60- mumteḧîne
we naw xuda ke dehnide û dilovane
1) ey gelî xawen baweřan! mebne dostî dujminanî min û xotan. êwe dostayetîw bewan řadegeyênin; keçî ewan bew dîne řasteqîneye ke bo êwe hatuwe, biřwayan nîye [û] leber ewe be xuday perwerindetan bebaweřn, êwe û pêẍember le zêdî xo derdeken. er bo xeza le řay min û řezamendîm derdekewn, [dostayetîy ewan meken]. penamekî pêyan êjin: xoşman dewên; keçî emin le her şitê deyşêrnewe û her şitê aşkiray deken, le xotan agadartirim. kê lengo ew kare bika, řêgey řastî lê têkçuwe.
2) eger de gîryan bikewn, dujminayetîtan deken; bo azartan dest û ziman we kar dexen; ḧez deken le dîn wergeřên.
3) řojî seła, ne xizmanû ne cigergoşekanîştan hergîz de firyatan nayen; lêktan cuda dekatewe û çî bîken xuda deybînê.
4) îbrahîm û ew kesaney degeł ew bûn, bongo nimûney zor başin; ke be hozekey xoyan wit: ême lengo û lew şitaney - le xwa beder - deperistin, be dûrîn û baweřman be êwe nema û, ta hetaye dujminayetî û řikûnî kewtote nêwanmanewe; ta ew katey êwe baweř be xuday taqane dênin. cya lewe ke îbrahîm be apê xo got: daway xoşbûnit bo dekem; derbarey to hîçî tirim bo degeł xuda nakirê. ey perwerindey g laman! xoman be to siparduwe û hemûman řûman de toye û wegeřanî dwařojîş her berew toye.
5) ey perwerindey hemûman! memanxe ber tîr û taney ewaney ke to nanasin; le gunahîşman bibûre; her xot xawen destełatî lekarzanî.
6) bêgumane ewane nimûney başin bo êwe û bo ew kesey ke humêdî be xuda û řojî seła heye. her kesêkîş xo debwêrê , xuda pekî pê nakewê û her şayanî pesin dane.
7) şayed xuda lenaw êwe û ew kesaney dujminayetîw dekirdin, dostayetî damezrênê. xwa twanaye û xwa debûrê û dilovane.
8) xuda bertan lê nagrê ke êwe degeł ewaney begij êweda neçûn û le zêd wederyan nenawin, çakeyan derbare biken û be yeksanî řeftaryan degełda biken. xwa miroy xawen însafî xoş gereke.
9) tenya her řêgetan nada degeł ewane bibne dost ke leser dîn, şeřyan degełtana kird û êweyan le zêdî xotan aware kird. leser derkirdinî êweş, bûne piştîwanî yektir. her kesîş bibête dostyan, dyare ẍedrê le xo deka.
10) ey gelî xawen baweřan! eger jinî bebaweřî aware degate latan, byanxene ber ezmûnewe. xwa le bîr û baweřyan agadartire. ger nasîtanin be řastî biřwadaran, bo lay xudanenasanyan menêrnewe. ne eman bewan deşên û ne ewanîş beman deşên. herçîş bextyan kirduwe byandenewe. ger êwe mareyan ken û mareyyekeyan bidenê, hîç gunahêktan nagatê. jinanî xudanenasanîş lay xotan gil medenewe; herçîtan lê bext kirdûn bîsênnewe; ba ewanîş herçêkî bextyan kirduwe daway biken. eme destûrî xudaye ke be nêwantan řadega. xuda zanay lekarzane.
11) eger jinêkîştan řewî bo lay xwanenasekan û êwe tałantan lê girtin, bew kesane wa jinekanyan hełatûn, hêndebden ke dawyane. tirsîşû lew xudaye bê ke biřwatan pê hênawe.
12) ey pêẍember! eger jinanî baweřdar dêne lat û peyman deden hîç şitêkî - le xwa beder - neperistin û tûşî dizî û ḧîzî nebin û minałî xoyan nekujin û minałî tir be diro nekene mindał mêrdekanyan û bo karî çak le fermanî to derneçin, ewsake toş peymanyan degeł bibeste û lêxoşbûnyan bo le xuda dawa bike. xuda debûrê û dilovane.
13) ey gelî xawen baweřan! mebne dostî ew kesaney xuda ẍezebî lê girtûn, le hatnî řojî seła nahumêd bûn; wekû xudanenasekan le mirîyekanî gořistan nahumêdin.