tabloy duwem

From the Book:
Ask
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 6 minutes  871 views
«şano řûnak ekirêtewe, kors be goranîyewe, em şî’re ełên, pê be pêy ew awazey danrawe, derhêner hełsukewtyan řêk exat, şwênekanyan dyarîy ekat»
kors:
řoj eřoyî, şew eřoyî
pîrotî hełqirçaw le kunî şimşałda
awazî ’eşqêkî le zamda bałgirtûy,
bo xawer lê eda.
tak lenaw korsewe:
askî pîrozîş eyzanî
ew ’eşqey kuře şwan heta bê
le řezî naw diłî xawerda
hêşûy giř be pelkî xwênewe cê dêłê
kors:
kuře şwan be řêgey birînda
řencî xoy kêş ekird bo kwêxa
bew mercey qiřanê wernegrê û
dway ḧewt sał xawerî pê bida.
tak lenaw korsewe:
řoj eřoyî, şew eřoyî
askî ewînî naw gyanî kuře şwan
henasey řojgarî ejmard û,
firmêskî le řûy şew epjan.
- tarîkî -
«řûnakî, ḧîkayetxiwan dêtewe ser şano»
ḧîkayetxiwan:
«lenaw çepke tîşkêkda»
payîz her le qijî dirextî eřnî û
eydaye destî çem
çem eřoyî deskeney ew qijey
be zerya dûrekan egeyan
payîz her le gundî xezanda
dewarî kizebay befrînî heł’eda û
kizebaş henasey ask û şwanekey
ser çyay
be destî řeşeba sûrekan egeyan.
- wiçan -
hewałî aske mubarek
geyşte xwar pêdeşt
hewałî ewînî xawer û kuře şwan
ta ehat
pelupoy be dewrî awayî û
gişt lada ehawîşt
mam wisûy řezewan çend řojê
pêş êste
leser řêy řawkirdin be kwêxa geyşit
pîrotî diłdarî hatewe be bîrda
bełênî xistewe bîr kwêxa
way pê wit:
«eřwat»
«hemû şanoke řûnak ekirêtewe, dîmen sereřêye,
mam wisû be kwêxa egat»
wisû:
mandû nebî, kwêxa bayz mandû nebî
des řengîn bî û nêçîrit qełew bê.
kwêxa:
ey berxurdar bî, mam wisû
ey to çonî? řêwîyekanit le çîdan?
wisû:
nabřênewe, kwêxa bayz nabřênewe
bełam minîş çak qiřim tê xistûn
ger wa nekem, biřwa bike
wêranî eken řezekem.
kwêxa:
bîrim nebû:
emsał çendit kirduwe bo ḧeywanekan?
wisû:
wełła kwêxa dû «dêm» le par
zyatre û hêşta her diłim
danamirkê!
kwêxa:
bo mam wisû bo?!
wisû:
kwêxa bayz, etirsim zistanî emsał
sextitir û dijwartir bê le hî par
kwêxa:
na, mam wisû meqřêne!
wisû:
kwêxa gwê beynê baştire
zistan wek mar bê’amane
kwêxa:
to waz bêne lem qisane
min dû roje çaw egêřim
bo askeke û naybînmewe
dyar nemawe!
wisû:
kwêxa bayz: xwa neka, xwa neka dyar nebê
min berdewam her eybînim
bełam ewe çend řojêke xûy dawete
ber eşkewtî mîrî mîran
leweřgey ew nawe bijwêne
«kemêk bêdeng ebêt û la’edate ser basêkî tir»
kwêxa bayz, wa bizanim lew katewe
ke pîrotit kirdote şwan
gurg parêzî le řanemeř
lê têk çuwe û
emsał le kwê legeł sałan
kwêxa:
řaste waye: bełam pîrot maweyeke
zyad le caran xûy dawete
şimşał lêdan
etirsim ẍafił bê û meřekan
zyanyan lê kewê.
wisû:
ne’îşełła, pîrot zîte û agam lêye
ser be ser
wek çawî xoy eyparêzê řanemeř
kwêxa bayz cige leweş,
ew bełênî be to dawe û
toş bełên bew
kwêxa:
le bełênim peşîman nîm
bełam min her zû witûme
ebê ewîş şwankarîyekey weha bika
min řazîy ka
carê hêşta ewîş çwar sał
řêy le bere û xwa ezanê çîman lê dê!
«be dengêkî nizim»
min ḧez nakem, wa ḧez ekem
to pêy biłê
xo herçende hîç nebuwe
bełam ewîş ba ewende lem la û lew la
bełay qiseman lê lada
xot ezanî dinyadîdey
hêşta pîrot le kwêyetî û çî kirduwe!
«pîrbałî aşewan lew berewe eřwat, kwêxa bangî ekat»
kwêxa:
ho, ho pîrbał
lade êre
pîrbał:
«dwayî egate layan»
fermû kwêxa minit bang kird?!
mam wisû gyan ḧału’eḧwał
şukir başî
«la ekatewe»
wisû:
xwa des be bałtewe bigrê
kwêxa:
ewe bo kwê wa bepele
xo aşeke baş egeřê?
pîrbał:
wełła kwêxa, sa îtir wa beleqeleq
êmeş legeł pîre aşda kutawmane
ewe wityan karwan le şar hatotewe
eçim ḧemey serqetarçî bibînim, ta
kwêxa:
«qisekey pê ebřêt»
ḧeme?! ḧeme boçî
pîrbał:
be xwa awa ber le mangêk
parem daye, eger hat û řêy kewte şar
mitumûrûm bo bihênê
wisû:
«be ser suřmanewe»
mitumûrû?!
kwêxa:
mitumûrû? to mitumûrût boçîye?!
kiçit heye! bo pîrêjin?!
ey xo naşê
taze simêł qît keytewe û
xotman lê keyt be kuřêkî çwarde sał
mirx le jin xoş keytewe
pîrbał:
newełła, babe min û jin
meymûn xoy le xoyda cwan nebû
bełam awłeşî derda
ne babe, ne, pîrêjnîş taze le řêy
çîda mawe!
«bîr ekatewe»
wisû:
ey kewate mitumûrû
a, a, zanîm, zanîm
«bîr ekatewe»
kwêxa:
çît zanî, ha?!
pîrbał:
řastîyêkey eweye, min nezirim leser bû
mitumûrû bihonmewe û bîkeme mil
aske mubarek, êstake zanîtan?!
wisû:
min witim eyzanim
ta biłêy nezrêkî pîroz û pesende
kwêxa:
bêqeza bî, witim axo
řaspardey çît kirduwe
mitumûrû le gerdinî ask bikirê û nekirê ebê
cêgey kam şitit bo bigrê
hey małşêwaw, řaspardey
pûşê xurmat bikirdaye, çaktir nebû
êmeş yek dû denkiman berkewtaye
çaktir nebû hey małşêwaw!
wisû:
ne’! kwêxa ne’! çon wa ełêy
ew dyarîyey bo aske mubarek bê
mufeřkêke ebê leser ser řagîrê û,
maçîş bikirê
tozê wefa, kwêxa bayz tozê wefa
kwêxa:
dîsanewe hatînewe ser askeke
çend negbetîn
bese, bese wa baştire
em base bigořîn
małtan şêwê le bîrtan birdimewe
min wîstim çî biłêm
pîrbał:
kwêxa dey, ê fermû
hîç karit bû?
kwêxa:
sibey şewê nobe destař
bo małî êmeye û
hemû şit amade û
çaweřêyn kiçgel û kuřgelî awayî
bigene laman û des pê bika destař hêřî
to mam wisû, menîc gurce û
toş pîrbał gyan her le řêwe
ḧemey darken agadar ke
bîrî neçê, xoy bê
yaxud swarey ewlaman bo binêrê
ledway êmeş nobe destař le kwêy tir bê
bang hełdêrîn
mał ledway mał eyřexsênîn
çawekemin bîrtan neçê
pîrbał:
kwêxa bayz hemû sałê wa nebuwe?!
bîrman naçê
wisû:
minîş menîc û gułçîntan bo enêrim
- tarîkî -