadarim
le beḧir û bêşe û seḧra, neheng û zeyẍem û řûbar
wekû seg hełdeyên êsta le ah û nałeyî zarim
emeyş caran nîye qurban tufeylî bême ser xwanit
xetit mîhmanîye emsał nemawe lezzetî parim
be giryanî řya wa’îz beserma hat û neyzanî
ke wa min aşnam nagate qapîm mestî huşyarim
’eraqî bê newa, meşreb muxalîf, wek seba heste
meqamî řastî ḧacîPen name ḧîcaze ger deçê yarim