şehenşahê ke nêwçawanî şemsî ewcî eyqane

medḧî ḧezretî ẍus ala’zim
From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 4 minutes  779 views
şehenşahê ke nêwçawanî şemsî ewcî eyqane
îmamî ewlya serdarî zumřey ehlî ’îrfane
le beẍda mehbetî enwarî qudse merqedî pakî
le gêłanda le dayk bû le esła xełqî êrane
le sałî çwarseduhefta cîhan řûn bû le enwarî
le sałî pansed û şest û yeka teslîmî canane
ke sałî çwar sed û heşta û heşt hat řojî ew şahe
timez wek bedrî kamîl meylî xezra û şewqî geryane
le her kwê mange sewrîş fexrî ew xêłey be des hêna
diłî ehlî xuda mayl be xoşî ḧałî ḧeywane
şwanî wadîy eymen le medyen bêne yadî xot
legeł berxelewanî lay ḧerem wa fexrî ekwane
heta têgey ke em base şyawî sem’î emlake
heta têgey ke em duřře le beḧrî ’îlim û îḧsane
bełê sewrêkî bird bo mezre’ey sewzî fełek mahim
le naka sewr witî: te’lîfî min bo to ne şayane
eto mexlûq nebûy bo kar û kesb û xizmetî ḧeywan
eto emirit nîye ta pêt biłên em lawe gawane
ke ’ebdulqadrî serdarî pakan em qisaney bîst
be lefzî řêkupêk û cwan û bîsraw lew besezmane
becêy hêşt û heřay kird ta çuwe ser banî mał xoyan
lewê dî ḧacî û ke’be û ’eřefat lêy nimayane
lewê deybîst be çakî dengî ḧac û telbye û tekbîr
lewê eydî ke katî řemîyî cemre û qoçî qurbane
le ser ban hate xwarê řoye xizmet walîdey pakî
witî daye dexîl řeḧmê ke ḧałim zor perêşane
ełên beẍda meqamî zuhd û teqwa û ta’et û ’îlme
lewê teḧsîlî ’îlim û řêy terîqet zor be samane
were to dakî çak be bende azad ke le ḧeqqî xot
ke azadî eto bo min řezay xellaqî mennane
mubarek walîde çun em beyaney bîst le ew zate
witî: azadî emma bê diro be û řast û merdane
le îrsî babî çil dînarî dûrye bin desî xerqey
legeł karwanî gêłan řû be beẍda řoyî azane
le nêzîkî hemedan cerdeyan lê hełpeřî û bê hełm
hemû małyan le des çû cem’î ew tuccar û karwane
le řê gîran yekêkyan hate lay ew zate lêy pirsî
biłê pêm ey feqîr to çît heye lem bar û eşyane
wełamî dayewe zêřim heye teqrîbî çil dînar
lebin des xerqekemda bê diro mexfîy û penhane
yekê tir pirsyarî kird û dîsan ew wełamey bîst
ke bîstyan her dû wityan ba biłêyn bew mîrî duzdane
ke mîr bîstî witî bangî ken û hat xerqekey dakend
be desyan kewt hemû ew zêře bê nuqsanî yekdane
lepaşan pêy wit ew serdarî duzdane sebeb çî bû
ke zêřî xot lelay min aşkira kird bê diro û bane
witî katê ke hatim qewlî řastîm dawete daykim
diro nałêm leber zêř min lelay em duzd û cerdane
ke mîrî serterîde em qisey bîst day be ser xoyda
be hawar û be hana kewte ew kêw û byabane
hemû emwalî ehlî qafłey řed kirdewe û destî
lenêw destî şehenşay min nya bo tewbe ew ane
terîde û serterîde, şikir lilhArabic giştî tewbey kird
be îrşadî şehê wa feyzî ew wek řojî tabane
lepaşan řoyye beẍdaNamed-Entity, xwêndî ’îlmî dîn lelay çend kes
’elî îbin ’uqeylNamed-Entity, meḧfûz, ke wa xełqî kuluzane
miḧimd abin ye’lî bus’îdî bin mibarkNamed-Entity hem
wekû buẍalbNamed-Entity û busi’dNamed-Entity û bubkirîNamed-Entity nimayane
le katî xwêndina zor eçwe lay ḧimadîNamed-Entity xawen feyz
legeł şîx yusif û ẍusîNamed-Entity nihên basyan hemû zane
zemanî xwêndin û seyr û silûkî qurbî çil sałe
legeł xizra řefaqetyan wekû mûsayî ’îmrane
be em çeşne geyîşte ew meqame ’eqłî nagatê
heta qamî qyamet şemsî ew piř nûr û řexşane
be qurbanî segî dermałî ew şahenşehem tahîrPen name
ke nûrî çawî zehra hêzî ejnoy şêrî şêrane