muddetêkî zore ’ezmî dîdenî yarim heye

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  556 views
muddetêkî zore ’ezmî dîdenî yarim heye
bo îşarey meqdemî guł, çawî xunbarim heye
sînekem sûta betabî ’eşqî řuyî nazenîn
herwekû mecmer hemîşe qelbî piř narim heye
hemqerînî řoj û şewme ḧubbî belqîsî ḧebîb
wek sulêmanî cêyanî le’lî diłdarim heye
her wekû bulbul ẍezelxiwanim beser şaxî giło
bezmî ’uşret saz ekem çun ’eyşî gułzarim heye
min legeł demsazî ẍemda tepłî şahî lê edem
xesrewî şîrîn nîgarim, qesrî zirkarim heye
wa tełaqim da ’ecûzey hîcir û şahîd bin řefîq
bîkir û wesiłim bo peya bû, arezûy narim heye
hewrî zułfî wa leser mahî řuxî za’îl buwe
tarî hîcranim beser çû, şemsî dîdarim heye
wa le meyxanî fereḧda şahîd û mey ḧazirin
xatrêkî cem’ û xoş û yarî nazdam heye
her seḧerge neẍmexanim mîslî qumrî xoş newa
sed şukir êste le baẍa werdî bê xarim heye
řoj û şew mestim be camî xemrî bosî lêwî yar
her wekû qeyser hemîşe yarî xummarim heye
kewkebî se’dim le metle’ ḧimdille talî’e
bem hemû cah û celale bextî bêdarim heye
newnîhalî baẍî omîd, ey wîsałîPen name hate ber
la’îqe êste binazim seru û cubarim heye