sed wekû řostem be dił qemçî le řexşî da be zî

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  865 views
sed wekû řostem be dił qemçî le řexşî da be zî
wek geyşte xendekî payanî ’umrî dabezî
řojte ey badî newrozî le bin befrî giran
kanî pêy siř bû, çinarîş destî çû, pencey tezî
sunbulî zulf û gułî řuxsar û serwî qametî
mangî nîsan û gułan neydî le nêw bax û řezî
diłberim tenha ke bû lew beyne xoy řût kirdewe
min diłim xoş bû ke çî dûbare daypoşî kezî
ẍemze destî kirde naz û marî zulfî daxzî
dił leber pêy kewtibû, em deydizî ew deygezî
çakî sînem bo çî ew xeyyate naydirwêtewe
çawî bîmarî wicûdî kirdime derzî û dezî
ḧacîb û ḧacî hemû řojê be gij yekda deçûn
bê ḧeya bû ew sege ’arî nebû, ḧacîPen name bezî