nizîke hawdeman katî nemanim

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  900 views
nizîke hawdeman katî nemanim
le des derçû ełên mayey jyanim
cefabarim ke yarim bêwefa bû
ke ew çû sa ke ba derçê gyanim
witim qazancimî pêwîste wek xoy
keçî wa buwete pêkhênî jyanim
xuşa wextê le hestî bê xeber mam
butî zuhrecebîn xoy da nîşanim
nîşaney şadmanîm bû be mîḧnet
ke bê meyle mehî peřtewfişanim
dû çendane emin sebirim le eyîwib
bełam bê sûde řencî sałyanim
umêdî gencî wesiłim la nemawe
ewa marî fîraqe hawzimanim
derîẍa bûbe te’ney lanşînan
le lama danenîşt yarî cwanim
ełên bê meyle tahîrPen name mîhrebanit
çilon biřwa bikem bibiřn zwanim