pênc xiştekî le ser ẍezełî mamosta narî û tahîr beg

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 2 minutes  1029 views
be naz û nîwingahî şêt û wêł û mel’ebey kirdîn
be naz û ’îşwekey meczûbî nałey çeng û ney kirdîn
seḧer hawdem be giryan şew řefîqî way û wey kirdîn
be ẍemzey çawî mexmûrî syahî mestî mey kirdîn
be maçî lêwî musteẍnî le enwa’î mezey kirdîn
leber tîşkî tewêłî řûne řojanî syahî min
be nîw dîtin geyanye asman sayey kulahî min
ke sozey ’îşqekey kewte derûnî ẍempenahî min
tiraza bendî suxmey ałî gułnarî be ahî min
keçî destî le ser dana le seyrî baxî bey kirdîn
şewê saqî řeḧîqî sefwet û ḧałî be min noşî
tebîbî çawî yarim bo ’elacî derdî min koşî
dił û dînî le des sendim becarê, kewtime bêhoşî
be hewrî perçemî ebro û řux û kułmî ke dapoşî
le şewqî řu’yetî bedir û hîlalî yek şewey kirdîn
be çawî nîwexêlî mestî piř aşûbî fettanî
eka ’eqłî ḧekîmanî cîhan meftûn û ḧeyranî
egerçî bendî kirdîn pêçî zulfeynî perêşanî
egerçî kuştînî xo qabîz al’erwaḧArabicy mujganî
be qanûnî mesîḧayî le xendey lêwî ḧey kirdîn
serim sergerdî neş’ey seyḧeyêkî xoş û mestane
mujem cařûkeşî cêy hełpeřînî řeqsî merdane
dił û canim fîday cur’ey şerabî le’lî canane
gunahî min nebû zahîd ke meylim da be meyxane
hemû tawanî dił bû ’aşiqî tersabeçey kirdîn
were tahîrPen name le daxî diłberan xot şêt û řîswa ke
le ’îşqî tahîran şadî diłî meḧzûn teqaza ke
xezaney dîn û danş xakî řêgey ’îşq û sewda ke
’elacî derdî dił narîPen name le tahîrbegPen name temenna ke
biłê emřo gułendamê be tîrê cergî pey kirdîn