turkî piř efsûnî çawî karî sed cadû deka

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  951 views
turkî piř efsûnî çawî karî sed cadû deka
sa’eten tesxîr debê bo her mekanê řû deka
herçî nadirNamed-Entity qebiz û bestî kird be şemşêr û supa
em be tîẍî cewher’alûdî xemî ebrû deka
xałî ser sefḧey řuxî canan, çi nadir kewtuwe!
ḧîkmetî, daralxilafihPersiany gurcîyan hîndû deka
řîşweyî gerdinkeçîy ew gerdine, ḧukmî qeza
bo xeracî bendegîy ser gerdenî ahû deka
êste bo mellaḧî deryay ’îşq û ehlî me’rîfet
qetre qetre eşkî çawim qîmetî lûlû deka
sehle ger mûsaNamed-Entity ’esay kirde ḧey û sehmî nuwand
mu’cîzey wa diłberim herdem be mûy gêsû deka
řûyî dunya tare, ta şem’î cebînî dûre lêm
nasîyey piř çînî min daym heway zanû deka
ger be mujdey merḧemet canî řeqîbim taze key
mîslî tîflî murdemader dił be şîwen xû deka
îsmî «hû» ḧeqqe leřêy ḧeq, destî ředdim lê meden
salimPen namey miskîn wekû derwêş le derget hû deka