dił û dînim le des çû ey senem sa bo xuda nazê

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  755 views
dił û dînim le des çû ey senem sa bo xuda, nazê
ke beş bimkate ser dîsan nîgahî çawî tennazê
hezar defter le sînemdaye řazî derdî hîcranit
esef sa min le kwê bênim řefîqî nukteperdazê
ke lew der małe walaye derit kirdim be sed xwarî
nema îdî berew ewcî wîsałim ḧał û perwazê
were qurban le dûrît bezmî ’eyşî min temaşa ke
nîye mey ẍeyrî firmêsk, bêcge nałe deng û awazê
ke dûrît kird le min katim le la wek tîẍî tîj waye
cige pestî û peşêwî nîme gyane yar û demsazê
le nazî çawî mestî ḧałî dił sa bêne bîr tahîrPen name
çilone? kotrêke zamzedey çingûřî şabazê