ẍem le dił bo fewtî şadî meylî serxoşî deka

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1209 views
ẍem le dił bo fewtî şadî meylî serxoşî deka
subḧî ’îşqe şem’î ’eqiłim řû le xamoşî deka
zułfî şebřengit wekû řoje perêşan ba nebê
wa seḧabasa le řûta qesdî mehpoşî deka
bo edayî te’zîyey min turkî çawî mestî yar
bo tereb herdem le bezmî ’îşwe meynoşî deka
dastanî ’îşqî min faşe le her kûçe û suqaq
’eqłî dêwanem lepaş em ḧałe sîřpoşî deka
kesretî ze’fim le hîcrana geyîşte merkezî
dił le sînemda be daym meşqî bêhoşî deka
diłberî bałabłinidim ger xeraman bê be naz
serwî gułzarî îrem çon meylî hemdoşî deka
ger newêřê řêy segî qapît berin bo cêy ẍerîb
salimPen namey miskîn le derga ḧełqedergoşî deka