be min çî şadmanî řojî newroz

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  961 views
be min çî şadmanî řojî newroz
be min çî xoşî xoşî cêjnî pîroz
min û derdî fîraq û êşî ḧîrman
min û şîrî cigerbiř tîrî diłdoz
min û hewrî henase û tawî firmêsk
bizîskey arî dił wek berqî gyansoz
min û nekbay fîraq û nekbetî bext
min û cîsmî lejêr pêy hîcreda toz
min û taney dû çaw û taney eẍyar
bebê řuxsarî yarim ’alemefroz
min û řesmî biçûkî û serbe jêrî
eto û berzî demax û şêweyî qoz
řeqîbit dî witit ey şoxî lawçak
minit bînî witit homame řîş boz
dû le’lî to lebo ew şehdî canbexiş
dû çawî to lebo min mîḧnetamoz
ke ew perwaneye bo bezmî canan
le diłda min desûtêm mîslî fanoz
legeł ewda be ’eynî şekir û şîrî
bełam derda be minda nayenî poz
le to pîroz bê ey qîbley nyazim
ke her toy mangî řûnakî gel û hoz
bijî aram û řêk û xoş û mesrûr
newek tahîrPen name xerîkî bextî ałoz