tabloy yekem

From the Book:
Ask
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 9 minutes  1062 views
derhênerî şanogerîyeke:
legeł destipêkirdinda, bařjinî askê ebîstirê, bêdengî, perde be’astem ekirêtewe û derhêner dête pêşdemî şanoke û řû ekate bîneran:
mîwane xoşewîstekan, şewtan řûnak,
çawtan řûnak.
bexêr hatin bo bînînî ew çîrokey
lem satewe
wişekanî ebziwên û ebne tablo û
ebne ekter,
ta temaşay wirdî êwe le sereřêy
beserhat û, nawgêjenî karesata,
řagrêt û bîka be serpişk û řaber
***
mîwane xoşewîstekan
min tenya bo ewe hatim
dîdenîtan le małî em şanoyeda
wek małanî kurdewarî
bixeme ser dîdekanman
min pêş bînîntan nakewm
«ask» çîye û çone û boçî?!
etanewê û natanewê?!
řiqtan lê bê û xoştan bwê
min nadwêm û şanokeman:
ba xoy bidwê
mîwane xoşewîstekan min eřom
legeł «ask» cêtan dêłim
dîsanewe, şewtan řûnak,
diłtan řûnak.
«eřwat»
«perdeke betewawî ekirêtewe ḧîkayetxiwan, le cêgey bo terxankirawî xoyda ebînrê, lem dîmeneda dîwî nawe û binebanî şanoke û řûnakî betenya le bejnî ḧîkayetxiwan edrê û bepêy hemû bizûtneweyekîşî çepke tîşkeke legełya eřwat».
ḧîkayetxiwan:
hebû, nebû, dêrzemanê
katê bapîre gewreman
tîn û tawî bazokanî eçûn be gij
tawêreberdî çyada
katê hêşta xwênî lawîy agirê bû
le leşyanda û
çokî be tof û weyşûmey
gewey şaxekan da’eda
serdemê bû, jyan awa berpêkanî
řoşin nebûn
pencerey bîr, leser wişe daxraw bû
nisêy zanîn, bestełekî bê hetaw bû
lew rojeda, hoşîş wekû qutîlekan
kiz esûta
ney’etwanî tarîkayî naw daristan
řûnak bika
hejarekan lenaw gerûy,
merg û janda
parûy giryawyan qût eda
ta giznigyan exsite naw:
dway êwarey emusteçaw
řencyan eda û, řencyan eda
***
lew demeda
pendî pîran, řařewê bû
yasa lenaw ewda eza
girêkwêrey gîrugirift
edraye des xoşewîstî, bîkatewe
takû giftar le awêney řojgarda
şewqî çake bidatewe
řoşnî kat bepêy kirdar
***
hebû, nebû, lew demeda
gundê hebû
pêyan ewt: gundî «xezan»
le binarî çyayekda řakşabû
serî lenaw nizarêkda û,
qaçekanî lenaw şepolî tûřebûy
çemêkda bû.
çya hezar be hezar û sext û serkeş
gelîy tengî
piley xizî
miley berzî
eşkewtî qûł û zebendî
cengełî û dar û dewendî
mûçřikî tirs û samyan, tya:
nişîmen bû
***
payîzê hat, sermay çya
darubarî řût kirdewe
çem, hełlerzî
şwaney gundî mil nuqim bûy
naw ferencî
destî ser gałokî tezî
xełkî xezan
ber le hêrşî nakawî tûşî zistan
kewtine xoyan
«tarîkî, eřwat»
«şano řûnak ebêtewe, dîmen gundekeye û şwanî gund (pîrot)e û be qedpałî çyaweye û pałî dawe be gaberdêkewe û xerîkî şimşał lêdane, her dway çend satê, bebêzarîyewe şimşałekey ekatewe be berpiştênekeyda û heł’estête ser pê û ekewête hatuçokirdin, înca leber xoyewe ełê»:
pîrot:
çwar sał, çwar sał, çon tewaw bê?!
ey kê ełê tewawîş bê
ew emdatê
ey kê nałê hemû řencim be ba nada
ey kê nałê?!
- wiçan -
wek diłî em dêye diłim lew kirmêye
- wiçan -
xwênî ekeme kasewe
çonî nada?!
wa carê sê sałîm pisan
xwa gewreye, xwa, xwa
- wiçan -
ne’, natwanê, gundî xezan
gewre û biçûk lew bełêne agadarin
aşnawřoşna legeł mindan
ne’, natwanê!
- wiçan -
ax şwankarî, ax tenyayî
her xom, bêkes, xwaye, xwaye
bo netdamê tenya xuşkê
ger wa bwaye
êste min wa kwêrewerîm
em şax û ew şax egêřa?
- wiçan -
małim ebê?!
ebme xawen çend ser meřê?!
xom bo xom şwanêtî ekem?
tem leser çawim la’ebem?
«bêdengî, zerdexeneyek eygirê, guř û tînêkî dêtewe be berda».
bełam leber çawe cwanekanî xawer
çon derbest bêm?
çon bihêłim ke bêzarî diłkiwêrim ka û
tirs le gyanim binîşê
derbest nayem, ehênê ger
çaweřwanîm de sałî tir tûl bikêşê
derbest nayem,
derbest nayem!
- wiçan -
melay dê
ew dinyadîdeye
řast eka, pêm ełê:
kuřim aram
aramîy eyubNamed-Entityt hebê.
- wiçan -
melam dî pêy ełêm
qurban to her ełêy aramîy eyubNamed-Entity û ...
pêm nałêy kam eyub?! le kwê?!
pêy ełêm: ḧez ekem bizanim
ew çend sał, aramî girtibû
ewîş her wekû min
ḧezî le:
xawerê kirdibû
- wiçan -
«mam wisûy řezewan dête jûrewe, egate lay pîrot, siław deka û le tekyewe da’enîşê»
pîrot:
wey serçaw mam wisû
winî, win, natbînim
qisetim ewende pêxoşe
wek tînû weham boy
pêm nałêy to le kwêy?
wisû:
pîrot gyan, nazanî
îş û kar hênde zore
le bin dê?!
xwa agay lêyetî
sirewtim her nîye!
pîrot:
řast ekeyt, ezanim xot tenya û
řezekeş
wisû:
«qisekey pê ebřê»
mepirse, ewetey hestawim
min her daw da’enêm bo řêwî
ezanî, çî eken bew řezem
mepirse, em serem çend qałe
wełłahî nazanim çî ekem!
pîrot:
pêm biłê, emřoke hîçit girt?!
pêwe bûn?!
mam wisû, gwê bigre
em care çendit girt, hî minin
witit çî?!
wisû:
dwênê çwar pêwe bûn
çawyan wek
pişkoy naw agirdan
zîtezît
birîsk û hořyan bû
pêş wext min qewlim pê dabû
nardimin bo kwêxa
«be pêkenînewe»
dyarîyek bo małî kwêxa bê
ey dyarîy toş nîye?!
pîrot:
«mam wisû dête pêşewe»
mam wisû, gwê bigre
tu xwa ger gwê negrî
gêjawî naw serim heta bê
tûřetir derûnim lûl eda.
wisû:
gwêm lête, gwêm lête
ezanim çî ełêy
bas, basî xawere. wa nîye?!
seyr ebê, neyzanim, gêjawî ew sere
le kwêda ebête tenûre!
pîrot:
mam wisû, pêş pêy to
le diłma wam ewt:
to biłêy ke kwêxa dway ewey
çwar sałem tewaw kird
bełênî bişkênê û xawerim nedatê
to biłêy ewende napyaw bê!
ełêy çî, mam wisû, ełêy çî?!
wisû:
to qisey seyr ekeyt
çon nayda?!
herçende negrîse û çawçinok
şitî wa çon eka
ey destî le berdem melada
nexsite ser qur’an
peř û bał der’eka
řûřeşî ber dergay xwa ebê
çon şitî wa eka
toş nełêy bêkesim, ême çîn?! pîrot gyan
ba diłit xitûrey wa neka!
mał xirap, ay ke toş weswasî
pîrot:
ełêm, ê, dinyaye
dinyay waş ta êste sûřanî
be diłî wek pyawî kwêxaye
wisû:
leser xwa, to carê
hêştake, le kwête!
sê sałît biřîwe û çwarî tir, her řête
biłêy: çî naçarî aramit biřwênî
nawçewan way hêna
xwa neykird xuşkêkit bidatê û
ta wekû em xełke toş bîdey be jinê
- wiçan -
ezanim: şwankarî û şaxnişîn
girane û nanekey hetakû dête çing
azarî wek hewîr etşêlê
bełam toş hêştake heřetî lawîte û
xo madem xawerîş diłî xoy bepakî
pê dawî
kêy tire, gasnî bitwanê diłî ew bikêłê!
- wiçan -
pîrot:
mam wisû, ey tu xwa xawer çon
kiçêke, to bîłê
her wekû aske mubarek wa nîye?!
bo pakî û bo cwanîş lew nakat?
nazanim, mam wisû ełêy çî
diłî min bê hîçyan hełnakat!
wisû:
obałî qisey xom be gerdin
kiçî wa řûsûr û dawênî weha pak,
degmene, witeme ta mirdin
dey řołe aske mubarek pîroz bê xoy bida
be bextî herdûktan
ho pîrot nîzay min gîraye
aske mubarek pişt hełka le her kes
xwa bełay lê eda
ewetey ew heye û em dêye
xêr be ser pyaw çaka ebarê û
derûnman bê qorit û girêye!
pîrot:
mam wisû dey tu xwa
bew denge şîrînet şitêkim le beytî
aske mubarek bo nałêy
nazanim, lew beyte têr nabim
ta mabim!
wisû:
beytêkî dirêje, ew careş pêm witî
çend carê em gundey xezane û
em xełkey
parast le fewtan û mirdin û niẍro bûn
çî biłêm?!
pîrot:
dey tu xwa, ba diłim hêndey tir
bisûtê û biłêsey baweş ka
bew denge xoşeta, dey tu xwa
wisû: «wisû dest dexate penagwêy û tê eçrîkênê»
bo beytî ask, aske mubarek, gwê biken be dił
dił biken be gwê, ask firîştey lay xwawende
le asmanewe hatote naw dê. hewr serêtî,
hetaw řengêtî, estêre çawî, haje dengêtî,
hejaran xwênî, befir serînî. le kwê guł biřwê,
lewê eybînî. bo beytî ask, ’aşiqan ba bên
wekû xor hełbên, sewdaye û sewda, sozî
em beyte, pencey giznige û giř le tarîkîy xezan
ber’eda, xezan ezanê çon le baweşî dirextî
xoyda ew heł’egrêt û le kam řûbarî
ewînî pakya dem enête dem asoy birînî
«bêdeng ebê řû ekatewe pîrot»
pîrot gyan, ewendey bo emřo
direngime û řezekem tenyaye
«heł’estête ser pê»
pîrot:
mam wisû pêm witî:
tînwêtîm lew beyte qet naşkê
ber lewey ke biřoy, pirsyarê:
aske mubarek pêş wext,
hest eka?!
wisû:
hest eka. pêş wext hest eka
ke çî dê û řû’eda:
dête naw gundewe małewmał ekat û,
bařebař be çwarpel
wek leser jîlemo westa bê
cê nagrê be xoy û baz eda û řa’eka
îtir gund ezanê bełayek beřêwe
mil enê bo xezan.
pîrot:
jyanî em dêye mam wisû
le çawî ewdaye
biřwa ke mam wisû ew nebê
kwêrayîy xełk daye!
«zorab bepřitaw berew lay herdûkyan dêt û le dûrewe hawar ekat»
zorab:
ho mam wisû, ho mam wisû
tełekanit teqîn û dû,
řêwîy çaw zîtyan girtuwe
yekêkyanîş hejgêkî be
kilkî xoyewe bestuwe
pîrot:
xo em care dyarîn bo min
neyanbexşî
wisû:
bepele eřwat û bedem řêwe ełê:
ay mam řêwî
xoy ne’eçû be kunewe
keçî hejgêkî be kilkî
fêłî xoyewe bestibû
ay mam řêwî!
way mam řêwî!
- tarîkayî -