62- cum’e

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  636 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) herçî lenaw ’asmanekan û zemîne, pesnî ew xudaye deden ke padşayekî pak û dûr le hemû kemayesî û bedestełat û karzane.

2) her ewîşe lenaw nexwêndewaranda pêẍemberêkî le xoyan bo kil kirdin, ke nîşanekanî ewyan bo wexwênê û le kitêb û le karzanî řayanbênê; herçend ewan le pêşûda lew peřî gumřayîda bûn;

3) bo hêndê tirîş lemane, wa hêşta pêyan negeyştûn. xuda xawen destełatî lekarzane.

4) eme çakeye le xwawe, ḧezî lê bê derbarey her kesî deka. çakeyê ke lelay xudaye, zor hêjaye.

5) serguruştey ew kesaney tewratyan pê hełgirtûn û leber derçûn, wekû neqłî ew kereye ke çend kitêbî lê bare. serguzeştê nalebare bo ewaney le nîşanekanî xwa ḧaşayan kird. xudaş ewaney naheqin berew xoy şareza naka.

6) bêje: ey ewaney ke cûn! eger êwe pêtan waye - zyad le miro - her êwe dostanî xudan, desa eger giftû řaste, mirdinî xotan bixiwazin.

7) hêndyan xirape kirduwe, hergîz mirdinê naxwazin, xudaş le naheqîkaran agadare.

8) bêje: ew mergey ke êwe lêy řadeken, her dewgatê û paşan her detanbenewe lay zanay nedyar û dyaran; ewsa her xoy pêtan êjê çîw kirduwe.

9) ey gelî xawen baweřan! her wextê le řojî heynî bo nwêjî heynî bang edrê, êwe belez berew yadî xuda biçin û kiřîn û firotin wêł ken; ger bîzanin, eme bo êwe xastire.

10) herga lenwêjî bûnewe, be herdêda biław bibin û bo çakey xuda bikoşin û gelêk yadî xuda biken; şayeta řizgarîtan bê.

11) herga dîtyan mamłeye yan gemeye, berew ewê biław debin û to bepêwe becê dêłn. bêje: ewî lay xudaye, le gemeş û lebazirganîş çatre û xwa çaktirîn řozîdere.