birîndarim birîndarim tebîbim zû be dermanê

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  833 views
birîndarim birîndarim tebîbim zû be dermanê
geday tom, min geday tom, şahekem sa dêre îḧsanê
xirabim leşxirabim bo serapam bîrî te’mîrê
şikawim, têşkawim, ser fîdat bê ḧał û samanê
le ’alemda, le ’alemda, nîye wek bende me’yûsê
disa řeḧmê, desa řeḧmê, be xwarî diłperêşanê
emin řûtim, emin řûtim, ’eta ke sîtrî endamê
segî dergam, segî dergam, kerem ke řêze êsqanê
zelîlim min, zelîlim min, eman sa ’îzzî eltafê
le řê wêłim, le řê wêłim, dexîle naw û nîşanê
wekû mecnûn, wekû mecnûn, be kêw û deşteda wêłim
bipirse, to bipirse, ḧałekey şêtî byabanê
fîdat bê, gyan fîdat bê sa bike lutfê legeł tahîrPen name
biłê carê, biłê carê: segî dermałekem kwanê?