ey mistefayî şeyda tê fikire lem peyame

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  549 views
ey mistefayî şeyda tê fikire lem peyame!
bo ’aşiqanî miskîn pendêkî piř merame
be çawî piř nedamet biřwane em şeqame
mebîne ḧalî zahîr, seyrî ke em meqame
miḧemmed wek hebase, lem cêge her ẍułame
herçîke hane êre bê nutiq û bê kelame
neqse ke her çî biłêm lem kebkî xoş xerame
az xun dilim nuştim nizdîk yar namhPersian
şayed ke baẍî sîney binêrê yek şemame
ba pêt biłêm be kurdî le başî em selame
hezarî wek min û to lem cêge ḧebsî dame
murşîd ke bê murîd bê, şêxêkî natemame
sofîş ke bê silûk bê beheştî lê ḧerame
xeyałî xawe îmřo le herçî deşt û bame
êste le zûr behare, meclîs be guł temame
herçî nexoş bê, bê şik, şîfay dê bem kelame
çunke be çawî xot dît lem hîcre sed qyame
xizmet bike be řastî lem baẍî piř nemame
xuda gelim ḧałî ke lem řemz û lem merame!
her kesê toy xoş newê hemû şitî ḧerame
le naw kurdanî xoman kamman be giştî ’ame
bo nyaz û řazî weten be řemze her herame
wîsałîPen name besye îtir hemû xeyałit xame
înّy ri’eytu dehra mîn hîcirk alqyamehArabic