85- buruc

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  523 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) bew ’asmane bekelwane,

2) be řoje dyarî kirawekeş,

3) be bîner û beweş ke dête berçawan,

4) qiřan kewte nêwanî xendek lêderan.

5) her nêłey bû giřî berzî agirberan.

6) xudî xoşyan beseryewe řonîştibûn.

7) çawedêrî ew kareş bûn ke derbarey baweřdarekanyan dekird.

8) tenya boyeş lewaneş be řikda çûbûn, her çunke xway here xawen destełatî şayanî tarîf kirdinyan peristibû.

9) ew xudayey asmanekan û zemînî leberdeste û le hemû şit be’agaye.

10) bo ewaney pyawekanî baweřdar û jinekanî baweřdaryan xistibuwe naw agirewe û le dwayîşda pejîwan nebbûnewe, bê le azarî cehendem, tołî şewatekeş heye.

11) bo ewaneş ke dîndar û akarçak bun, baẍatê hes cobaryan be berda deřwa. emeye deskewtî mezin.

12) bê guman hełmet birdinî perwerindet zor ḧesteme.

13) ew her xoy wedî dehênê û dûbareşî dekatewe.

14) her ewîşe ’afu deka û be vyane.

15) xudanî textî be qedre.

16) zor bekare bo her şitê gerekî bê.

17) axo eto hewał û basî şeřkerekanit pêgeyîşt?

18) leşkirekanî fîr’ewn û hozî semûd?

19) dyare ewanî bê dînin lemane her ḧaşa deken.

20) xwaş le lay pişteweyanřa dewrî dawin.

21) aşkiraye em qur’ane zor beřêze.

22) le tetełey here berzî parastû [řûnûs kirawe].