leser tenaf ke lerzî hetîwî sindûsî

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 2 minutes  744 views
leser tenaf ke lerzî hetîwî sindûsî
şika meta’î zerîfî û qîmetî lûsî
tenafî pirdî sîrate munazîran meḧşûr
mekanî mel’ebe ḧeşre le mu’mîn û řûsî
semaye ’erseyî bazî gurîsî kahkeşan
sitare nazîr û mahîş hîlalî me’kûsî
şu’a’î şe’şe’eyî şem’e meş’elî mahî
le şermî tel’etî ew şew debête casûsî
munasebey ew û leyla, mîsalî dêw û perî
muşabehey ew û ’ezra, xezał û casûsî
dû çawî ’eynî nexoşî lenêw serî zulfî
giran û sûke le tirsî řeqîbî kabûsî
le kuncî xaneqe sofî xiza û neyzanî
tema’î dînî nebê ya emanî namûsî
we ḧeşre sofî bifermû heta le dunya da
syahřûy û xełq wa bizanê salûsî
’îwnî tinqiti’ min ni’imh alilhArabic
arqinî dim’î alî ma tibil milbusîArabic
û ’înî ’ad litbikî fima astital linaArabic
’ilî firaq min ahwî yikun maywisîArabic
fîdayî lengerî destî sînanî keykawus
direfşî kawe, řimî gîw û nêzeyî tûsî
ke hat û kewte sema ’îsewî şika û nema
helahelayî kilîsa, sedayî naqûsî
ke hate xende û fermûy: yełancî maşeła
be sadîqî buwe ’îsayî mîlletî mûsî
heçî ke hate temaşa be nûkî mujganî
fihula’ ’ibîdîArabic leser diłî nûsî
be wesfî qetre be deryaye şa’îrî wekû min
eger be qafîye danêm luẍatî qamûsî
le qafîye şu’era ’eybe la biden emma
be yadî çawî emin la dedem be mexsûsî
cebînî mah û řuxî mîhre, zulfî şew, dehenî
sebeb be qafîyetengî bû ḧacîPen name neynûsî