řefêqan hatuwe wadey wefatim

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  914 views
řefêqan hatuwe wadey wefatim
ełên bê meyle sermayey ḧeyatim
be ḧusin û bêwefayî ew şehîre
wekû ’îşq û ẍem û sebir û subatim
eger bibřêtewe bazařî ’alem
emin nabřêtewe dawa û xebatim
le min dûrî be zahîr nek be batîn
le to takim bełam daym le latim
bijî ey nazenîn yarim be şadî
cehennem, min ke wa taney wiłatim
eger zuhrey emin her muşterîtim
eger zehrî eto nuqił û nebatim
eger mangî ketanî sîneçakim
eger řojî emin zeřře sîfatim
eger berdî le ḧesret wek hîlalim
eger gyanî be qur’an gyanfîdatim
legeł tahîrPen name eger keçbazî ey yar
be řastî xawenî mîhir û wefatim