86- tarîq

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  527 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) bew ’ezmane û bewey ke şew xo řadenê,

2) kû dezanî ew şewgerde kameyane?

3) estêrekey here geşe.

4) her kesê gyanî deberda, pasewanî her lesere.

5) ba miro le xo řamênê ke le çî wedî hatuwe.

6) le tirawê fiřke deka.

7) le nêwan pişt û bermilan dête derê.

8) xwa detwanê carê tir bîhênêtewe.

9) lew řojeda ke nihênî xoya debin.

10) ew ne hîç hêzêkî heye, ne yarîkar.

11) bew ḧewayey aw hełdegrê û deydatewe,

12) bew zemîneş ke zor dirz û kelênî hen,

13) em qur’ane hemû kêşe debřêtewe.

14) hîç qisey laqirdîş nîye.

15) ew xerîkin fêłêk deken.

16) wa minîş fêłî xom dekem.

17) sa to mawey em dîn dujminane bide, kemêkyan lê řabweste.