84- înşîqaq

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  467 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) herga ’ezman terekî bird,

2) fermanî řahênerîşî becê hêna û debê waş bê.

3) herga zemînîş řaxra,

4) herçî têyda bû fiřêy da û hîç şitî denawda nema,

5) fermanî perwerênî xoy becê hênaw debê waş bê.

6) ey miro! řencî zor dedey bigey be perwerênî xot; sa tûşî dêy.

7) ewsa her kes nûsrawekey le lay řastyewe pê bidrê,

8) lewe bew la pirsyarêkî kem û hasanî lê dekirê.

9) be diłxoşîş deçtewe lay kes û karî.

10) bełam ewî nûsrawekey le alî piştyewe bûbê,

11) ew dwacar hawarî mergî xoy deka.

12) deşçête naw agirêkî bekłipewe.

13) ew le naw mał û mindałya zor bekeyf bû.

14) ew pêy wa bû ke hergîz nageřêtewe.

15) arê perwerênî agay le ḧałî bû.

16) sa swêndeke be sûrayî dewrî aso,

17) bem şewgare û be her şitê day depoşê,

18) bew mange wextê piř debê,

19) êwe bê şik le barêkewe tûşî barê tir debin.

20) çyane emane baweřê her nahênin?

21) her demêkîş quř’anyan lela dexwênin, sujde naben?

22) nexêr! xudanenasekan her be diroşî dezanin.

23) xwaş lewî le diłyandaye [le giş kes] agadartire.

24) toş mizgênî beman bide, tûşî azarî bejan dên;

25) megîn ewî bebaweř û akarçak bin, ke padaşyan dwayî naye.