sofî be ser û řîş û be xerqey ser û doşî

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  747 views
sofî be ser û řîş û be xerqey serî doşî
çend çêłegel û biznegel û mêgelî doşî
fermanî ke da kuştimî celladî nîgahî
xûnî minî bêçare ’edû noşî be xoşî
lew we’de řeqîbim gutî: bê ’ehd û wefaye
me’lûm nebû lem ’aleme da řast û diroşî
teşxîsî dewakem meke ey bû ’elî sîna
lew çawe ke bom bû be şîfay ’eynî nexoşî
ew çawe wekû mes’eleyî kuḧle sewadî
şaze wekû nergis nîye bê fezlî biroşî
muş’îr be wefatî minî miskînî feqîre
wa řûte le xet bergî syay matemî poşî
ḧacîPen name le tewafî ḧecerul’eswedî xałî
giryane sefabexşî ne wek se’î û xiroşî