her wekû min wêł û gêc û mat û sergerdane řoj

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  825 views
her wekû min wêł û gêc û mat û sergerdane řoj
tîşkî řûy toy dî ke lêwe û ’aşiq û ḧeyrane řoj
min serim dana lepênawî kesêkî bêwefa
her wekû min derdedar û bêser û samane řoj
min xedengî ẍemzeket cergî lebin paçîm bełam
zerd û xwênîn çake mecroy zamî bêdermane řoj
carbecar xunçey diłim zamî depşikiwê û zûx deçê
boye gahê lêw debat îşî her geřyane řoj
cewrî îstîẍnay ḧebîb û îḧtyacî mubremim
ba’îsî giryanî şew nałînî bê payane řoj
daẍî cebhey mange, şu’ley diłberî zuhre cebîn
xwênî lê dê bo lebî wa cergî piř peykane řoj
takû tahîrPen name řencî ḧîrmanî le diłber bû nesîb
bezmî ’eyşî daymen ’eynî şewî hîcrane řoj