tabloy sêyem
From the Book:
Ask
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
10 minutes
1340 views
«řûnakîy kors»
kors:
payîze û lêwarî dêy xezan
wek kułmî xawerî guł girtûy
ber serma elerzin
qijî řeş şořebî naw çemî şewane
kuřêkyan:
cûte mem, dû bêçuwe kerwêşkî
sipîlkey řezekey mam wisûn
le xişpey serpencey kêwîley
kuře şwan etirsin
kors:
payîze û askekey ser çya
çîrokî mîwanî naw hemû
jûrêkî małane
kûjekey goşedar le milya
estêrey naw xewî dêrînî asmane
payîze û wek gişt sał
wa emşew kiç û kuř, diłdaran
le małî kwêxada
dûbedû qisey dił le tirsî pê zanîn
win eken le hařey destařda
kuřêkyan:
ay emşew bo gyanî kuře şwan
ebê çon le ’eşqî xawerda
giř bigrê ta, hełsan
kiçêkyan:
ay emşew bo xawer
ebê çon arezûy çaw bibřê
le singî tûknî kuře şwan
kors:
diłdaran ezanin ke emşew
lay kwêxa û kwêxajin her hařîn mebeste
nazanin ke destî diłdaran
şil nabê û cêjwan
bo ewîn her kwê bê beheşte.
- tarîkî -
«şwên be şewqî qutîlkeyek řûnak botewe, dîmen jûrêkî małî kwêxaye, nobe destařhêřî ewane, pîrot û xawerîş em şeweyan bo řexsawe û leser yek destařn û beramberî yek danîştûn, lem dîmeneda, etwanrê pîrot û xawer dû destařhêřî tir nîşan bidrê û ewanî tirîşyan le řêgey dengewe binasrên».
dengî kwêxa:
kuřîne, qurbanî ew dest û meçekey
êwe bim, bihařn
bihařn, mesrewn
hetakû dwa denkî naw cewał wird ebê
kuřîne qurbanî bazûtan
bihařn derfete
kwa emşew bo xewe!
ba diłî kwêxatan řazîy ken
sałêke û em şewe
derfete
pîrot:
«her bedem hařînewe»
derfete, xawer gyan derfete
ew çawe řeşanet hełbiře û
biřwane sûtanî naw diłim
bimdiwêne, xawer gyan bimdiwêne
ho gyanim, ho jînim, ho gułim
dengî kwêxajin:
kiçîne, qurbanî ew şan û bałetan
şan û bał neřzê
gułîne, qurbanî ew pelke naskey
pencetan, ke emşew wa legeł
hařînda elerzê
kiçîne, dey diłî kwêxajin řazîy ken
kiçîne miradtan ḧasił bê û,
be hîway xo bigen
xawer:
ax xozge hemû kes be mirad egeyî
ax xozge hîç gułê jakanî ne’edî
pîrot:
xawer gyan, be hîway xwa, hîwam řoşne
şwankarîm azarî çend zor bê
leber to xawer gyan, leber to
le lay min wek xoşaw çêştine
pişt be xwa her ebê sałanî berdemim
text kem
akamîş xawer gyan
pêt bigem, pêt bigem
xawer:
ay pîrot ke çwar sał
řêgekey dirêje û her şewey
çiqłêke û le aram eçeqin
ay pîrot, çon biřwa û beser çê
çon pîrot?!
pîrot:
xawer gyan qet nekey
tu xwa ger bihêłî diłî xot
tarîk key
«awřêk edatewe û des exate ser destî»
xawer:
wa meke, etirsim
nek çawyan lêman bê
«pîrot ke dengî kwêxa ebîstê destî leser destî xawer la’eba»
dengî kwêxa:
qurbanî çawtanim
ho kuřgel, sist nebin, bihařn
betemay meçek û qołtanim
pîrot:
betemay hatinit xawer gyan
dwênêke lenaw řez hetakû direngan
ta «miştaẍ» hełgirtin
çawanim leser řê netrûkan
ey boçî xawer gyan dyar nebûy
xo bawkit le řaw bû?!
xawer:
le dûredeştewe
mîwanman hatbû
bełam min her diłim le lat bû
dengî kwêxajin:
ey deste kiçanî řûsûr û pakî dê
kwêxajin le dewrî ew şan û qołetan
bigeřê
sist mebin, bihařn
kwêxajin zengyane û mûrûtan
bo beynî mêxekbend edatê
pîrot:
em care, xawer gyan em care
her biçme karwan û bigeme qeyserî
min mûrûy mercantan bo dênim!
kam gwarey şořabe û mustîley bewrşey
cwan heye min ewet bo dênim
xawer:
«be sersûřmanewe, des le destařeke ber’eda»
witit çî?! min mûrûy mercantan
bo dênim
min çendim, her xom nîm?!
pîrot:
«be pêkenînewe»
xawer gyan herdûktan!
xawer:
herdûkman?! ay pîrot ełêy çî?!
pîrot:
«be pêkenînewe»
xawer gyan, to ewî û ewîş to
herdûktan bo diłî kuře şwan
xwênêkin, xawer gyan!
xawer:
nazanim, nazanim ełêy çî, nazanim
to gałtem pê ekeyt?!
pîrot:
ne be xwa, bew çawe cwanane
řast ekem herdûktan!
xawer:
«be tûřebûnewe»
sa be xwa lêrewe heł’estim
pêm nełêy?!
pîrot:
pest mebe, gyanî min pest mebe
kiçanî naw xezan le layek
xawerîş betenha le layek
lay ewan derûnî birayîm danawe
le lay toş henawî ewînim danawe
to nebî çîm dawe lew jîney
hemû řoj taławî be quřgima kirawe
«be pêkenînewe»
pest mebe, ke witim herdûktan
ewî tir askekey pîrozî çyaye
ey tu xwa xawer gyan, milwankeş
wekû to, lew naye?!
xawer:
«dway diłnyabûn»
de pîrot wa biłê, wa biłê
ew aske pîroze
newek her be mûrû heq waye
milwankey bo bikirê
heq waye xełkî dê
- serkeley – zêřînî bo bikřê
pîrot:
min nałêm, xawer gyan min nałêm
her biçme karwan û bigeme qeyserî
«qisekey tewaw nakat ke kwêxa bang ekat»
dengî kwêxa:
kuřîne, kiçîne, bihařn
hêştake cewałman her piřn
ho sware, ho menîc
çend «kotik» hařřawe?!
dengî sware:
kwêxa gyan, wiçanman nedawe
hênd nebê, areqman siřîwe
ewendey ḧez ekey
ewendeş kotkiman hařîwe
dengî kwêxa:
ba bazûy destařhêř her xoş bê
qurbanî çawtan bim bihařn
sist mebin, sist mebin
wa min û kwêxajin xerîkî tirêy naw
qułîne û berçineyn
her destiman betał bê
serêktan lê edeyn
- wiçan -
pîrot:
xew, seyre
ezanî xawer gyan dwêşew lexewma
çîm bînî?!
xawer:
xwa bexêrî bigêřê
pîrot:
le şwênê wek lewber sîrwan bim aweha
to bûk bûyt be swarî hatît û,
damgirtî
ke taram leser ser labirdî
xawer gyan! xałekey sergonet
lepiř bû be heng û hełfiřî
xew seyre, xał bifřê, xew seyre
dway ewe xawer gyan
xawer:
«qisey pê ebřê»
xeberit buwewe?!
pîrot:
na, na, na le xewma
înca her ewendey pêneçû
asmanî ser serman eygirman
řengî zerd hełgeřa û
befrêkî sûr barî
xew seyre, befrî sûr, xew seyre
dway eweş xawer gyan
xawer:
emîşyan le xewda?!
pîrot:
a, a, a, dway eweş le xewma
tûtřikê ałabû le singim
çendim kird ke be des řaykêşim
tûtiřk bernebû le singim
lepřida daçłekîm, ke hestam
ezanî çîm bînî, ezanî?
«qaqa dest eka be pêkenîn»
ebînim, be řastî
wa mişkê hatote sersingim
«pêkewe dest eken be pêkenîn»
- wiçan -
xawer:
to melaş bibîne
xewnamey melay řeş her nîye
ewende pîroze
xêr ebê
le xewa xał bifřê û
befrî sûr bibarê
- wiçan -
dengî kwêxa:
ho pîrot
pîrot:
«wek daçłekê»
ho bełê, ho bełê
dengî kwêxa:
ewe bo bêdengî, destařhêř
ba taqet peyda ken
ba nełên le nobey ewanda
koř sard bû
ḧeyranê, dey pîrot, ḧeyranê
dengê:
besaqey çawit bim
a, a, dey ḧeyranê
pîrot:
beçawan, kwêxa gyan beçawan
her êste to û ḧeyran?!
xawer:
«bedem zerdexenewe»
be diłî xot bîłê
ewe bê, careke lenaw řez
bot witim!
pîrot:
«amade ebê û dest eka be witnî em ḧeyrane, ke kutumit witekanî le ḧeyranî esłîyewe wergîrawe»
«ḧeyran ḧeyrane, ḧeyranî lê dê
bejnî nazdar ḧeyranêm, çende biłinde
kemerey lê dê
destî min damênî ewan westa û westakaran bê
kemereyekî dirûst biken bo nazdar ḧeyranê
negirin be gazê lê neden be çekuçê
leser destî xoyan dabnên lemabeynî ’erd û ’asmanan
bełke barî te’ala be qudretî xoy
dadeřjênê kemerê, ewca nazdar ḧeyranekey min
şilk şilk, tenk tenk
bîbestê û pêy bêtewe cêjwanê
kiç witî: gelî deste xuşkan engo xeberêkî lo min
bidene kuřetîm ḧeyranê bimgatê
daxwazîkerî min hatîne babêkî gelê bêdînim heye
zor detirsim bimdatin
kuřetîm ḧeyranê dełê: engo cwabêkî bidene
nazdar ḧeyranê, sebrêkim lê bigrê
şerit bê lew bendey derbênim
yan be małî dinyaye
yan be zebrî xencerê»
«her ke kuře şwan le witnî ḧeyraneke ebêtewe yek dû deng lem la û lew lawe berz debnewe».
dengî yekem:
ey dengit neřzê kuře şwan
bo xot û ḧeyranit
be hîway xot bigeyt
kwêr nebê çawanit
dengî duwem:
ey demxoş
ey hezar řeḧmetîş
le gořî mirdût bê
wek awa demarit bizwandîn
dengî kwêxa:
hey demxoş, hey demxoş
aweha, ba tînî masûlkey destařhêř
guř bida be ceste û sist nebê
xawer:
«be diłêkî xoşewe»
qet dengit neřzê
hemûy her bo min bû
wa nîye?!
pîrot:
xawer gyan ta çawtan dyar bê lêm
to û aske mubarek
min dengim wek serim biłinde
to biłê û her biłê
ewînman neřzê xawer gyan
ewînman
- wiçan -
«pîrot, bewrdî eřwanête çaw û gerdin û sing û memkî xawer û dest exate ser destî».
xawer:
bo weha eřwanî
ełêy qet netdîtûm
pîrot:
ax xozge êstake
naw bax û řez buwaye
ewsake emzanî!
xawer:
leberçî?!
pîrot:
têr, têr, têr
ew xał û gerdinem emjî
xawer:
«be şermkirdnewe»
sûk, sûk, sûk bidwê
ne’, ne’, ne’, ełêy çî?!
- wiçan -
pîrot:
«be dengêkî berz bang ekat»
ho sware, sware gyan
dengî sware:
pîrot gyan ełêy çî?!
pîrot:
xo bîrit neçuwe wextêtî
çarêkî ew êskigranem bo nakey
heta key?! wextêtî
dengî sware:
le minit nekewê, le bîr çûn!
řaweste bizane henasey lê nabiřim
bo her toy perêşan?!
to agat lêm nîye parçeyek agirim
pîrot:
çûzanim?! witim nek le bîrî kirdibê
dengî sware:
derfete û derfetîş zor tenge
destubird
pîrot:
keye, key?!
dengî sware:
dway çwar pênc mişt hařîn
ełêy çî?!
pîrot:
zor çake, zor çake
çaweřêm, xêra ke
xawer:
«tê nagat»
çîtane to û sware
ełên çî?!
ew êskigrane kêye, kê?!
pîrot:
«be dengêkî nizim û ser ebate pêştirewe»
xawer gyan ełêyn çî!
ḧez ekeyn her qeyrê
tarîkîy derfet ba
«lem kateda, şitêk egîrête qutîlkeke û ekujêtewe û şano tarîk ebê»
dengî xawer le tarîkîda:
emendeş fêłbazî?!