kêye wek min serkiz û xar û zelîl

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  784 views
kêye wek min serkiz û xar û zelîl
kwêr û bê deskêş û wêł û bê delîl
kê wekû min ma le bendî mîḧneta
berheła zahîr be me’nî ’eynî dîl
kê wekû min bê nehalî qeddî yar
ser heta pê bê gunahî nîşte bîl
dił birîndarim desa ya şêx meded
dûr le diłdarim desa ya pîr dexîl
bênewa û damawim aman ya kerîm
lat û bê beş řûm le toye ya xelîl
min wekû kotirim, cefa ’eynî heło
min wekû mêrûle, hîcran mîslî fîl
ger beřêy ’îşqa biçî tahîrPen name felek
pêt debêjin merḧeba ni’im alisbîlArabic