61- sef

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  752 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) her şitêkî le asmanan û zemîndan, her pesnidî xwa deden û her ew xawen destełatî lekarzane.

2) ey gelî xawen baweřan! bo daxêwin û kirdewey bedûda nîye?

3) xuda zor lewe tûřeye ke êwe şitêk biłên û wilo neken.

4) xwa ew kesaney xoş dewê ke bo xeza le řay xuda, řîz debestin; êjî dîwarî quřquşme.

5) ke mûsa be hozî xoy gut: gelo! boçîm azar deden, sûr deşzanin ke min pêẍemberî xudam bo lay êwe? wextê ewan xoyan lada, xudaş diłî wanî lada. ewaney le řê derdeçin, xuda řêgey berew xoyan nîşan nada.

6) ke ’îsay kuřî miryemîş gutî: ey berey îsra’îl! emin pêẍemberî xudam bo lay êwe; ew tewřate deselmênim ke lepêş minda hatuwe; mijdew lê bê pêẍemberêk lepaş min dê we naw eḧmed. wextê be çend nîşaney dyarî derewe hate layan, gutyan: eme her be’aşkira caduwe.

7) sa kê lewe naheqtire diro bo xwa hełdebestê, le wextêka ke bo’îslam gazî dekirê? xuda giroy ẍedirkaran berew xoy şareza naka.

8) gerekyane tîşkî xuda her be fûy dem wekujênin. xwaş tîşkî xoy her serdexa; ca ba xudanenasanîş xoşyan neye.

9) ew xudaye pêẍemberî xoy beřê kird, bo řêberî û řageyandinî dînî řast, ta serî xa be ser hemû dînekanda; ca ba bit peristekanîş xoşyan neye.

10) ey gelî xawen baweřan! دەتانەûەێ mamełeyektan pê bêjim ke le azarêkî bejan řizgarû ka?

11) biřwaw be xwa û be pêẍemberî ew bênin û be darayî û gyanî xotan le řay xuda tê bikoşin; eme bo êwe baştire ger bîzanin.

12) le gunahanû deburê û detanbate naw baẍatêk cobaryan beberda deřwa û xanûy zorxoş wixawêntan le beheştî hemîşeyîda dedatê; eme deskewtî gewreye.

13) şitê tirîş - ke êwe ḧezî lê deken - yarîdedanê le xudawe û serkewtinêkî nizîkîş. em mijdeye be baweřdarekan bide.

14) ey gelî xawen baweřan! yarîkaranî xuda bin, wekû ’îsay kuřî meryem be yaranî ḧewarîy gut: kê berew xuda debête yarîderî min? destey ḧewarîyekan wityan: ême yarîderî xudayn. ewsa le berey îsra’îl hêndêkyan biřwayan hêna û hêndêkîş bêbaweř man. îtir ême xawen baweřekanyanin yarmetî kird, ta derostî dujminanî xoyan hatin.